Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
agirî - tirşik
agirî
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

2. ew bajarê serhedê ye ku derbarê navê wê de hin muxalefet hene.



hinekan dibejin ku ji ber çiyayê agirî çiyayek volkanîk bû û lewra jî her dem agir ser de bû, navê çiya bûyê "agirî". ya wiha, bajar jî wê navê xwe bi vê daxê agirî girtîye. teorîya alternatîf ya li alîya sevan nişanyan hatîye peşnîyar kirin jî ev e ku berê li agirî gundek ermenî ya bi navê "axura" hebû. îcar, navê gundê axura henek hatîye guhertîn û êdî ji bo navê bajarê jî hatîye bikaranîn.



hêbetirê, xelk ji bo navê vê bajarê navek tirkmancî tercîh dike: "qereksî". dema ku ermenî li vir dijîyan, li vir dêrekî reş ya bi tirkî "kara kilise" hebû. û her çendî dewleta tirko vê navê "kara kilise" ye kirîye "karaköse" jî, piştrê gel jî vê navê, wek "qereksî" guhertîye. (ji vê navberê de, hê jî di nasnameya xalê min -ku bixwe ji agirî ye- de ji bo cîhê dayîkbûnê de şûna navê ağrı, "karaköse" heye.)



bi ya min, teorî ya dudo raste. çimkî, tu pêwendîya bajarê agirî û çiyayê agirî bi maneya fizikî û erdnîgarî, tune ye. bi rasti, him çiyayê agirî li bajarê agirî de nayê kifşê, him ji ji xwe li derdorê de kes vê çiyayê bi navê çiyayê agirî bang nake; hemû dibejîn girî daxê.



bikurtî, mumkûne ku peyva "agirî" ne xwezahî be lê encamê li hev anînek e.



01.04.2014 18:09 | ervah.azad

3. bi 30.03.2014 hilbijartinên herêmî yên tirkiyeyê re êdî yek ji bajarên di destê bdpê de ye û şaredarê wê jî sırrı sakık e.



01.04.2014 18:31 | simurg56

4. bajarê ku encama hilbijartina heremî a îsal, hê jî tam ne diyar e. ji ber ku heta niha 4 caran rey hatin hejmartin û hê jî tê hejmartin. heta akp bistîne wê hejmartin bidome ..



02.04.2014 00:00 | brusk56

5. bajarê ku heta niha lê 15 caran encamên hilbijartinê hatine jimartin lê dîsa jî kela dilê akpê lê hênik nebûye.. ysk yanî lijneya bilind ya hilbijartinê cardî qerar daye ku li vî bajarî jimartina encaman bêye dubarekirin.. yanî bi awayekî akp dil kiriye ku şaredariya bajêr ji bdpê re nehêle.. ya ecêb selahattin demirtaşê ku di deravê hilbijartinan de tu sitar û mehwar di bin hikûmet û partiya akpê de nedihêlişt li hemberî neheqiyên ku li gelek bajar û navçeyan bi destê akpê têne kirin dengê xwe zêde dernayêxe..



04.04.2014 14:12 | endazer

6. bajarekî kurdistanê a ku akpê ji bo encamên hilbijartinên heremî a 2014an dîsa îtîraz kiriye.

aniha rey dîsa tên hêjmartin û li gor agahiyên tên, heta niha 7 sindoq hatine hejmartin û bdp bi 13 reyan de pêş de ye.

ger akp, bi van lîstikên qirêj şaredariyê ji destê bdpê bistîne, ev yek sedema şer e. bi rastî jî, ji ber tiştek wisa şer dîsa dikare were despê kirin.

de ya bi xêr .



05.04.2014 00:10 | brusk56

7. bajarê ku lê hilbijartin hatiye betalkirin. anf dibêje bi dêk û dolabên akpê hilbijartin betal bûye, medyaya akpê dibêje bdpê xwestiye betalbûnê. min ti tişt fêm nekir.



06.04.2014 08:49 | oxir

8. bajarê ku îşelleh wê bi hilbijartinê bersivek mîna pehînek li qûna akpê bide ku fedî bikin êdî behsa jinûve hêjmartinê bikin. divê agirî vê şermê ji ser xwe rake. vaye derfet...



06.04.2014 12:05 | simurg56

9. bajarê ku ditirsim di hilbijartina ku wê di hezîranê de pêk were de akp qezenç bike. ji ber ku gelek partiyên din ên ku naxwazin bdp bi serkeve, ihtimaleke mezin rayên xwe wê bidin akpyê ji wan yek jî hudapar e ku di vê hilbijartinê de ji kurdan qerreseyeke mezin xwarin û ez bawer im hê jî tehma pehîna kurdan di devê wan de ye. jixwe ez ne xelet bim bi qasî 650 heb ray girtine jixwe hemû bidin akpyê bdp têk diçÊ. partiya saadet jî mhp jî dÊ bidin akpyÊ mixabin...



06.04.2014 14:59 | ferhenga şikestî

10. bajarê ku wê akpê lê çi bike çi neke bi hemû hêza xwe tevbigere û bistîne. hêviya min ji bo standinê nîn e. lê heke kurdên bi xîret rabin û dengên xwe bidin bdpê wê demê dê kîreke qerase têxin qûna akpê.



06.04.2014 15:15 | oxir

11. bajarê leçqebuna quna akpê dayî diyarkirin e, înşileh wê careke din quna xwe bibînin wê agiriyê nebînin.



06.04.2014 19:01 | azadixwaz

12. bajarê ku nizanim bdpê û sırrı sakikî çawa û çima û ji ber çi betalkirina hilbijartinê qebûl kiriye, an di ber de ranebûne? muhtemelen di hilbijartina hezîranê de wekê li peyamên jorÎn de jî hatiye gotin hemû partiyên sîstemê wê li hemberÎ bdpê bibin yek û kîrê akpê têxin nizanim çîka diya xwe de..



06.04.2014 19:25 | endazer

13. ji ber ku bi torbeyên qetiyayî aşkere buye ku vê carê wê bibe dawî û ji akpê re derkeve û wê hew îtîraz jî bên qebulkirin. û wê hezîranê akp qezenc bike ji xwe û Wê derbasdartir be jî.

(bnr: bajarê reyhêjmartinê)



06.04.2014 21:40 | azadixwaz

14. Bi kar anîna, gotina xelkê ne agirî ye, wekî aẍrî yan jî qerekilîs tê gotin.



(bnr: tîpa ẍ)



23.05.2014 14:12 | mîr

15. bajarê ku piştî dubarekirina hilbijartinan, dîsa ket destê kurdan.

(bnr: 01.06.2014 hilbijartina hinek şaredariyan)



01.06.2014 20:42 | simurg56

16. bajarê ku bi vê serkeftinê em gellekî kêfxweş kirine. mala we ava be



01.06.2014 20:52 | renas

17. bajarê ku di 01.06.2014 de akp û tayyîp lê (bnr: siktir bûn)



01.06.2014 22:54 | resençiyayî

18. bajarê ku bûye şahidê biratîya hilbijêren.



bi qasê ku min bi nasên xwe yên ku li agirî de dijin bihîstin; hilbijartin hinek jî bi xêra kesên ku ji derveyî agirî de rudinen lê ji bo dengdana bdp ê hatine agirî û bûne beşdarê hilbijartina, hatîye qezenc kirin. bi çi awayê bibe ne xêma me ye, axirê, em pir keyfxweş in.



(bnr: hilbijêrên hemû kurdistanê bi yek bin nd/nt)



01.06.2014 23:47 | ervah.azad

19. bajarê ku duh destan afirand.



02.06.2014 00:21 | rûbar payîz

20. Agirî...

Lawê Huriyan, mezinê Urartûyan

Û bapîrê Kurd û Ermenan.

Ziyaretgahê Zerdeştiyan.

Çiyayê evîn û agirperweran.



mehmed uzun



05.06.2014 15:29 | xwelî li ser

21. gelên ku li wê derê dijîn, hê jî di nav hev da jê ra dibêjin qereys û yan jî qerekilîs. li ser qisê: emê îro herine qereysê.



28.10.2014 12:14 | xulam

22. zivistana bajarê agirî ye gelekî sare. kal bava dibêjin isa sare gur xwîn dimîze



25.01.2015 12:33 | nîgarvan

24. - malbatên dewlemend zêde dewlemend in û zêdepariya wan ji bona tirkbûnê xwe dikûje. Malbatên feqîr/xizan bi birçîna dimirin. Zarokên xwe yên 7 salî dişînin li stenbolê, îzmîrê ku selpakan bifroşin. (helbet li hemû ciyên mêtingeh heman rewş heye)
-her taxa bajar bi aliyê cemaatên îslamî ve hatiye zevtkirin û hemû karên qirêj li wan deran dibin.
-civakeka oldar a girtî heye ku naxwaze bejna jinan li sûkê bibînê lê ji nav malbatê de destdirêjiya zarokên xwe dikin.
-sar e lê ne bi tenê aliyê hewayê ve jî, sartiyeka nezanî, feqîrtî, tundîtiyê heye li vî bajarî. Belê gelek mirovên xîret, jîr û zana ji vî bajarî derketine lê mixabin rewşa heyî ev e.



04.03.2018 15:33 | jifêzagorda

25. İbrahim Çeçen üniversitesi,
zanîngeha Îbrahîm Çeçen li vir e.
û Îbrahîm Çeçen xelqê vir e.



23.03.2018 13:23 ~13:24 | bûtîmar

26. Bajar, xwedîyê navçeya pîroz û xweşik û delal Panos'e cîhê ku ez lê hatime cîhanê.Agirî dilê serhedê ye.



28.03.2019 19:04 | brzn

27. bajarekî xwedan rihekî kurdewarî ye. ji amedê zaftir.



29.03.2019 00:14 | serhednişîn

28. hilbihartina dawî da savcı sayan ê akpyî bi ser ket û niha Şeredarî di destê akpê da ne.



29.08.2019 11:24 | bûtîmar

29. (bnr: kosedax)
(bnr: çemê çetelê)



08.11.2021 20:19 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» agirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî