Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çay heraretê distîne - tirşik
çay heraretê distîne
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di germên havîna bajarên weke cizir, amed, edene û mêrsîn û hwd. hêceta vexwarina çayê ye.

weleh laşê min bixwe vê îdîayê piştrast nake lê dema dilê biçtê ez jî vê virê dikim.



29.06.2013 20:23 | simurg56

2. gelek angaşt û gotegot derheqê vê meselê de hene.. lê hê liqayî tezeke zanistî derheqê meselê de nehatime.. bi raya min çay tên û herareta laşê mirovan distîne.. hûn ê niha bêjin çawa?.. ez ji xuşk û birayên xwe re evê texmîn û têderxistina xwe hinekî vekim û rave bikim.. niha dema mirov çayê vedixwe bivê nevê laşê mirovan xwê dide û ew xwêdan jî di laşê mirov re dide der û ew xwêdan jî ji bo ziwa bibe tên û germaya laşê mirov dikşîne û mirov bi vê xwêdankêşê hinekî hênik dibe..



29.06.2013 23:35 | endazer

3. bi ya min şaş e, ji ber ku:

armanca xwêdanê avêtina germahiyê ye. dema germahî hebe mirov xwêdan dide û bi vê xwêdanê germahiya zêde jî diavêje.

çay jî mîna tavê mirov germ dike, dide xwêdan û bi vî awayî germahiya zêde dide derxistin. yanî ya ku dide, dîsa distîne. mantiqa min ev e.

lê ravekirineke din hebe, nizanim.



29.06.2013 23:38 | simurg56

4. tişteke rast e. lê divê meriv deh deqe sebir bike.gava ku di rojên germ de meriv çay vedixwe bedena meriv bêtir germ dibe û dest bi xwêdanê dike piştî vê bûyerê beden enerıya xwe ya zêde dide der û xwe hênik dike.



19.10.2013 01:44 | ceso


6. çay heraretê nastîne gelî hevalên çaykolîk. ji xwe carekê ku çayê heraretê bistenda wê careke dî tu kesî venexwara. lewra mirov herçend xwêdan dide, ewçend germahiya di laşê wî de zêde dibe. eviya rastiyek zanyarî ye. yanî xwêdan heraretê di nav laş de digire, nahêle derkeve derve. bi vî yekî jî germahiya term her tim di rêzekê de sabît dimîne. ku xwêdan bihişta heraret bi avê re derkeve derveyê laş, ew dem dê germahî jî her û her zêde bibe.



vexwarina çayê jî (ne bi tenê çay, herweha tişteke germ jî) haceta ava ku bi xwêdanê re ji laş tê avêtin pêşewaz dike. ji ber ku çay germ e, dema ku dikeve laş, di heman demê de jî dikare were avêtin. û ji ber wê yekê jî ava germ a di laş de bi xwêdanê re nayê avêtin (lewra çaya ku hatite vexwarin ewil te avêtin) û heraretê her tim sabît digire.



(bnr: mîtên zanistî)



19.10.2013 12:00 | seranser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya kelandî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî