Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
facebooka kurdî - tirşik
facebooka kurdî
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ji 24 ê Kanûna 2009 de tê bikaranîn niha hejmara bikaranerê wê yên Kurmancî 6 hezaran derbas kiriye.



23.01.2014 04:37 | berxweda

2. heke ku tenê ji aliyê 6 hezar kesan ve tê bikaranîn hetika mezin e ji bo kurdan.

lawo em dibêjin 40 milyon kurd hene bila tenê 10 milyon kurd bikarbînin feysbûkê.

ê ev 6 hezar çi ye?

ma em ew qas şepirze ne?

ew qas dûrî zimanê xwe?

ew qas xwelîser!

çar-pênc hesabê min ê feysbûkê hene û bi qasê ku dizanim sê heb ji wan kurdî ye.



23.01.2014 05:43 | oxir

3. tişta ku teqez ji 6 hezaran zêdetir kes bikartîne ye.

yaw hema bêje ez dikarim 6 hezar kes bêjmîrim * ji xwe vaye oxir xwediyê 4-5 heban e.

dibe ku ew hejmar, hejmara kesên wergera facebookê dike be.



23.01.2014 11:10 | brusk56

4. min ev hejmar ji îstatîstîkekê stendiye ew jî ya rûpela ciwan haco ye ku 418 hezar endamên wê hene.



Binerin https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10200512790380579&set=a.1451670790075.51625.1782421466&type=1&theater



23.01.2014 14:46 | berxweda

5. tiştê ku bi îstatîstikên şaş li ber çavê mirovan reş dibe *

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=10200512790380579 li vê lînkê tenê hejmara endamên hin koman û di nav wan koman de rêjeya bikarhênerên ku feysbûka kurdî bikartînin dide nîşan. ez bixwe nebûme endamê wan koman. ji loma îstatîstikeke şaş e.



23.01.2014 22:30 | oxir

6. facebooka ku min bi xwe jî di karê wergerandinê de tabeke mezin pê re dîtiye, lê ligel hemû bang û daxwaziyên me hê jî gelek kes ên ku ji min çêtir bi kurdî zanin facebooka xwe nakin kurdî.. bawer nakim ku kesên facebooka kurdî bikartînin ji 10 hezarî zêdetir bin.. niha nayê bîra min lê berê metodek hebû ku mirov dikarî pê têderxe û bizane bê ka kî facebooka xwe bi çi zimanê bikar tîne, bi vê metodê me eyb û rûreşiya gelek nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, ku facebook bi zimaneke din bikar dianîn da ber rûyê wan.. hinekan jê lêborîn xwest û zimanê xwe kirin kurdî û hinekan jî tirr ji xwe bernedan û ser guhê xwe re avêjt..



23.01.2014 22:39 | endazer

7. Gava ku hûn vê girêdankê bitikînin, hûn ê bibînin ku ev endam bi çi zimanî facebookê bikartîne.



https://graph.facebook.com/berxweda hunê tenê berxweda jê bibin û agahiya hevalên xwe binivîsin



Di rûpelê de wê



{

"id": "1782421466",

"name": "BerXweda Azad",

"first_name": "BerXweda",

"last_name": "Azad",

"gender": "male",

"locale": "ku_TR",

"username": "berxweda"

}



xuya bibe ew "ku_tr" tê maneya Kurdî bikartîne û li tirkî dikeve facebookê



Hun jî dikarin nivîsê biguherin û ya li hevalên xwe binerin bê Kurdî ye an na



23.01.2014 22:45 | berxweda

8. tişta ku ji aliyê %19.4ê kesên rûpela tirşikê a li ser facebookê ecibandî tê bikaranîn e.

a rast min ev qas hêvî nedikir . ji ber ku ên vê rûpelê ecibandî, kurdî dizanin û dikarin fêm bikin. dîsa jî ji her 5an yekî facebooka xwe bi kurdî bikartîne.

vaye îstatîstîkên rûpela tirşikê ; (ev îstatîstîk a 1500 kesan e)

Tirkî 1.080

Kurdî (kurmancî) 292

Erebî 47

Îngilîzî (DYA) 24

German 20

English (UK) 16

Fransî (Fransa) 8

Swêdî 6

Denmarkî 4

Persian 3

French (Canada) 2



31.01.2014 20:14 | brusk56

9. mijara ku divê êdî navê wê bibe facebooka kurmancî ye *



29.10.2014 23:06 | berxweda

10. gere ku bibe kurdî(kurmancî), kurdî(kirmançkî/zazakî).



eke ev qas bibe, pir baştirîn dibe.



29.10.2014 23:08 | endazyar

11. tişta ku îstatîstikên wê yên nû amade dibine.



Li gor îstatîstîkên dawiyê bikarhenerên wê hîn li ser deh hezarî neketiye..



29.10.2014 23:08 | berxweda

12. bi rastî jî diviya navê wê biba "kurmancî".heman tişt di wîkîpedîa yê jî de heye.ez bi xwe gelek aciz dibim ji ber vê rewşê..



30.10.2014 00:33 | vêca çiyeeee

13. Tişta ku ji xwe ji aliyê kurdan ve nayê bikaranîn. Çi zazakî çi kurmancî.

kurd miletek ev qas xwelîser e. Tu bêjî bila facebook bibe kurdî belkî 100 hezar îmze bikarî berhev bikî. Lê ya çêkiri di ortê de ye tu kes bikarnayne.

Wextê hilbijartinê de jî wisa ye. nîvê kesên tên mîtîngan, reya xwe bikarnaynin.

erê 2 pirsgirêka herî mezin a kurdan ev in. Yek facebooka kurdî ye û ya din jî hatina mîtîngan lê bikarneanîna reyan e *



30.10.2014 16:49 | brusk56

14. ji zaravayê kurmancî pêşî, ji bo zaravayê kirmanckî jî dibe.



ez bawer dikim ku kirmancê me zêdetirî,ê facebookê xwe bi tirkî bixebite. lê ez li ser ev xebatê de dixebitim, sedemê ruçikê faşîstê tirk û kurdan(kirmanç ku dibejin em ne kurd in).



30.10.2014 19:02 | endazyar

15. çend sal berê, -belkî hîn xwendekar bûm- li otobûsekê zilamekî mezin ê xuya bû ji karadenizê bû, hat cem min û ji min rica kir zimanê facebookê bikim tirkî. min li sepanê neriya ku kurdî ye. heta wê demê nizanîbûm kurdiya wê jî heye.

ev 10 sal in bi kar nayînim.



18.02.2022 19:37 | biruya hayao miyazaki

16. dibêm qey Xwedîye malpera facebboka gundê me ye. Camêr Xwedêjêrazî parvekirinên xwe peyamên xwe pirani Kurdî datîne. Belê kêmasî ji alîyê rastnivîsê hene lê wekî din ji peyamên wî devoka Omeriyan difûre.



19.02.2022 01:27 ~01:27 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» facebooka kurdî-kurmancî
» kurdîniya malî

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî