Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
tara mamedova - tirşik
tara mamedova
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. stranbêja dengê wê nexweş



06.02.2014 19:43 | jajî

2. stranbêja ku ji xeynî dengê wê her tiştê wê temam e.. tenê deng jê kêm e, belkî dengê wî jî xweş be lê terza xwe nedîtibe hêj nizanim, lê bi stranên xwe yên heta vêga nekariye di nav playlista min de ji xwe re cih çêke.. siba dusiba eger arşîveka vîdeoklÎban çêkim bêguman dê di rêza didoyê de be (ez nikarim xwe ji xwudê bikim û tu hewiyan bînim ser hanî xanimê)..



06.02.2014 23:17 | endazer

3. dengê wî diminê avê zelal,



27.05.2014 23:04 | picassoyê kurdî

4. bi navê ax albûma xwe ya ewil derxistiye..

albÛm ji pel recordsê derketiye, min go belkî dîsa destê ayhan evcî lêketibe lê liqayî navê wî nehatim..

min guhdarî teasera albûmê kir, min tiştek jê fêhm nekir.. lê telafûza wê ya kurmancî ne xirab e.. *



29.05.2014 22:26 | endazer

5. li ser rojnameya radikalê pê re hevpeyvînek xweş hatîye çêkirin lÊ mixabin bi tirkî ye hekê hun bixwazin fermo

http://www.radikal.com.tr/hayat/kurtcenin_muzisyenlere_muzisyenlerin_de_kurtceye_ihtiyaci_var-1199930



03.07.2014 12:00 | birazî

6. bi navê jinên şengalê li ser karesat û trajediya şingalê straneke xweş çêkiriye..

gotinên stranê wê bi xwe nivîsandine û meqam û mûzika stranê jî wê bi xwe daniye.. min di peyama xwe ya ewil de derheqê wê de gotiye hertiştê wê temam e ji xeynî dengê wê, lê bi vê strana xwe peyitand ku dengê wê jî temam e û bêqisur e..

tara mamedova - şinên şengalê :



18.09.2014 01:26 | endazer

7. di hevpeyvîna xwe ya di radikal.com.trê de dibêje ez ji kurdên bakurê kurdistanê ên li ewropayê elimîme tirkî.. mirov nizane ne bikene ne bigirî..



18.09.2014 01:31 | endazer

8. stranbêja ku wêneya Wê berga feysbûka min e*

gelek kêfa min jê re tê digel ku li kurdistanê ji dayik nebûye û nejiyaye û zimanên dîn dizane dîsa jî hunera xwe bi zimanê xwe pêk tîne, dengê wê jî gelek xweş e û ew bixwe jî gelek xweş û spehî ye, niha tiştekî platonîk e lê kî zane, belkî ew jî hez dike*



18.09.2014 11:20 | ferhenga şikestî

9. nemaze dema ku tara caff bi dengê wê re li çengê dixe, kezeban dişewitîne. dengê wê ne xerab e bêguman. kurdiya wê jî, her çendî dereng hîn bûye, têre xwe heye.



08.12.2014 23:21 | diyako47

10. stranbêjek e ku heya niha ez pê nehesiyame. cara ewil min guh da straneke wê (bnr: lo lawo) ew jî, muzika wê dişibe straneke din (gelo çêkirina stran ên qelb her tim karê wê ye, an li min rast hatiye, mirov ji xwe dipirse.):



02.02.2019 15:17 | mirovekirind

11. ji vê selahedîn demîrtaş mirovekê herî baş/114786 entrya godfatherê tirşikê simurg56 tê fêmkirin tara mamedovayê nas nake. em bang lê dikin bila were vir tara mamadovaya me ya xweşik nas bike.



15.12.2019 21:03 | xendekî

12. stranbêja di strana Şehyan - gule zerê a cureyeke nuh bo kurdên bakur de cîh girtiye. ew xweş lê hatiye, dengê wê neserdest be çêtir e xwedê zane. lê di vîdeoya muzîkê de serkeftî ye.



16.12.2019 00:31 | berxweda

13. Jinikeke lihev, dilpak û kubar e. strana wê xewna giran tahmeke nedîtî bi min peyda kir. xwendin û muzîka wê, maşelah. heke mirov qedra wê zanibe, Stranbêjeke temam e. kêmasiya wê hema bibêje tune ye. bi karên xwe ên pêşerojê wê gelek bi ser keve.

vîdeoyeke bi ser û bin ji strana "xewna giran" re çêkirine ku hem basît û xweşik bûye û hem jî ne bi mesrefeke zêde ye. hebekî ketine bi ber bayê hunermendên ewropî. derhênerê vîdeoyê nizanim lê dibe ku daxwaza girtina vîdeoyeke bi vî rengî ji tarayê be ku ew bixwe nîvî ewropayî ye jixwe. tê bîra min, vî şêwazê ewropî, mirov bi temaşekirina şanoya qesra balindeyên xemgîn re jî dibîne. têkiliya hunermendên kurd bi ewropayê re pir bixêr dibînim.



18.07.2023 12:31 ~2023.07.20 16:24 | mirovekirind

14. hin kilamên wê qet ji wan hez nakim lê hin jî pir li xweşiya min diçin. bi min wer tê tara dixwaze tiştek nû biceribîne. û diceribîne jî a rastî. lê weka ku ew jî hê nekariye ku cihê xwe bibîne nav derya mûzîkê de. lê qasî ku dibînim xwe bi pêş dixe û hêvîdar im ev pêşketin bileztir berdewam bike.

mesela di konserekî de min bêriya te kiriye strandiye û bi min xweş bûye jî


kilamek bi navê kelyan jî strandiye. kêfa min jê ra gelek hat a rastî



02.10.2023 23:30 ~23:31 | kurê xelkê