1. Hunerek e. Lê ji sedî heşteyî mirovan xatirê wê nizanin. pêwîst e ku ev hunera jî bi kurdî bÊ pêşketin lê mirovên me hew fîlma temaşedikin û şiroveyên-rexneyên xwe bi turkî pêk tînin. |
|
01.02.2014 14:16 |
mergehez
|
2. alemeke din e... |
|
01.02.2014 21:09 |
nuçevan
|
3. sînema wek dîmenên bi tevger tê pênasekirin.destpêka wê ji hêla gelek kesan ve bi brayên lûmîeran ve ye.beriya lûmîeran jî hîn tişt hatine kirin lê ji ber kû kameraya lûmieran a bi navê sinematograf gor demê ya herî pêşketî bû dîroka sînemayê bi wan destpêdike.lumîeran bi kameraya xwe li welatan digeriyan û dîmenan qeyd dikirin . mijar ,lîstikvan an jî çirok tunebûn ji bo wan .ji van qeydan ya herî navdar 'gara trênê' ye.gora tê gotin dema lûmîeran di salonêke de wê qeydê nîşan dane gelek mirov tirsiyane û ji salonê reviyane.ji ber ku heya wê demê kesekî dîmenên bi tevger nediyê bi wan ecêb hatiye û helbet brayên lumîer jî bi xêra vê gelek dewlemend û navdar bûne.piştî wan melîes li studyoyê dest bi çêkirina fîlman kiriye. fîlmên melîes yên fantastîk in û fîlmê wî yê herî navdar 'rêwîtiya hîvê'(Le Voyage dans la Lune) ye.piştî wan yê herî navdar grîffîth tê .grîffîth bi fîlmê xwe yê bi navê 'zayîna netewekê'The Birth of a Nation navdar e û ev fîlm sê saetan didome .piştî van agahiyan di 1913'an de hollwood tê avakirin,di 1914'an de charlîe chaplîn bi fîlmên xwe yên bêdeng derdikeve.piştî wan bûyeran sînema li her derê belav dibe.carna ji bo propagandayê carna ji bo bişaftine carna ji bo şoreşekê dibe amûrek carna jî tenê wek sînema dimîne û belav dibe. |
|
27.03.2015 03:32 |
diranfîq
|
4. Awayeke sosyalbunê* ya ji bo min buye biranîneke dûr. Weke bavê min gotî; "ma hun zarokin hunê biçin sînemayê?", ez hatime wê astê, wisa bifikirin. Ku xêrxwazek hebe û herdu zarokên me binêre dibe ku em jî biçin û binêrin ka van deh salên dawînde çi guheriye. |
|
26.09.2015 09:14 ~09:15 |
azadixwaz
|
5. cihê temaşekirina pirahî fîlmên ku nûn dertên, dibe ku jiber ez merivek xurnedîtîme ez hê neçûme sînemayê û rîya xwe nabinim herim jî. fîlma li ser mobil û kombersa dadixim sînema tê ber pîyêmin û jixwera temaşe dikim. |
|
26.09.2015 11:29 |
shorbevan
|
6. ji bo sînemahezan bi navê sinemakutuphanesi.com malpereke gelek baş heye, helbet bi tirkî ye lê dibe ku kesinan jê sûdê wergirin loma ez lînka hanê jî bidim.. |
|
24.01.2017 15:26 |
ferhenga şikestî
|
7. peyva ku li ser beşên tirşikên de çewt hatiye nivîsandin e. |
|
07.04.2020 17:15 |
brzn
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |