Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
woody allen - tirşik
woody allen
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji derhênerên herî baş ên heya aniha jiyanin. her sal fîlmekî dikişîne, fîlmê wî ê îsal jî Blue jasmine bû. Derhênerek pir hêjaye, stîlek wî bi xwe heye Û ev stîl stîlek pir xweş e.

Fîlmên wî ên herî baş:

(bnr: annie hall)

(bnr: manhattan)

(bnr: bananas)

(bnr: zelig)

(bnr: hannah and her sisters)

(bnr: midnight in paris)

(bnr: match point)



01.02.2014 14:34 | mergehez

2. got:

"if god exist i hope he have a good excuse" û keta nav tirşike dilêmin



01.02.2014 20:35 | andrevari

3. gotineke wî wisa heye: "tiştê ez meraq dikim ne piştî mirinê, piştî jidayikbûnê jiyan heye an tuneye ye"



02.02.2014 09:18 | mergehez

4. midnight in parisa wî wekê tabloyeka çaxên modern e dibiriqe..

û ceng û cedelên navxweyî yên homo sapiensên serdema îroyîn xweş radixe ser perdeya sînemayê..



02.02.2014 12:57 | endazer

5. Woody Allen di sala 1935’î de li New Yorkê ji diya xwe dibe û navê wî yê nasnameyî “Allen Stewart Konigsberg” e. Zarokatiya wî di nav malbateke qelebalix û malbateke cihû de boriye. zarokatiya wî de, demê guhdarkirina herî baş a radyoyê de, hemû pereyê xwe dida plaka muzika jazz e. Di panzdeh saliya xwe de dest pê klarnetê kir û dest jê berneda. Jixwe çêkirina fîlma jiyana emmety ray û hemû fîlmê xwe de bikaranîna muzîka jazzê nişan dide ku muzîka jazz çiqas giringê ji wî re. Piştî ku hevnasîna wî bi sînemayê re çêdibe piraniya wextê xwe jê re terxan dike. Ewî ji Hollywodê bêtir bala xwe da Sînemaya Ewrûpayê, sedama vê yekê jî, bêguman, sînemageriya ingrmar bergman bû. Ji bo ku debara xwe ya rojane bike û de qene nivîsên wî di ber avê re neçin, nivîsên xwe bi rê kir ji qunciknûsên navdar re. Di sala 1953 an, Zanîngeha New Yorkê de dest bi xwendinê kir lê hema ew bû îmana wî ji zanîngeh û mamosteyan diçû, lê tişta rast ev bû ku têkildariya wî ya xurt a bi sînemayê re di vê heyamê de dest pê dike. Woody Allenê ku bi nivîsarnûsiya xwe ve hatî nasîn, her çiqas ceribîna wî ya ewil berbat be jî, derdikeve li ser dikê û dûv re hêdî bi hêdî tê nasîn. Di sala 1965 an de senaryoya xwe ya ewil dinivîse û salêk bi şûn de jî fîlma xweya ewil dikişîne.



06.04.2014 20:07 | rêzan

6. di her fîlmên wÎ de em dikarin şopekê ji jiyana wî bibînin. mesela bi fîlma wî ya bi navê radio days, em dikarin ji zarokatiya wî çend tiştan bielimin... *



06.04.2014 21:15 | mergehez

7. Derhênere ku her sal fîlmeke dikşîne.



28.04.2016 22:55 | gulêê

8. (bnr: blue jasmine)



29.04.2016 00:21 | mergehez

9. Ji berê berê da lîstikvanek bû. Bi demekî dirêj e fîlman çê dike, derhênerî dike. Salê carkî fîlmek derdixe.

Fîlma wî ya dawî ez dibêm qey wonder wheel bû. justin timberlake (stranbêjekî navdar ya dyayê) û kate winslet tê da dilîstin. Îsal fîlma wî ya nû (ya 2019an) (bnr: a rainy day in new york) derket. hîna nû ji salonê derketime. Bala min kişand, di vê fîlmê da jî stranbêjeka navdar ya dyayê (bnr: selena gomez) dilîze.



28.09.2019 20:04 ~2019.09.29 01:09 | mirovekirind

10. derhênerek komîk e, fîlmên sivik çêdike. di fîlmên wî de bûyer û serhatî di tempoyek wisan de rû didin mirov jê aciz nebe. ne dirêj ne kurt. ne xav ne jî bombebarana peyaman. di van fîlman de rehetîya burjuwa tê hêvisandin, têkilî û taswasên kesên di jiyanê de xwidan pir tiştî lê têrnebûyîn û bi çavek birçî, birçek giyanî, hûnerî li dora xwe dinêrin dibe fîlm; temaşevanê bi kolan û mekanên bajêr, bi muzîkên sivik hatî xirandin jî birehetî seyr dike.



02.01.2021 19:32 | hespêsor

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» woody allen

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî