Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
mirovên ku ji zextên bavên xwe rizgarbûyî - tirşik
mirovên ku ji zextên bavên xwe rizgarbûyî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew Mirov in ku ji dibistana seretayî heya zaningehê li yurdên dewletê mane û salê carekî an jî du car rûyê bavê xwe dibînin. Rebenên xwedê êdî bavên wan ji wan re wekî xerîbekî dixuye. Weylawayê.



25.01.2014 19:43 | ceso

2. ew ez im*) di kurdistanê de di warî terbiye û perwerdekirina zarokan de paşverûtiyên pirr kur hene ji wan yek jî zordarî û zextiya bavan e lê di civatê de wisa bi tûj û tund rûniştiye ku gava tu di hemberê vê yekê derkevî ji aliyê derûdora xwe ve tê afarozkirin. bi xwedê ji dîn û îman derkevî baştir e ne ewqas dijwartir e.. bila kes li dilê xwe bi min negire lê dê û bav wek her car ne rast in ew jî evdê xwedê ne û dibe ku şaşiyê bikin belam kes di çewtiyê wan ê di warî perwerdekirinê de nedîtiye yan jî zelal nekiriye û negotiye heyran tu xelet î qurban tu xelet î lewma jî edetek ne'edet qalik girtiye zû bi zû jî naguhere.. hevalek min hebûn em di gunda xwe ya piçûk de derdiketin li ser bênderê û ji saet şeşê êvarê ve heta ku em birçî bûn bi gogê dilîstin di dema vegerê de hevalê min ji aliyê bavê xwe kutan dixwarin li du kutanê jî bavê wî tûf dikirin li ser çavên wî û jê re digotin ' -li min mêze ev tûf ji bo te bûn ka bibêje ji bo kê? -ji bo min bû' ez henek menek nakim qe ji bîra min naçe hama bibêje her roj ev rûdan dubare dibûn niha dinêrim hê jî ji bin bandora bavê xwe xilas nebûye lê ji bavê xwe nefret dike eyn îmana wî jê diçe.. di civatê de pirrî argumant û têgehan tevlihev bûne pirr zor e ku mariv li ser bûyer an jî kirûyeke şîroveyê bike û li ser wê babetê raveyeke bibêje ji ber ku edetên rûniştî û qalikgirtî ketiye heta hucre û qulpok û ruhiyeta marivan. tu tiştekî rast jî bibêjî ji ber pêşdaraziyê bertekek tê nîşandan lewma neçar dimînî ku bi peyv û têgehên xwe bi baldarî hilbijêrî û bi lêv bikî.. kes nabêje li dijî dê û bavan derbikevin û be'edebiyê bikin lê jiyan her salîse diguhure insanek tenê nikare têbigihîje yan jî wateyek bide û li du watedayîna, xwe kûç û kevirên ya li ber zarokên xwe paqij bike.. ji dêvla ku tu başiyê bikî ji ber vê hêşmendî û asoya piçûkmayî dibe ku siberoja zarokê xwe ji niha ve tarî bikî pirr mînak hene lê pirr awarte jî hene çi dibe bila bibe divê mariv di rêya xwe de bimeşe bêyî ku di bin bandora kesekî/ê de bimîne jiyana xwe ava bike wek encam ji kerema xwe re ji zextên bavê xwe rizgar bibin hûn ne baş bibin jî qene dikarin bibêjin min agir berda kayê min da ber bayê...



25.01.2014 20:29 | ferhenga şikestî

3. mirovên serkeftî ne.

lê ne ji ber ku serhildana li hemberî dê û bavan tiştekî baş e. ji ber ku azadbûn û li ser lingê xwe sekinîn tiştekî baş e.

mirovên ku ji zextên bavê xwe rizgar bûyî û dîsa jî rêzê ji wan re bigire, hê baştir e tabî.



27.01.2014 21:06 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên ku bi hêsanî dixeyîdin
» xwebixwetî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî