Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
sanat sokağı - tirşik
sanat sokağı
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kolanek li amed'ê ye. gelê amed'ê û xwendevanên li wir herî pir diherin vira. kolan ji trafîkê re hatiye girtin lê carina hinek ker bi motor di vir de derbasdibin. Ku hûn herin amed'ê bi misogerÎ rêya xwe li vir xin.



01.02.2014 14:04 | mergehez

2. (bnr: kuçeya hunerê)



01.02.2014 15:14 | kurê xelkê

3. kuçeya ku çi hunereke bêhempa lê tê avakirin, taybetî li çayvexwarinên li wan kafeyan çi guftugoyên zirhunerî tên kirin.



01.02.2014 15:23 | azadixwaz

4. (bnr: kolana hunerê)



01.02.2014 16:06 | nan û av

5. version Wan'a wê bi star iki bin'ê meshûr e.. heke mabin ew jî.. ji kolana hunerê zêdetir kevne qehwexanên li kolanên tihêla kolana hunerê delal in li wê gerrekê..



01.02.2014 16:21 | gordereş

6. navê ya li amedê par ji aliyê şaredariya yenîşehîrê ve bi kolana cafeyan ve hate guhertin.. vêga jî li ser tabelaya li ser rêya vê kolanê, cafeler sokağı yanî kolana cafeyan dinivîse..



01.02.2014 18:13 | endazer

7. dema ku min navê vê kuçeyê bihîst "sanat sokağı" ango bi kurdî "kuçeya hunerê" min hew zanibÛ ku li wir bi rastî jî huner tê kirin, gelek mijarên hunerê tên axaftin. Lê paşê min dît ku herî zêde cîwan, xwendekar û mamoste tên li vir. hema wisa çay vedixwin, cixarê û nargileyê dikşÎnin, keç Û xort li hev dinêhêrin, li ser maseyê dewletan xirab dikin û ava dikin û paşê belav dibin...



heqê wan kesên ku bi rastî jî hunerê dikin û tiştên tewşo mewşo xeber nadin jî divê ez înkar nekim. Lê dîsa jî dema ku ez diçim amedê miheqqeq ez çayekî li wir vedixwim....



01.02.2014 20:28 | nuçevan

8. Sanat sokağı: Cîhê sosyalîstên ziktêr û yên ku ji wan re têgotin beredayan e.. Heke karê we bi beredayan hebe,herin sanat sokagiyê,hemû li wir in..



01.02.2014 21:41 | idrs_pmk

9. navê wê bûye kafeler sokak

wele ez jî derewçînê vî hevalî me: https://twitter.com/_xaNefSer_/status/429645385263742976



02.02.2014 09:14 | mergehez

10. navên kafeyên li wir ; kurdistanî' ne lê muzîkên wan ji power tirk -kral tv 'ne .



02.02.2014 17:25 | havîn

11. weka ku rênas jiyan ji bo şevên amedê digot miqnatîs e, kuçeya hunerê jî wisa ye

pirr tevlihev e mariv nikare nirxandinekê homojen bike ji ber ku her cure mirov diçin li wir

her çiqas rexne bikim jî carinan ez jî serî lê didim pê.. hesiyam ku navê wê hatiye guhertin lê ez bawer im heta hetayî di devê xelkê de jê re kuçeya hunerê bê gotin

çay û tiştên din pirr buha ye mariv here qehweyê dikare bi 500 qirûş çay vexwe lê di wir de 1.5 tl ye carekî 2 tl bûbûn..

ne tenê li wir, li her cih ên ku şaredarî fiyatê diyar dike, wisa buha ye

ango şaredariyên me yên sosyalîst û ekolojîk dixwazin bibêjin çi? dibêjin ku ''eger pere li bêrika te hebe tu dikarî herî li cihên luks rûnî ku tunebe biteqize û here li ser banqên parqê rûnî wa ye me ji bo kesên wek we feqîr û belengazan parq jî banq jî çêkirine hûn hîn çi dixwazin!''

şaş fêm nekin rast e wisa ye wek mînak herin parqormanê kesên hêjar li ser şînahiyan rûdinin kesên dewlemend jî çayên bi mîlyon û nîv vedixwin ya seyr û ecêb jî ew e ku kesên li cafeyê ne qaşo ji bo yên li banqê ne siyasetê dikin. 5 gav di navbera wan de heye lê haya wan ji wan tune ye vêca teoriyên xwe rêz dikin

kuçeya hunerê min got lê têvel û têkel e. ji nivîskarên kurd bigire heta sûtên bajêr, ji xwendekarên kurd bigire heta muptelaya okeyê yên ku diçin lisê hama bêje çi jin çi mêr, ji zarok çi kal û pîr.. herkes diçe lê ji bo têketinê şartek tenê heye; divê pere di bêrika te de hebe!



03.02.2014 17:34 | ferhenga şikestî

12. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)

ya ku çima evqas tund tê rexnekirin, fêhm nakim. temam têkiliya wê û navê wê tune, lê li bajarên mezin ji bo xwendekar û ciwanên cihên wisa lazim in, xweş in. ji bo esnafan qehwexane çi bin, ji bo xwendekar û ciwanan jî kafe ew e.

dema mêvanên we hatina amedê, gelo çend cih hene ku hûn bikarin herin lê çayê vexwin û sohbetê bikin? ez bixwe amedê baş nizanim. lê li piraniya bajaranî encax li cihên wisa mirov dikare bi hevalek xwe yê mêvan re rûne.

ji bo versiyona li mêrsînê (bnr: enteller caddesi)



03.02.2014 21:12 | simurg56

13. Ev li Hamamönü'yê li Enqereyê jî heye. Bi piranî hunermend û xwendekar diçin. Kuçeyek baş e. Çend atolyeyên hunerê û çayxane hene. Café tune ye. Li Hamamönü'yê café pirr in lê samîmî nîn in, bêhuzûr in. Lê atmosfer û çayxaneyên kuçeyê gellek samîmî ne.

Çayxaneya herî baş a Hamamönü li vir e.



28.12.2016 09:33 | heyf

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» sanat sokağı

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî