Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
ekşîsozlûka kurdan - tirşik
ekşîsozlûka kurdan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotina ku ji bo danasîna tirsikê tê bikaranîn e .

rast e dawiyê de, ekşî jî ferhengek e û mirov dikare bêje ku raqîbê me ye. yanê tirsik dikare weke alternatîfa ferhengên tirkî were dîtin. lewma jî dema danasîna tirşikê tê kirin, bikaranîna van ferhengen çewt e .

lê ji aliyê din, em mecbûrê vê yekê ne. çima em mecbûr in ? ji ber ku dema tu dibêjî "ferhanga înteraktîf" , ji sedê yek jî ferhengek wek tirşikê nayne bîra xwe.

weke mînak, dema ez ji hevalê xwe re behsa tirşikê dikim, jê re dibêjim ;

-tu ekşîsozlukê dizanî

--erê

-hah ! tirşik jî wek wê ye lê bi tevahî kurdî ye. "



dema mirov bi vî awayî dibêje zêdetir tê fêm kirin. bi taybetî platformên wek twitter û facebookê ev zêdetir jî hewce ye.



01.02.2014 11:21 | brusk56

2. tê wê wateyê ku ekşî buye prototîp ji bo ferhengên înteraktîf li tirkiyê û ji ber wê jî heman demî de ji bo kurdên bakur. lê li aliyê din ji ber ekşîya tirki li kurdî de tê wateya "tirş" ê û ji ber wê jî mirov dide fikirin ku her tişt ji ekşiyê hatiye dizîn, çiqas ez bizanim ne wisa ye jî.



01.02.2014 11:48 | azadixwaz

3. (bnr: tirşika tirkan) an jî (bnr: türkçe tirşik)

pênaseke zarûrî ye. niha tiştek wisa heye ku ekşi sozluk yekemîn ferhenga înteraktîf e. li ser dinyayê jî ya yekemîn e. loma dema mirov behsa tirşikê bike neçar e ku behsa ekşiyê bike.

ha, niha tama ekşiyê gelekî xêra bûye û rêjeya faşîstan zêde bûye falan fîlan... lê dîsa jî tirşikê giyana xwe ji ekşiyê standiye. loma ne hewceye em ji vê gotinê şerm bikin.



01.02.2014 12:07 | simurg56

4. danasÎna ku tenÊ kurdÊn tirkiye dike nivÎskarÊ tirşikÊ. kurdÊn rojhilat Û başÛr çi zanin ekşÎsozlÛk çiye ku tirşika wÊ çi bibe. lowma dive em danasÎneka xitabÊ hemÛ kurdan dike peyda bikin.



01.02.2014 13:07 | cinorek

5. çima ekşîsozlûka kurdan? danasîneke wisa ne rast e. çima tirşik bi ser xwe nabe ekolekî ? ma em vêya jî nikarin?



01.02.2014 15:16 | kurê xelkê

6. rû bi rû dema mirov ji yekî re behsa tirşikê bike, normal e ku bêje, tirşik jî di format û konsepta ferhengên înterktîv yên tirkî yên wekê ekşisözlük û itüsözlük û uludağsözlükê de ye.. lê di reklam û danasîna tirşikê de bikaranîna motto an slogana ekşîsozlûka kurdan şaşiyeke mezin e..



01.02.2014 19:30 | endazer

7. hevoka ku mirov pê dikare herî kurtasî tirşikê rave bike bê ka tiştek çawa ye. hey nexwe divê tu saetekî behsa format û nizanim çi bikî. em çi bikin rewş ev e mixabin ..



12.11.2015 22:03 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşîsozlûka kurdan
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî