Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 45 peyam
sebrî botanî - tirşik
sebrî botanî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sebrî Botanî nivîskarekî kurd e. Botanî di sala 1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, wêje û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya. Hin ji kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in:

Şîn û Şadî,

dîwan -1- Dilistan,

dîwan -2- Dengê Metîn û Cûdî,

dîwan -3- Dibêjin, çîrok û çîvanok. Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên neweşandî jî hene.



09.04.2014 19:05 | bijîmillah

2. Şairekî Kurd e yên demên 50-60 yî. Meriv dikare bibêje hemdemê cegerxwîn, Qedrîcan û yên din e. Carekê li ser twitterê Xalid Sadinî û şopînerkekî xwe di derheqê Sebrî Botanî dipeyivîn. Xalid Sadinî teqez dikir û digot ew li ser hemû berhemên Sebrî Botanî dixebitie bo çapê. ew xebat di çi astê de ye meraq dikim. Çap bû an na?



(spoiler: ) Gotinên strina şivan perwer ya Lo me çi kir me çikir ya sebrî botanî ye.



26.01.2015 21:16 | seydayê_peyvan

4. Helbestvan, nivîskarekî Kurd e. Sala 1925an de hatiye dinyayê. Gelek helbestên wî li alîyê hunermendên delal hatine bestekirin. Ji wan hunermandan yekî jî mihemed şêxo, ciwan haco û şivan perwer e.

mihemed şêxo
Mixabina vê jînê:


Yara nazenîn:


Ez bûme pîrê xemcivîn:



ciwan haco
Zingil:


Dil ji min bir:



şivan perwer
Me çi kir:



02.12.2019 08:42 ~09:22 | kajav

5. Di helbesta xwe de dînfroşa kirîye mijar. Giran giran wan rexne kirîye. Dibe ku piştî enfal û komkujiya helepçeyê ev helbesta xwe nivîsîye.

DI GEL YEZDAN

Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e

Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Mûhemmed jî kirin Hîtler

Ey Xudayê şev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?

Here lînkê



17.03.2020 15:05 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sebrî botanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî