Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
zehmetiya dîtina pirtûkên bi kurdî - tirşik
zehmetiya dîtina pirtûkên bi kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî pir nexweş e. tew ji bo xwendevanên derveyî kurdîstan'ê tiştekî hîn pir nexweş e. dema ku xwendevanek dixwaze helbestekê an jî pirtûkek bi kurdî bixwîne ji ber tune ye nikare bixwîne.

lê ez difikirim ev sûcê gel e. ku di gel de xwestina xwandina pirtûkên an jî helbestên bi kurdî heba dê li her derê pirtûkên bi kurdî heba û tu pirsgirêk nedima.



03.02.2014 15:58 | mergehez

2. carinan li amedê jî ev pirsgirêk peyda dibe xwe bi xwe dibêjim gelo li paytextê wisa be li cihên din qet nikarim bifikirim

ne ku pirtûkên bi kurdî tune ne, hene lê pirr kêm in. çawa? eger hezar heb bi tirkî be yek jî bi kurdî ye rêja wisa kavil e

bazar kesad e lewma rewş jî wisa ye

carinan diçim li pirtûkek digerim nikarim peyda bikim an dibêjin çapa wê qediya yan dibêjin nehatiye li vir..

firat cewerî gotibû; pirtûkekê kurdî hezar jî nafiroşe li min pirr zor tê. ê xwedê ji te razî min pirtûkên te yên 'ez ê yekî bikujim, lehî û payîza dereng' li hemû amedê serobino kir dîsa peyda nedibûn. em we fêm dikin lê hûn jî me fêm bikin heyrano



03.02.2014 17:46 | ferhenga şikestî

3. problemek mezin e. û vê mijarê de hêviya min a herî mezin ji şaredariyên bdpê ne. ger her şaredarî li herêma xwe pirtkxaneyek ava bike û tê de tije pirtûkên kurdî bike, wê him gel bi hêsanî bikare xwe bigihîne pirtûkan, him jî wê ji bo weşanxaneyan bibe piştgiriyek mezin.

weke mînak; nêzikî 100 şaredariyên bdpê hene, ger her şaredarî 2.000 pirtûk bikire, dibe 200.000 pirtûk. weşanxaneyên kurdî 200.000 pirtûk bifroşin wê êdî bikarin pirtûkên xwe li her bajarî belav bikin. ji bo şaredariyekê 2.000 pirtûk ne tiştekî mezin e. nêzikî 30.000 tl ye. bila 50.000 be, ma ji bo şaredariyek çi ye?



heman problem mixabin albûmên mûzîkê de jî heye. gelek albûm hene ku dixwazim bikirim lê peyda nabin. min li stenbolê zehmet peyda dikir, li dîlokê jixwe yekcar ne mimkun e.



03.02.2014 21:21 | simurg56

4. gêr ez neşaşbım pırtuk lı sêr internetê nâyê fırotın.lı sêr internetê xêbatık wîsa kârı çebibê û êz bâwêrîm wE bırınê belkî nêgre hêma jı tûnnebunê çêtıre.



03.02.2014 22:47 | hogırekoseri

5. tişta ku bi rêya tora ku tirşikvan ava bikin dikare were çareser kirin.

gelek hesan e ; hevalên me yên li kurdistanê dijîn bila xwe eşkere bikin. ên din jî bila navnîşana xwe bidin, pirtûk û albûmên ku dixwazin ji wan re bêjin, perê wan bişînin û hew.

weke mînak ez li amedê dijîm. warê kurdiyê de hema bêje her tişt li vir peyda dibe. ji min re peyamek bişînin bes e .bi soz ez ê ji we re bişînim. ez ê we bêpirtûk nehêlim *



03.02.2014 22:54 | brusk56

6. em li qoserê ne û ji me re ne zehmet e. Em ji kAdînê bi rehetê pirtûkên xwe dîbînin

hûn dikarin kadÎnê li ser feysbûkê bişopÎnin jî

https://www.facebook.com/kadin.pirtukkovar?fref=ts



03.02.2014 22:57 | dil-tesne

7. bi navberiya hevalên li kurdîstan'Ê ne dikare were çareser kirin lê hew mirovên perê wan hene dikare ji vÊ îmkanê îstîfade bikin. lewra bihaya kargoyê qasî bihaya pirtûkekê ye. mesela ji amed'Ê heya îzmÎr'Ê biha, 10 lîre ye.



03.02.2014 23:03 | mergehez

8. wek hevalê hogirekoserî jî gotî, eger li ser înternetê malpereke ku ticareta pirtûk û albûm û fîlmên kurdî bike, bê çêkirin, dê hem kar û qezencekî baş jê hilîne û hem jî dê bi kêrî xizmeta xelkê were.. nivîskarên tirşikê yên ji malpersaziyê û ticaretê fêhm dikin ev e ji we re di bergeşa zêrîn de firsendek nestêleh..



canik û camêrên ku dixwazin bi vî karî ve rabin, berî her tiştî divê meyl û hewesa wan li ser wêje û mûzîk û sînemaya kurdî hebe, divê têkiliyên wî yên bi mirovan û bi kurdên li çar aliyê kurdistanê û dinyayê re baş be, divê çil û çar çavên wî û sih û sê guh û sed û yek destên wî hebin û divê ji ticaretê baş fêhm bike..



wek nav jî vêga ev tên bîra min; firoşgeh, firoşxane, dikan, erzanîlivirdanî, malêbelaş..



03.02.2014 23:07 | endazer

9. pirsgirêka ku bi malpera www.avestakitap.com hinek dikare were çareser kirin e.

di vê malperê de hûn dikarin gelek pirûkên kurdî peyda bikin



03.02.2014 23:14 | brusk56

10. ji ê ku bixwazê re ne zor e.



ÇEnd deverên ku pirtûkên kurdî lê peyde dibin.



amed : ARAM, ENSAR,

Batman: Bîlge, nûbihar,

mêrdîn: kadîn û leylan cafe

cizîrê: hawar kafe-kitap

MELETî: denîz kitabevî

Stenbol: MEDYA, ŞAHMARAN CAFE

KITAPYURDU.COM

IDEFIX.COM

D&R.COM



18.03.2014 04:38 | seydayê_peyvan

11. (bnr: pirtûkakurdî.com)



13.03.2015 19:10 | quşxaneli

12. Pirsgirêka ku hêdî hêdî çareser dibe. Li gelek deveran êdî pirtûkxane vedibin, di bin saziyên tevgerê de jî pirtûkxane hene lë kes zû bi zû naçe wan deran. Mesela di hemû navendên çandê de hema bêje pirtûkxaneyek heye. Her wiha li Cizîrê va du sal e mala perwerdehiyê ya melayê cizîrî/maper xebateke xweş dike, bi vê xebata xwe re pirtûkxaneyeke gelek mezin çêkiriye. Ya xweş herkes dikare were pirtûka xwe bigire û bivê bila li wir bixwîne bivê bila bibe mala xwe bixwîne, lê divê di nava du hefteyan de dîsa pirtûkê radestî maperê bike, yanî mirov dikare bêje pirtûkxaneya gel e, hemû berhemên kurdî hema bêje hemû hene. *

Her wiha li ser înternetê ev bazara firotima onlîne a kurdî jî geş dibe, bi vî awayî jî arîşe çareser dibin, ji her devera dinyayê hûn dikarin bi rêya van malperan pirtûkên kurdî bixwazin:

1-(bnr: pirtukakurdi.com)

2-(bnr: erûpel.com)



14.03.2015 09:59 ~10:02 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zehmetiya peydakirina çaya qaçax ya xweş
» dîtina mijaran li ser tirşikê
» pirtûkên ji bo fêrbûna soranî
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî