Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
şivan perwer - tirşik
şivan perwer
(20) (12) (11)
di mijarê de bigere

1. hozan û hunermendekê kurd ku ji aliyê cîhanê ve tê nasîn û bi mûzîk û stranên xwe hestên welathezî û niştimanperweriyê di dilê gelek kurdên apolîtîk de çandiye û çavên gelek kurdên ku ji aliyê rejîm û sîstemên xêrnexwaz ve hatîn xirandin bel kiriye û vekiriye.. demekî ji ber ku nexwest di bin sulta û hegemonyeya pkk-ê de hunera xwe îcra bike pevçûn û nexweşî di navbera wî û pkk-ê de çêbûn û heta alîgirên pkk-ê li çend deran bi ser konsertên wî de girtin û saza wî şikênandin û nehêliştin şivan hunera xwe îcra bike.. lê niha her du alî jî ji bo prestîja xwe ya di dilê gelê kurd de xirab nekin zêde naaxivin û nakevin nav polemîkan..



ji malpera wî ya fermî jînenîgariya şivan perwer:



Yek ji biranîna zaroktîya Mamosta Şivan ewe ku, cîran û derdoran bi dengê wê zarokatîya xweş stran hertim jê dixwestin „ Şivan aha ji te re du qend, stranekê ji me re bejê ! „. Xelkê dewr û bera wî, bi rastî jê hez dikirin. Ji ber ku wî atmosferek heskirinê diafirand. Şivan bi moralî û di nava wê atmosfera danûstandinê de mezin bû. Dewra çû xwendegeha destpêk, edî ji ber dengxweşî û evînîya hunerî, jê album çekirin dihate daxwazkirin. Lê li wê dewrê daxwazyake wî ya hunermendbûn tune bû. Daxwazîya wî ya hermezintirîn dewamkirina xwendina bilind bû, da ku rojekê weke rewşenbîrekî xizmeteke zanîstî bike. Ji ber ku hunerê Kurdî jî ketibû bin bandora Turkî, weke zimanê Kurdî. Ji her hêlê de Kurdayetî jî ketibû bin astengîyê.



Lewma stran û awaz nalîniya daxwaz û dilêşîya jiyanê bû. Ku mirov dibîne li dawiyê biryara daxwaziyên dilê Şivan bi stranan têne der. Daxwazî bi reya stranê li gel xwe mebesta hevalbendî, mirovantî, dostî, azadî û aştiyê tîne ziman. Her stranek nuh bi xwe re mesajek nû dianî. Ji ber vê yekê jî, di destpêka 1975 kel û kilsa jiyanê Şivan kir hunermendekî bangewas û protest. Jê dihat pirsîn; ji bo çi te şans û şuhret nebijart? Şivan digot „ Min dixwest her stran ji bo rastî daxwazî, rewş, azar, êş, bindestî û daxwaziya gelê min rastiyê bîne ziman. Min xwest ez ruyê muzîka Kurdî yê rastî bidim ber çav, kesayetî bidim qebûl kirin. Bi muzîk xizmeta xelkê xwe bikim. Ji ber ku li ser êş, elem, dilşewatî, qederreşî, bêhêvîtî, bêmoralî, bêrewşenî û hwd serê gelê Kurd tevlihev kiribû. Muzîk bûbû parek her giringtir li jiyana me.



Şivan teorî û perwerdebûnek muzîkî di destpêkê de negirt. Wî matematîk dixwend. Lê pêre ji ber serpêhatî û giringîya xizmetek rasterast pêwîst bû xwe bi hunerê bixemilanda. Roj bi roj stranên nuh der anî, lêkolîn li ser rastîya jiyanê, derhekê edebiyatê, dîrokê, felsefê, polîtîka, rewşa socio-aborî û socio-çandî ketibû nava kurayak pir berfireh û evan hemû bi muzîk stira û kir stran. Gava mirov stranê wî guhdarî dike evan hemûyan têde dibîne. Bi rastî jî zankoya jiyanê ya hunerî teberkir. Zatî zanista û rewşenbîr jî li ser fikr û ramanên weha lêkolîna dikin û dixin warê perwerdebûnê. Em dikanin bêjin ku eve zankoya Şivan. Huner berfireh bû û Şivan Perwer bû hunermendekî navnetewî.



Şivan Perwer navêkî bi hêz û heyecane. Ji hemû hunermendan ferqa wî jî eve: jiyana wî weke bahozêye. Dengî wî weke babelîskêye. Herdû li hevdu dipiçikin û di serê mirovade guhertinê çedike. Dema li ser sanoyê li hemberê temaşevanan distrê, hewqas konsentre dibe ku mirova jî bi xwe re jîyandin dide. Ger mirov zimanê wî tenegeheje jî, li hal û hereqetên wî her mebest berçav dibe. Mirov li gel stranê wî dikeve nava rastîya jiyanê. Derhêze dibe, tê galeyanê, motîfe dibe û dikeve nava lorîna fikr û ramanên wi yên bi azadî, aşitî, rastî, rêzanî, mirovantî, evînî û bi wan daxwazîyan sergobergo dibe. Di encam de motîfê dibe û keseyetîyake Kurdperwer derdikeve holê. Eve Kurdê Şivan Perwer.



Di vê qonaxê de Şivan bûye destanek jîndar, û digere li hemû hêlên cihanê. Ji bo piştgirî, alikarî, hunerî û multi-kulturel festivalan, li royê cihanê digere û doş dibe. Stranên wî rengînin: klassîken gel, foklor, lawje, lorîk, pêşmerge, niştimanî, payizok, qehremanî, felsefî, parabolîk û bi her motifê meqeman hatîye afirandin. Bi cuda zaravên Kurdî distrê.

Zêdeterî 30 salane ( ji sala 1976 anve ) derbedere. Şivan pir zehmet û ezab kişand lê pir heskirin û dilxweşî jî dît. Ji gelek mirinan xelas bû, lê bi stranên wî gelek kesan jî şehîd bûn. Şivan bû hunermendê aştî, azadî, şehîdan, welatperwerî, netewayî, yanî figurê hunera azadî. Ji ber vê yekê jî qasi hezkiriyên wî, nebaş, kumreş û dijminên wî jî zêdetir bûn. Jiyana Şivan firtineye.

Şivan Perwer îro li Almanya bi war bû ye. Ji ber xebat û xizmetê li hemû hêlên Cihanê digere. Li sala 1991 li konserta Simple Truth li gel Peter Gabriel, Sting, Paul Simon, Tom Jones, Gipsy Kings û gelek Hunermendên Cihanê pêkve peşewar bû. Ew konsert gringtirîn yek li konsertên Cihanî bû ku ji bo alikarîya derbederbûn û helakbûna Kurda li Başûrê Kurdistanê di dema şerê Golfê de.

Berhemên Şivan Perwer zêdetir ji 25 Muzik-Albuman, Gelek klîp û fîlmên Dokumentarî û Jinenigarî, 3 pirtuk û hwd. îro hene. Betir ji 30 salan xizmet kirîye. Bi gelek xelatên Netewî û Navnetewî hatîye pêşwazî kirin. Doktorayên Hunerî wergirtîye û bi navê Berpirsiyarê Çanda Kurdi li Cihanê hatîye bijartin. Di sala 2004 an de, Şivan Perwer çend gavên gringtir û pêşewartir avêt. Bi însîyatîvek philanthropic û bi taybetî ji bona pêşde xistina çandê ji bo civakê, Fonda Çanda Navnetewiya Şivan Perwer bingeh kir li Frankfurt a.M, Almanya.



ji malpera wîkîpediyayê bîyografiya şivan perwer:



Şivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Sêwregê ye xwedê daye.

Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan'ê biçûk li dora xwe de şexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndiyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandiya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin).

Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de kariye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jiyaneke berteng, zehmetiyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdiyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwediyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetiyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwediyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Şivan Perwer bi profesyonelî 1975'ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.



dîskografya:



Govenda Azadîxwazan (1975)

Hevalê Bar Giranim (1976)

Herne Pêş (1977)

Ey Ferat (1978)

Kîne Em (1979)

Hay Dil (1980)

Gele Min Rabe (1981)

Agiri (1982)

Bilbilo / Ferzê (1983)

Dotmam (1985)

Lê Dîlberê (1986)

Helebçe (1988)

Xewna Min / Qasimlo (1991)

Zembîlfiros (1992)

Ya Star (1995)

Nazê (1996)

Hêviya Te (1999)

Roj û Heyv (2000)

Sarê (2001)

Helbestên bijartî yên 1 /Kirîvê (2002)

Helbestên bijartî yên 2/Klasîk (2003)

Helbesten Bijarti yên 3 (2004)

Min bêriya te kiriye (2004)

Destana Rojava (2011)

Şivanname/Gazind (2013)



29.06.2013 03:38 | endazer

2. hunermendê ku li gorî gotinan heye ku dawiya vê heftiyê wê bi serok barzanî re were amedê.



11.11.2013 19:11 | simurg56

4. hunermendê kurd e ku bavê wî îro gotiye "ez lawê tirkan im"



ji ber ku hema bêje %99ê stranbêj, nivîskar, helbestvan û hunerendên dîtir yên kurdistana bakur ji dezgehên pkkê derketine û bi saya pkkê karîne hebin, şivan perver encax %0.001ê pkkê xizmeta kurdan kiriye.

ji aliyê din ve ku pkkê tune bûya jixwe wê şivan bixwe jî tunebûya.



13.11.2013 18:56 | simurg56

5. ji xwe bi albûma xwe ya dawîn qedr û karîzmaya wî ya mûzîkal şikestin xwaribû li ber dilê min îcar eger senaryoya muhtemel ya 16ê mehê jî rast derkeve wê bi destê xwe hemû ked û teba xwe ya siyasî jî edem bike û bi avê de berde..

berê dengbêjên dîwanên beg û mîran hebûn li kurdistanê mixabin îro jî stranbêjên serok û rêberan çêbûne li ser heman xakê.. li gorî min ji bo stranbêjekî gotina 'ez ê filankesî jî bi xwe re bînim' ya ji devê serokekî siyasî heqaretek mezin e.. lê qey mezheb û meşreba camêrinan çar ode û salonek e!

ya herî trajîk jî piştî 37 salên sirgûnî û mişextiyê, mirov were û di daweteke di bin sî û sîwana hikûmeta dewleteka dagirker û mêtinger de bistirê û wekê daweta bavê wî be lotikan bavêje..



13.11.2013 19:43 | endazer

6. stranbêjê ku nizanim bo gelê kurd çi gû xwariye ku dikare bi pkkê bê mukayese kirin.

erê hûnermendek gelek serkeftî ye, xwediyê dengekî bêhempa ye, stranên wî gelek xweş in, rast e .

stranê xwe gotiye, jiyana xwe xelas kiriye. çûye welatên ewrupayê jiyaye, perê xwe kar kiriye. ev e xizmet ? çi xizmetek mezin bo kurdan ! di çavê min de nikare bibe hin misqala şehidekî pkkê.

pîştî 38 salan li derveyî welat mayî, tê û bi kujerê 34 kurdên li gundê roboskê hatî kuştin, li amedê ê ku kurdistan e, lê kurd tê de bindest in, reklam dike, stran dibêje. mirov çawa dikare ev qas kor be fêm nakim.

ji xwe piştî derketî ser trt6ê û reklama akpê kirî, lavz avêtî pkkê ji çavê min ketibû. ma mirov dikare çi hêvî bike ji ew kesê ku derketî ser kanala dewleta tirk û ala kurdistanê a pişt de hatî sansûrkirin ?



14.11.2013 01:08 | brusk56

7. şivan perwer ew kesÊ ku stranÊ kurdÎ yÊn berÊ ji nÛ ve vejandÎye. lÊ belÊ şivan perwer ji şivanÎya xwe derketÎye Û Îro wek ismailÊ berê disa derketÎye pÊşberÊ me. raste dengekÎ bÊhempa li ser e, lÊ belê heman strana bidin kesekÎ,zarokekÎ ruhahÎ yê heman temÊ bide me. karÊ şivan stranbÊjÎ ye. ne sÎyaset e.



15.11.2013 15:46 | xelîlêzer

8. vê carê bi rastî jî xwelî li serê xwe kir. gelê kurda îro gelek xemgîn kir. afeRÎN Jİ TE RA



16.11.2013 18:34 | kurê xelkê

9. stranbêjê ku di vê strana xwe de, xwe gelek baş pênasandiye.









neke lawo neke

cahşîtî korucîtî ne baş e

xweda efû nake ger mirov xayînê welatê xwe be

ey tekoşerên doza me

bi îkna biçin ser birayên xwe

dijmin wan xapandiye



şivan perwer



17.11.2013 12:43 | brusk56

10. ew şivanê zana bi lehîstokê erdoxan.te'ba 35 salan binerd kir û min gellekî xemgin kir.



17.11.2013 16:08 | karmatî

11. pkkiyê kevin e.

min li derekê xwendibû ku ciwan haco digot "berê dema konser çêdibû pêşîn şivan derdiket ser dîkê û hemû kesî bi heyranî lê guhdar dikir. piştî ew çû, ez derdiketim ser dîkê ku piştî wê deqeyê piraniya gel belav dibû tenê komek biçûk ya ciwanan dima û li min guhdar dikirin"



berî çen salan dema ciwan haco hat tirkiyê û li batmana biçûk konser da, herî kêm 200 hezar mirov, li gorî hinekan ji milyonekê zêdetir mirov çûn û lê guhdar kirin. hemû ne ciwanbûn jî.



lê îro dema şivan perver hat tirkiyê, li bajarê kurdan yê herî mezin, tenê çend deh-hezarek alîgirên akpê hatin û lê guhdar kirin.



şivan mîtîngê de got "dema ez ji tirkiyê çûm ez ciwan bûm, lê niha dema vegeriyam êdî zilamek pîr im" mixabin rastî ji vê jî xerabtir e şivan; dema tu çûyî tu ji ciwan jî zêdetir bûyî, lê tu weke stranbêjeke dawetan vegeriyayî.



û tu hatî, te bi tatlises re duetê çêkir. ew tatlisesê ku berê te doz lê vekiribû ji ber ku stranên te bêdestûr diziyabû û ew tawanbar dikir û digot çanda kurdî asîmîle dike. ev ew tatlises e ku stranên kurdî difroşe tirkan û her û her bi mafyayan re têkildar e.



niha şivan tu hatî tirkiyê, gelo piştî heftiyekê dema medyaya virek te ji bîr kir, tu wê li amedê çi bikî?

tu dikarî konser bidî, dikarî herî mîtîng û xwepêşandanên kurdan, tu wê hilbijartinan de çi bikî?, tu wê bikarî herî mala dengbêjan, ger albûm çêkî bawer dikî ku tirk û kurdên akpyî yên xwefiroş û kurdî-nezan li te guhdar bikin? û tiştên din...



18.11.2013 21:14 | simurg56

12. ev du sê hefte ne ji serokê partiyeka rejîmê bêtir bi rojeva tirkiyê ve eleqedar dibe û derheqê rojevê de daxwuyaniyan dide.. herî dawî derheqê pêngav û hewldanên akpê yên li ser girtina dersxaneyên cemaeta fethullah gülen de daxwuyaniyek dabû û gotibÛ divê di derbekî re dersxane neyên girtin..

(bnr: taybetmendiyên karakterîstîk yên mirovên ruhayî)



24.11.2013 00:42 | endazer

13. ew kesê ku tê gotin destûr nedaye ku koma ferec strana wî ya bi navê hevalno têxe albûma xwe. (bnr: hevalno)



22.12.2013 14:55 | simurg56

14. hunermend û stranbêjê ku bûye yek ji aktorê rêze-fîlma taşeronê mezin ya beşa şeşemîn..

taşeron efendî tê de dibêje; şivan bi çend stranan dixwaze, li serê me bibe aktroreke siyasî, yanî dibêje, çavê wî lê ye, ku sempatî û îtîbara min a li cem xelkê - ku tê de bi deh hezaran şehîd medfûn in- ji min bistîne..



12.02.2014 00:26 | endazer

15. gelek mijaran de weke ocalan nafikirim. lê şivan perwer ne yek ji wan e.

pênas: hunermendê ku eyarek mezin ji ocalan xwariye û li ber raya giştî rizil bûye.



12.02.2014 19:07 | simurg56

16. erê qurban erê, eyareka mezin ji ocelan xwariye. ocelan teraziya çi ye ku şivan perwer helsengîne? ha helbet belku mirîdên xwe bi gotina ocelan re sedî sed berê xwe biguherin û kesê ku duh heyranbúnê re şorran û sixêf û dicûnan bikin. lê şivan ku çi kir bi xwe li xwe kir. qêmeta xwe li bazara cem kurdan biçûk kir. temam lê hez mekin qurban, lê bi wan gotinan jî lê mexin.



12.02.2014 20:04 | fethî ronî

17. li gel pozbilindiya wî heke ku bi pkkê here pê re agirbestekê îmze bike û li hilbijartinan ew bike namzetê stenbolê dê dengên bdpê ji sedî sed zêde bike.

(bnr: bêjinê bila bê emê li hev bin ez Û wê) *



17.04.2014 01:12 | oxir

18. nivîskar e jî. wextê xwe de ji bo zarokan pirtûkek bi navê çîroka newrozê nivîsandiye.

https://www.tirsik.net/danegeh/zarok/



06.07.2014 00:44 | simurg56

19. hûnermend û stranbêjê ku di vê demên xirab de derneketiye holê û straneke jî ji bo şingalê çênekiriye an ji negotiye.ez mitale dikim çima êdî dernakeve holê? li gorî dîroka stranbêjiya wî ,bûyerên wekî dagirkirina şingalê ji bo wî fersendek kêrhatiye lê vê neqilê ewî vê fersenda henê bikarneaniye û nekariye derkeve holê ji ber ku ew xwe ji dizane ewî pê destê xwe kuta çiqas yekê karîzmaya xwe û ji xwe qeraha.ez dibêjim qey êdî bûye şirîkê ibo yê avahiyan. yanî dev ji stranbêjiyê berdaye û bûye mitehît.



28.08.2014 11:11 | karmatî

20. ez ne şaş bim di pirtûkek mahmut baksî qal dike, salên 80'yî kurdekî bakûr dihere rojhilatê kurdistanê, li vira minîbûsekê sar dibe û ev diyaloga navberî wî ajovanê minîbûsê derbas dibe . Ajovan-tu kurd e? +erê -winî be niha roket bi te re heye +na, roketa çi? (bê tirs û ecêbmayî) -roket law, bandên şivan...



28.08.2014 13:04 | serpale

21. ez ne şaş bim di pirtûkek mahmut baksî qal dike, salên 80'yî kurdekî bakûr dihere rojhilatê kurdistanê, li vira minîbûsekê sar dibe û ev diyaloga navberî wî ajovanê minîbûsê derbas dibe . Ajovan-tu kurd e? +erê -winî be niha roket bi te re heye +na, roketa çi? (bi tirs û ecêbmayî) -roket law, bandên şivan...



28.08.2014 13:07 | serpale

22. bi tenê dengê wî xweş e hew!



29.08.2014 15:45 | ferhenga şikestî

23. (bnr: hangi şivan)



10.09.2014 14:17 | ciwanpiroz

24. ez îro li ser înternetê liqayî vîdeoya wê şeva ku dema şivan di salonekî de li ser sehnê stranan dibêje ciwanên sempatîzanên pkkê bi sloganên ''bijî serok apo'' bi ser sehnê de digirin, saza şivan ji desta digrin û dişikînin, lê didin, hatim.. ew vîdeo; http://www.sacitaslan.com/sivan-pervere-sok-saldiri-video-8361#.VBCjVY5o-pQ.facebook (piştî min darî vîdeoyê kir, hemû antîpatiya di dilê min de ya ji bo şivan şikest, çi qas heq li cem min hebe min hemû da şivan.. û çi qas çêr û dijûn hatibin ber devê min, min li wê qerebalixa ''caxwkutayî'' wer kir..)



10.09.2014 22:41 | endazer

25. xwediyê gotina tirkiyeya me



04.10.2014 17:34 | simurg56

26. ji zû de ye ku ji mûzîka kurdî ya vê taliyê eciz bûme, jixwe 'şarkicî'yên vê heyamê -ji xeynî çend kesan- bi kêrî serê pîvazê jî nayên..

min heya niha hemû stranên şivan perwerî godarî nekiribû, du roj berê min xwe bi xwe go yaw hele herim hemû albûm û stranên wî li telefona xwe qeyd bikim bê ka çi dibe.. nêzîkê 20 albûm min qeyd kirin û du roj e ku her û her bi tenê şivanî godarî dikim û min heyf li pêşeroja xwe anîn ku çima heya niha min tiştekî wisa nekiriye.. dibe ku ji ber xerîbiyê be lê du roj e ku dizanim ku muzîk dikare bandor û têsîreke çawareng di derûniya mirovî de peyda bikr, bi rastî jî rastîtir stranên wî hemû giş bêhempa ne mariv têr nabe.

şivan bi tena serê xwe kulliyatek e, ansîklopediyeke qerrase ye ji çanda me



10.01.2015 22:18 | ferhenga şikestî

27. hunermendê ku birayê wî yê li rihayê di hilbijartina giştî a 2015’an de bibe nemzatê akp’ê ye.



13.02.2015 12:53 | nazim tolhildan

28. (bnr: mehmet perwer)



13.02.2015 21:08 | simurg56

30. hûnermendê ku li welat cuda,li derveyî welat cuda diaxivît.ez tênegehişt im yaw te ewqas çêr û dijûn û xeber û sixef li partiyên tirka kirin û tu hatî digel serokê tirka û tirşikçî yê îbo hatî welatî û dûetek mê wate kirî û bila bila bila ...



nêyse hêjayî dirêjkirinê nîn e fermo vê vîdeoyê mêze bikin ..



https://www.facebook.com/video.php?v=1528057747477834



25.03.2015 20:31 | vêca çiyeeee

31. gava dibêjin muzika kurdî ew kesê ewil tê bira meriv. wextekî xebatê kû kir nehatin ditin lê nankorî û lê niheqî kirin mesele çiviya jî gere pişta xwe nedanayê tiştê şivan ji van re kir wan ji xwere nekir hê jî ne derenge lêborîn ji bixwazin bira.



21.04.2015 11:27 | shorbevan

32. Mirov dema yara/ê xwe li cem yekî dî bibîne dê çi hestan de be dema şivan tê bîra min ew hestên kezepsot wekî ewrek reş xwe li giyanê min dipêçe.





Şivan guhdar nakim dema dengê wî dibihîzim ewil hestên min ên bi heyranî û aşiqê deng û kesayeta wî ya zaroktî û ciwantiya min tê bîra min pişt re ji nişka ve rezîliya kesayeta wî tê bîra min û ez nikarim bê vê ramana nexweş wî guhdar bikim.



Belê xizmeta wî ji bo ziman û hunera kurdan gelek e, lê ev ji bo hezkirina kesekî ne bes e.





Ew evîna me bû û wî em xapandin. Bexşandina xwe bixwaze dibe ku em ji ber ku gelek jê hez dikin wî bibexşînin lê kiryarên wî yên rezîliya em bixwazin jî ne mimkûn e bête jibîr kirin.





21.04.2015 15:40 | hêja hûner

33. hunermendê ku gotiye derba herî giran, Erdogan û PKKê li pêvajoya çareseriyê dan..

heyirim, wa ye zimanê camêr vebûye û dikare rexne li erdoganî bike..



Here lînkê



14.09.2015 00:07 | ferhenga şikestî

34. hevalê duetê ya ibrahim tatlises e. (bnr: dueta şivan perwer û ibrahim tatlıses)



ibrahim tatlises, vê hilbijartinê de jî ji bo wekîliyê serî li akpê daye. min ji şivan jî hêvî dikir, lê mêrik rexneyan li erdogan kiriye. mixabin bi vî awayî nikare bibe namzet.



14.09.2015 20:56 | simurg56

35. Ê ku bi van kirinan ji bo Pêşerojê wekîliyê garantî dike.

(bnr: orhan miroglu)

Ev jî li bdpê tu nedima, negotî, niha jî di quna kerdogan ve maye.



14.09.2015 21:06 | azadixwaz

36. kesê li ser trt kurdîyê gotî bila xendek jî tunebin, qedexeya derketina derve jî. gotiye bila bakin kurdan û bi wan re biaxivin(ne pkk be jî vaye hdp li meclîsê), meclîs a her kesî ye. filan û bêvan...

pir dereng e, li ber çavên her kesî qîmetê wî ji nîvî kêmtir bî. gotinên wî gotinên nermik in lê tenê ji ber van gotinan wê ji akpê jî bê dûr xistin.

Here lînkê



08.12.2015 14:32 ~14:32 | azadixwaz

37. dîroka me yê zindî ye, sultana hunera kurdî ye, şanazîya meye.



08.12.2015 17:13 | brûsk

38. kesê ku ji ber ku tu qiymeta xwe nehişt di çavê gelê kurd de, gotinên wî yên vê dawiyê jî, wê kêr tu tiştî neyê.

lê gotinên xelet in ? na wele rast in. xwezî wek ku wî gotiye gelek kesan dengê xwe derxistiba.

xendek û îlan kirina xweseriyan ji bo berjewendiya kurdan ne tiştên baş in. bila êdî ev bê dîtin ji bo xwedê !



09.12.2015 10:51 | brusk56

39. mirovê ku, dibe ku hin gotinên wî rast bin, lê jixwe saeta xwerabûyî jî rojê 2 caran rast dibêje. min axaftina wî a trt'ê de temaşe kiribû. lê qasî serê derzî jî min samîmiyeta wî bawer nekir. bi refleksa wekîlên akp'ê yên kurd ve diaxifî.



09.12.2015 11:29 | nazim tolhildan

40. hunermendêkî zanaye, hêjaye, bi rûmete, qedirgirane.. . sîyasetmedarê divê keda wî ti car neyê jibîrkirin ger bibêje çi jî emê bibêjin li ser çeva.. kesê gelo jiber pkk kurdîstanê ne dixwest ew pkk bi hevdû neketin an na? niha camêr jî dibêje türkler benim dayı gülerim, aynı anadan babadan doğmuşuz.. wiha na meşe ji xwelî serîyê berjêrtir nexwazin biratîya wan bixwe serê wan divê em serxwebûnê bixwazin an emê ti dilekî rihet nedin wan..



09.12.2015 15:58 | shorbevan

42. (bnr: dilê min bû bahra belek)



26.11.2017 16:10 | bûtîmar

43. Nizanim ew çawa bû lê medyaya pkkyê wan rojan pir qîmetê tide şivan perwer.
Doh stêrk tv yê konsêrta şivan bi zindî weşandiye.
Here lînkê
Binaenaleyh xwezî çend stran li ser rojava bi taybetî li ser efrînê çêke.



06.12.2019 18:07 ~2019.12.10 19:30 | cinorek

44. Demek dirêj bû ku ji dilê piranîya Kurdan derketibû. Piştî ku dev ji piştgiriya AKP'ê berda, êdî vegera wî jî ne hêsan bû lê vaye navbera wî û rêxistinê nerm bûye. Ji bo wî pir keyfxweş bûm. Texmîn dikim ji gelek tiştan poşman e.
Ya ecêb ew bû ku piştî dev ji tevgerê berda, nekarî tu projeyek serkeftî jî derxe. Stranên bi îngîlîzî yên tevşomevşo çêkir.
Hêvî dikim dîsa stranên bi kurmancîya gewr çêke.



06.12.2019 19:06 | simurg56

45. gelek neheqî dît ji alîyê gel ve. kesên bê hed di derbarê wî de gotinên beredayî kir lê dîsa jî nikarin keda wî bin pê bikin. şivan bi qedr û qîmet e



07.12.2019 01:58 | lîfikê firaxê

46. Bi tevgerên xwe yên vê dawiyê xwe rezîl kiriye. Straneka bi navê "(bnr: bombala)" çêkiriye ku gellekî bi amator û arabesk e.
Weke din ev e demekê dirêje ku li herêma Kurdistanê bû. Bi qasê min bihîstî ji hikûmeta herêma Kurdistanê hêviyên wî yên alikariyê hebûn ji bo vekirina konservatûarekê. Dît ku hikumeta Kurdistanê tu alikariyan nadê dîsa berê xwe da avrûpayê. Di heman demê de berê xwe da Apociyan. Ew Apociyên ku di konserekî de saza wî di serê wî de şikandibûn. Ew Apociyên ku rojekî jî straneka wî di TV û radyoyên xwe de ne weşandî naha bi hawarî vê strana dawî ya şivan parve dikin. Ji bo çi ?
Ji bo hunermendiya şivan? Na!!
Ji ber ku wî jî êdî berê xwe daye Apociyan.
Stranekî li ser Ocalan çêkê ji xwe temam e. Êdî ew jî wê bibê murîdekê dilsoz yê Ocalan.



16.12.2019 00:49 ~00:52 | nan û av

47. hunermedê ku berî 15 salan çûye ber rehma xwedê. piştî mirina wî, kesek dişibe wî, ketîye şûna wî.
ravekirinek din tune ji bo karên wî yên van salan
(bnr: strana bi îngîlîzî ya şivan perwer)
(bnr: bombala)

heçko zeman ji bo wî di salê 90î de asê mabe. hê jî dema dest bi stranek bike ji adem û hewayê destpê dike, dikeve dîroka mezopotamyayê û ji kurdistanê derdikeve. heyran êdî dîya min jî dikare ji te xweştir behsa van retorîkan bike. tê bêjî qey yên li pêşberî wî hemû ker in û ew jî wan perwerde dike. di stranên wî yên berî 20 salan de jî wisa bû, niha jî wisa ye.

bi ya min ji aliyê entellektûelîyê ve gelek qels e. dengê wî ji bo dengbêjîyê zêde zêde xweş e. xwezî tenê vî karî bikira. dema dest bavêje qadên din, xwe rizîl dike.

ji bo xwedê bes e. em ji te bêtir xemgîn in ji bo karîyera te. ji ber ku şivanê berê, parçeyek çand û dîroka kurdan e. heqê te lê tune.



16.12.2019 23:11 | simurg56

48. şivan berê vê heftekê li ser youtubê di qanala xwe de dîmeneke nîv seatî par vekir. ev axavtin bi serenava bangek ji bo hîlekar, bê exlaq û nezanan hat belavkirin. di serî de şivanê min û we piçek pesna xwe dide ku dibêje ez li hemû civat û dewleta geriyame û min baş fam kiriye ku pergala cihanê çawa ye. çawa hatiye saz kirin. di dîroka wan de çi qewimîye. werhasil gelek behsa problemên girseyî dike ku êdî kurdekî nexwenda jî dikare van şîroveyan bike.

piştî demekî şivan ol û dînan rexne dike. bi kevneşopiya wan xwe gelek eciz dike û diqehire. bi rastî ne tenê ol û dînek îslamiyet û êzîdîtîyê rexne dike.piçek tund êzîdiyan rexne dike. carek dibêje ji ber zewaca keçeke êzdî bi misilmanek re keç tê kuştin.ev ne faşîzm e ev faşîstin faşîzm e. bi van gotinan rexneyên xwe dike. kerem bikin ku dixwazin guhê xwe bidinê ka şivan çi gotiye









piştî vê banga şivan gelek rexne hatin yek ji van rexneyan jî ji xidir feqîr hat. di serî de camêr sibê şivan hunermend e ez ji no vê tiştek nabêjim lê bi kurt û kurmancî got şivan nanê me li xwe heram kir. diyar e ku xidir feqîr gelek hêrs bûye got ez jî bi stranekê bersiva şivan bidim. bi strana gelêrî kirîvê ku şivan jî xwendiye bersiva wî da ya sosret peyvên stranê bi kurt û kurmancî dibê ez ê herim gulîstanê birevînim li ser singa wê kêfê bikim û memikên wê vir de wir de biqulpînim.


herftek ewil xidir feqîr vê dîmenê li der youtubê belav kir






22.04.2020 14:22 ~14:24 | roberz

49. (bnr: 13 nîsan 2020 banga şivan perwer)
Di banga xwe ya dawîn da camêr dixwaze bala ciwan û xortên kurda bikêşe li ser kurdbûn ê. Ji ber olan cûdabûn û dijmintî kirina kurda rexne dike. Şivan perwer ji kesî re nabêje ola xwe berde. Ji hemûyan re dibêje kurdbûyîna xwe bernedin da em neyên kuştin.

Yekî bê edeb bi navê xidir feqîr ji êzidiyane, rabûye rexne kirina şivan perwer wek heqaret fêm kiriye û heqaretên xirabtir yên bê edebtir li ser navê bavê xwe û êzidiyan ji Gulistan Perwer re dike. Temam tu bê edebî tu dijûnan didî, te çi ji gulistanê ye ehmeq?
Min dîsa dît ku Şivan Perwer hêj kêm jî gotiye.
(bnr: xidir feqîr kî ye dqn)



22.04.2020 19:59 | de facto hozan

50. ev rexneyên bereday bo şivan hatine kirin jî erê nakim.Ez ne mirovekî gêj im ku guh bidim rexneyên bereday.Ez ê guh bidim şivan ji bo ku ez/em salan e vî hunermendê guhdar dikin/m û rêz digirin/m.Şivan bi salan e ji te re kulaman dibêje rojekî jî te rexne bike wê çi be ? Divê tu wî aforoz bikî.Wek hunermendekî hizirên xwe aniye zimên.
wisa dixûyê ku li vir şaşiyek heye;Di vîdyoyê de kesê ku diaxive dibêje ez kurê xidir feqîr , tehsîn feqîr im.Lê di vî (Here lînkê) mîjarê de wek (bnr: xidir feqîr) hatiye bi nav kirin.




23.04.2020 02:26 | brzn

51. Şivan Perwer vîdeoyek nîv seat dirêj weşandiye. Navê vîdeo: „Ji bo hîlekar, bêexlaq û nezanan“. Meriv guhdarî dike, behsa felsefê dike, dîn dike, dîrok dike, behsa Marks, Hegel, Öcalan, Barzanî, Îsa pêxember, Platon, Sokrates, Bûdha, Lûther û, û, û dike, gotinên wî diheren û tên, diheren û tên, tilîk û qelema xwe bilind dike û li hewa ba dike … paşê tu hemû guhdar dike û pê dihese armanca vê vîdeoyê çi ye – Êzîdî ne. Yanî hozanê 40 milion kurd „hîlekar, bêexlaq û nezan“ di nav nîv milion êzîdî de dît û dixwaze bavêje ser wan. Lê êrîşa wî şîfre kirî ye, ji bo ku ne wek li dîjî êzîdiyan were dîtin, lêbelê weke „rexneya pêşverû, zane, demokrat li dijî paşverûtî, faşîzm û neînsanî, û ne tenê bo êzîdiya, lê ji bo misilmanan û hemû dînan jî“. Li vira em ê vê dijminatî û kîna wî li dijî êzîdiyan ya şifrekirî hinekî dêşîfre bikin. Şivan di video de dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehmê kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune. Û dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Ew bi zanebûn pêşî bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide. Lê ew çarçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê vê vîdeoyê belav dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Lê ji bo ev yek xûya nebe, gerekî mînaka êzîdiyan têxe çarçoveyek berfirehtir û giştî nîşan bide, loma jî gerekî pê re bêje: “Ez KURDÊN MISILMAN JÎ rexne dikim”.

Baş e, em bêjin, eger ew bixwaze behsa êzîdiyan bike, bila bike, azadiya nêrîn û fikir e. Lê eger wisa be, dibe ku ew fikir û ramanên wî werin rexne kirin, ne tenê fikrên wî yên ku vekirî dibêje, herwiha yên veşartî, şifrekirî – kîn û nefreta veşartî li dijî êzîdyan. Ji ber ku di rastiyê de, rexneye wî “ya giştî, ne tenê ji bo êzîdiyan” tenê bi boneya rexnekirina êzîdiyan çêbû. Dijîtiya hemberî êzîdiyan li vira jî di vê yekê de ye, ku eger merî bixwaze kêmasiyên komekî rexne bike tevîku kêmasiyên wisa bi awayekî xirabtir ti komên din de jî hebin le vana rexne neke yan jî bike tenê jibo rexneya meriv ne yekalî xuya bike, wî çaxî sebeba rexne ne naveroka rexne ye lêbelê dijîtiya hemberî wê komê ye.

Şivan çi dibêje?

Dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehme kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune, u dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Bi zanebûn pêşin bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide, lê ew çaçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê de behsa êzîdiyan dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê ne rexneyek giştî ye, sebeb tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Ew dizane eger ew vîdeoyek tenê li ser rexnekirina êzîdiyan çêke, wê pirsan jê bikirana.

Şivan li ser êzîdiya dibêje: “Bîr nekin ku Laliş li axa Kurdistanê ye, Şêx Adî li axa Kurdistanê ye, Şêx Şerfedîn li axa Kurdistanê ye … hûn ji bîr dikin vêya! Û kengê jî Mîrê wan, Babaşêxê wan xwestin ji dibên em ne kurdin, em êzdîne“. Li vira Şivanê “pêşverû, dunya geriyayî, felsefe-xwendî, perwerdekirî”, weke ew di vîdeo de behsa xwe dike, li cem wî nasyonalîzma bêtolerans xûya dibe, ya ku ji bona gelek miletan bûyê cavkaniya faşîzmê, wek nimûne nazîyên almanyayê yan nijadperestên tirk. Wateya vê gotinê ev ê: Ev erd Kurdistan e, kî li ser bû, kî li ser be ew kurd e, yê ku vê qebûl neke ew şaş e, ji bîr dike vî tîştî. Dixwaze ku Êzîdî bêjin “Em Kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e, em vêya ji bîr nakin”, û nebêjin “Em ne kurdin, ne erebin, em êzîdî ne, em ne Kurdistanî ne, em Êzîdxanî ne, zimanê me ne Kurdî ye, zimanê me Kurdmancî/Êzdîkî ye”. Lê eger vî tiştî bêjin, wî çaxî ew ji bîr dikin ku “Şerfedîn, Şêxadî, Laliş li Kurdistanê ye”. Ev fikir di hestên nijadperestên kurd de kîna li dijî êzîdiyan çêdike û gelek caran bûyê sebebê kiryarên kirêt. Mêze kin, gelek kurd çi ji Nadia Mûrad re gotine. Tenê ji ber ku nabêje “ez kurd im” di tora medya de jê re tê gotin “tu qahpe ye”, “tu jina erebe”, “tiştê DAÎŞ bi te kiriye baş e û hîndik bû jî”. Raporek UNO ya sala 2009 behs dike çawa asayîşên herêma Kurdistanê 2 çalakvanên êzîdî îşkence kirin tenê ji ber ku negotin “em kurd in”. Netew, êtnîk, netewdewlet ji aliyê mirovan ve hatine avakirin, konseptên muhendizî ne, hemû netew/êtnîkên diyayê. Ev nêrîn di ilmê teôrîya nasiyonalîzm û êtnologiyê te li dinyayê di nav ilmdaran, profesoran serdest e, berhemên ilmdarên herî mezin li dinyayê, wek nimûne Fredric Barth, Benedict Anderson, Eric Hobsbawm, Anthony Smith behsa vê li ser astekî zanyariya bilind lêkolîn dikin. Qey Kurdistan tim û tenê cihê kurdan bû? Ka milet û zimanê akadî? Zimanê wan dûrî kurdî bû, kevir û nexşên wan ji bin erdê Kurdistanê derdikevin. Ew der ne welatê aşûriyan, suryaniyan bû jî? Vira ne ew cihe ku em berfirehî behsa Akkadiyan, Hurriyan, Sumeriya, Mitanî, Med û Mesopotamia şirove bikin, tenê ev rastî: Netewa temîz, xwîna temîz, netewdewleta temîz, zimanê temîz tune, ev tenê encamên îdeolojiya nasiyonalîzmê ne, îdeolojiek, gava neyê sivîl kirin bi felsefeya pêşketî (kîjan di zimanê Şivan te xuya nake), dibe cavkaniya faşîzm. Ev faşîzma nasoynalîzm e ku dibe sedema bindestkirina, zulma liser hindekahî, nasnameyên olî û êtnîkî, hewla tunekirina wan e; li dijî pirregî, plûralîsma civakê ye, wekhevkirina bi darê zorê ye, asîmîlekirina nasnameya wan e. Şivan bi rûyekî ku tu dibêjî qey vedireşe dibêje “mîrên wan, babaşêxên wan dibên em ne kurd in, em êzîdî ne.”

Li vêderê êrîşî oldarên êzîdîya yên şexsî, Mîr û Babaşêx, dike, û berovajî vê yekê, ti rexneya xwe “ji bo hemû kurdan re” oldarekî kurda bi şexsî rexne nake. Balkêşe ku vê yekê dike tevîku rastî ev e: Mîr Hazem (û bavê wî Tehsîn) û Babaşêx tim dibêjim “Em kurd in”, hukumeta Kurdistanê çi ji wan dixwaze ew dikin, ji ber vê jî piranî êzîdî ji wan nefret dikin û vê yekê tînin ziman jî wek çawa Şivan di vîdeoya xwe de behs dike: “Belam her olek divê wezîfa xwe ya rastî bike, ne xelkê bixapîne. Nava êzîdiye me de mesele, dibêjin em kurdê resenî ne, em kurdê heqîqî ne […] em wan didin ser serê xwe.” Li vira ev pirs tê pêşiya mirov: Ger ev Mîr Hazem û Babaşêx tim digotin ku ew kurd in, pirsgirêka Şivan bi wan re çi ye? Em ê li jêr werin ser bersiva vê pirsê. Li aliyê din gelek meleyên kurd hene ku di mizgeftan de digotin ku êzîdî kafir in, kuştina wan helal e. Gelek kurd nanê destê êzîdiya naxwin, destkujiya wan heram dibînin. Lê di 45 salên hunermediya xwe de rojekî dijî wan kesan tiştek negot. Ew kesên ku cihê Şivan jê hatiye û lê mezin bûye nas dikin, dizanin ku li wê civakê kîna li dîjî êzîdiyan berbelave, ew kesê ji wê derê be û bêje “min tu caran gotinek kîndar dijî êzîdiya nedît”, bi ihntîmala herî mezin derewa dike. Wekî din jî naye hesabê Şivan, gava Mîrekî bêje (rast be yan na ew meselek din e) “ez ne kurd im”. Li vira merî tenê dikarî bigota: çi karê te weke ne êzîdî bi êzîdiyêk heye ku behsa nasnameya xwe bike? Kesê ku civaka êzîdî baş nas dike, zane ku, eger em hemû êzîdiyên cihanê binêrin, piranî êzîdî xwe kurd nabînin û ji ferzkirina nasnameya kurdî aciz in, û ew ne tenê şêxek e yan mîrek e, ew êzîdiyên “normal in”, tevî ku di nav êzîdiyan de fraksyona “kurdên êzidî” jî heye, kîjan jî wek Şivan ji vê yekê ne razî bin, lê rastî ev e.

Şivan berdewan gotina “em ne kurdin, em êzdîne” rexne dike û dibêje: “Ê baş e, Kurdên musulmanin jî bila bêjin em ne kurdin em misilmanin? Yê elewî bila bêjin em elewî ne? (…) Ger her yek bi vî alî here wê halê me çawa be gelo?“ Yanî azadiya êzîdiyan ji bo nasnameya xwe bijîn tuneye, êzîdî gerek binêrin ka ewil xwestina wan li gorî xwestina kurda ne yan na, ji bo siyaseta wan ya netewî li hev tê yan na, û eger na, gerekî nasnameya xwe biguherînin. Ev dîsa bêtolerasa nasiyonalîst e. Dişibe nasyonalîstên tirk, gava dibêjin “Heger em heqê perwerde kirina zimanê kurdî bidin, wê yên din jî werin wê vî heqî bixwazin, wê halê me çawa be?”. Anku heman arguman gelek caran ji tirkan hatiye bihîstin.

Ew berdewam dike û dibêje: „We [ji babaşêx û mîrê êzîdiyan re dibêje] hîşt kurdê êzîdî ber fermana û şerpeza kevin. Û SERÊ KURDÊ MISILMAN JÎ KELEREX KIRINE KU ÊRÎŞÎ BIRAYÊ XWE kirine gelek carî“. Li vê hevoka wî ya kurt de sê tiştên ecêb hene: 1) Mîrên nifşên kevn, yên berî Hazim û Tehsin Beg gelek ji wan ji aliyê kurdan ve hatin kuştin, dîroka wan Mîrên êzîdiyan tijî qehremaniya xweparastinê ye û bûne sembolên nasnameya êzîdîyan. Lê li gorî Şivan ew sûcdar bûn ku kurdan êrîşî êzîdiyan kirin. 2) Mîr û Babaşêxê îroyîn ku Şivan êrîşî wan dike bi temamî di bin xizmeta nasyonalîzma kurdî ya PDKê de ne, tu caran negotina “em ne kurd in”, berê û piştî 2014 jî, gava revîna pêşmergên wan bûne sebebê fermana 2014; êzîdî dibînin ku ev siyaseta kurdî/kurdistanî ya PDK ku li ser wan hatiye ferzkirin wan bê çek û bê parastin hişt, lê Mîr û Babaşêx heta îro jî destxweşiyê li wê siyasetê dikin. Xizmetek wiha ji bo kurdan, ku encama vê jenosîdek bû, icar çawa dibê “kelerexkirina kurdan” ji bo ku êrîşî êzîdiyan bikin? 3) Fermanên dijî êzîdiyan piranî bi destên kurdan hatiyê pêkanîn, meleyên kurdan fetwayê kuştina êzîdiyan derdixistin, sebeba wê doktrînek dînî (selefîsm) bû, lê li gorî Şivan Mîr û Babaşêx serên kurdan kelerex kirin ku êrîşi birayê xwe bikin. Yanî gava ku kurd êzîdîyên kafir dikuştin, wan re digotin kafir, jinên wan direvandin, wan bi zorê kirin misilman, melên kurdan fetwayên fermana êzîdyan derdixistin – ew sûcê Mîra û Babaşêxan bû.

Kurdan Mîr Elî Beg kuşt, ew sembola nasnameya êzîdiya ye, êzîdî wî di stranên xwe de tînin bîra xwe, lê kurd wî bibîr naynin. Mîrên kurdan Bedirxan Beg û Mîrê Kor ji bo Kurdan sembolên netewî ne, kurdan wan bi stranan tînin bîra xwe; lê ne ji bo êzîdiyan, wan ji DAIŞ bêtir êzîdiyan qetil kirin û jinên wan revandin. Bedirxan Beg jinek jî mala Mîrên êzîdiyan revand û kir koleyê xwe, ev yek kiriyarên DAIŞ tîne bîra mirov (DAIŞ jî wan kirinên kurdan tînin bîra êzîdiyan). Şivan jî bi strana “Ez Xelef im” pesnê Êzdîn Şêr Beg biraziyê Bedirxan Beg dide. Memûrê brîtanî Holmes dinivîse ku Êzdîn Şêr Beg carnan bi destê xwe 25-30 êzîdî ji ber kîna dînî dikuşt, wî pere pêşniyarî wî kesî dikir kî jê re êzîdiyêk bîne daku serê wî jê bike ji ber ku wî êzîdiyan wek kafir didît.

Şivan berdewan dibêje: “Di îslamê dibêje ew kesê îslamê berde, xwîna wî helal e, gerekî bê kuştin. Êzîdî jî dibêje kesê êzdayetî berde, xwîna wan qirêje, êdî nikarin bibin êzîdî. […] Keçek kurda êzîdî ji kurdekî musulman hez dike, dibêjin qetla wê helale, dikujin bi kevira, ev ne faşîzme ya? Faşîzm e […] Ne însan in!”. Şivan behsa keça êzîdî bi navê Dûa dike ku di sala 2007 bi awaykî hov bi keviran hatiye kuştin. Lê ne kuştin, ne jî kuştina bi kevira di doktrîna êzdiyatî de heye, berovajî vê yeke di doktrînekê îslamê de kuştina bi kevira ji bo zina heye û gelek carî ev ceza hatiye dayîn jî. Di doktrîna êzîdiyatîyê de zewaca hundurîn heye, anku êzîdî bi kesên ne êzîdî re nazewicin, ew kesê ku bizewice, ji êzdîyatî derdikeve û kesên ne ji dê û bavê êzîdî be, nikare bibe êzîdî. Heta vira raste. Mirov dikare vê yekê wek tengasî bibîne, azadî sînordar dike, ev rast e. Lê sebêbên vê qanûnê çi ne. Li gorî axaftina Şivan sebeb faşîzm û paşverûtî ye. Lê rast e ev? Em li vî meselî kûrtir binêrin. Haya Şivan ji qanûna şerieta îslamî heye gerek hebe. Êzîdî bi sedsalan li derdora desthilata şerieta îslamî dijîtin. Heta ku Kemal Atatirk bi darê zorê şeriet qedexe kir û medreseyên kurdan bi darê zorê da girtin. Him mezheba şafî him jî ya henefî dibêje ku nabe keceke misilman bi yekî ne misilman re bizewice, mêrê musilman dikare tenê bi yên ne misilman re bizewice, lê zarokên wan otomatîk dibin misilman. Kesên misilman nikarin ji îslamê derkevin, yên ne misilman divê bibin misilman. Ev şerîet hema bêje di hemû dewletên misilmana de îro jî qanûn. Êzîdî û hemû kêmolên din çawa dikarîbûn û dikarin nav vê faşîzma dînî de hebûna xwe biparêzin? Belê tenê bi zewacê hundirîn. Tu qîzek bide misilman, ew ji êzdîtî derket; tu nikare qîzeke misilman bîne; tu nikare kesên misilman ji îslamê derxe. Eger tu van tiştan bike, wê agir ser te bibare. Lê Şivan wê îslamê reform bike? Ewê mezheba şafî yan henefî ji holê rake? Ewê kurdan ji ummeta îslamê veqetîne? Kenê meriya tê bi nezaniya Şivan. Êzîdî ne ji ber ku xwe û dînê xwe jî yên din rastir dibînin wisa dikin, ne ji ber ku xwîna xwe paqij û yên ne êzîdî gemarî dibînin. Ew ji bo parastina hebûna xwe dikin. Lê meselya îslamê çawa ye? Ji bo parastina hebûna xwe yan ji bo tunekirina dînên din û firehkirina xwe wan qanûnên xwe danîne?

Di nav makezagona ku Herêma Kurdistan ji bo pêşeroja xwe çêkribû şeriet wek bingeha çêkrina qanûnan danîne. Anketên li Kurdistanê tên kirin diyar dikin ku piranî kurd jibo şeriet di makezagonê de dibêjin erê. Kuştina Dua bi keviran jî di atmosfêrek dijîtiya dînî li hemberî êzîdiya de rûda, du meh berî vê buyerê meleyek kurd kurdan tuj kir, ew ji mizgeftê derdiketin û avahiyên êzîdiyan dan ber agir, di nav de xaniyê Mîr Tehsîn Beg. Ji bo kuştina Duaye, misilmanan li Mûsilê otobosek sekinandin, êzîdî nav wan bijartibûn û dan ber guleyan wek ceza ji bo êzîdiyan çima wan keçek ku xwest bibe misilman kuşt. Kuştina wê binpêkirina mafên mirovan bû, kirêt bû. Qedexekirina zewacê astengkirina azadiyê ye. Lê Şivan fam nake ku gelek tişt girêdayî hevin: zewaca bi misilmanan re dibe sebeba tunebûna êzîdiyan, îslamîzekirina êzîdiyan. Şivan van gotinên xwe jî di demekî de dike, di kîjan de bi hezara kec jinen ezidi di desten misilmanen terorîst de ne. Heta îro wî ti gotinek li ser wan negotiye.

Şivan dîsa piştî behsa felsefe, dîn, Öcalan, Barzanî, siyaset û dîrok dîsa vedigere ser êzîdiyan û dibêje: “Biraderekî me […], kurdekî êzîdî ye, camêr kurdperwer e, kurdistanî ye, kurê wî jî kecekî kurda misilman hezkiriye, bav re gotiye ma ez kurd im ew kurd e, em herdu kurd in, bo çi em nikarin hev re bizewicin. Bav jî fikiryê heger rast em kurd bin, em kurdistanî bin, heqê wan heye, temam kurê min, başe. […] Camêr [anku Osman Güden] baş gotiye, baş kiriye; kekê Osman, Osman Güden […] destên wî xweş, esas êzîdiyê baş û kurdê baş wisa ne […] êzîdiyê baş kurdistanî ne […] Êzîdîxanî wisa ye”. Piştî şîroveyên li jor ev ne ecêb e: êzîdiyên ne kurdistanî bin ne baş in; êzîdiyên ku nexwezin bi kurdan re bizewicin, ew êzîdiyên ne baş in, ne êzdîxanî ne. Bi kurtî: Êzîdiyê nebêje “ez kurd im, kurdistanî me, ew êzîdiyêkî ne baş e”. Faşîzma nasioynalîst.

Osman Güden komelek çêkirye û serokê wê komelê ‚Mala Ezdai Kalkar‘ e. Osman Güden û “Mala Êzdayî Kalkar” girêdayî PDKê ne, konferansên PDK di wê malê tevî alayên partî çêdikir. “Mala Êzdayî Kalkar” endamek bû di rêxistina sîwan bi navê Zentralrat der Êzîdan, bi dehan Malên êzîdyan endamê wê ne û nûnertiya êzîdiyan Almanya dike. Osman Güden û komela sala 2019 ji wê malê hat avêtin ji ber tevgerîna xwe. Pirsgirêkên Osman Güden bi êzîdiyan re bi giştî du ne: 1) Êzîdiyên ku bêjin ku êzîdî ne kurd in 2) Êzîdiyên ku ne bi Mesût Barzanî, PDK û Pêşmerge re ne. Ji ber vê jî ew bi ti awayî êzîdiyan temsîl nake. Pir hindik êzîdî, qasî destek û herdem heman kes diçin Mala Êzdaî Kalkar. Güden kurê xwe ne gorî hed û sedê êzdîtî zewicand û Şivan li daweta wan axaftinek li dijî qeydên zewaca êzîdya kir. Pirsgirêka êzîdiya li vira ne zewaca kurê wî bû – êzîdiyên din jî hene bi ne êzîdî re zewicî ne bêyî ku êzîdî êrîşî wan bikin -, pirsgirêk dîsa wek berê çalakvaniya wî ya siyasî ye, ew dixwaze êzîdî bibn kurd, kurdistanî, PDKyî û bi kurdan re bizewicin.

Û li vira bingeha vê vîdeoya Şivan temamî tê ber çavan. Mîr û Babaşêx in ku herdem dibêjin “Em kurd in”? Helbet na, pirsgerêka wî tenê dimîne zewac e. Û ew pirsa qeydên zewacê bi wan re girê dide, ji ber ku ew mezinên dînê êzîdîtî ne. Şivan di zemanê pirsgirêka wî bi êzîdiyan re hebû ji ber strana “kirîvê”, belkî ev yek bandor li wî kir û heta roja îro hewcetiya tolhildanek di hundurê wî de maye. Di xwepêşandanek ê de piştî roja daweta kurê Osman Şivan di mîkrofonê de dest bi rexneyan li “Babaşêx û Mîran” kir, mebestan wî dîsa êzîdî bûn, piştî gotina “Babaşêx û Mîr” – li gorî mantiqa ku li jor hatiye gotin – hindek gotinên din jî pêve kirin ji bo wisa xuya neke ku ew tenê jî êzîdiyan re dibêje. Şivan ketiye halekî ku êzîdî jê re bûne derdek, belkî bêyî ku wî xwestibe, bêhemdî. Meriv tenê dixwaze jê re bêje: Xwedê û Şifayê bi te.

Û ya dawî jî divê bê gotin, eger êzîdiyek bêje “ez kurdim”, “ez berî her tiştî kurdim, paşê êzîdî”, wê gavê Şivan derbarê wan de rast dibêje, hemû gotinên wî di cih de ne. Ma miletek ku kesên wan bi hev re nezewicin dibin miletek? Helbet na. Ji van “kurdên êzîdî” re durust e ew di bin stranên Şivan Perwer de ku têde pesnê kesên ku serê êzîdiyan jêkirine û jinên wan revandine dike bireqisin. Ji wan re duruste gava faşîstên kurd kesên êzîdî îşkence bikin tenê jiber ku nabêjin “em kurd in”. Ji wan re duruste gava kurd ji Nadia Mûrad re bêjin “tu qahpe ye”, tenê ji ber ku ew nabêje “ez kurd im”. Eger ew “kurdên êzîdî be”, wê heqê Şivan hebe wan rexne bike, ji ber ku ew hunermendê herî bi bandor di dîroka kurdan de ye û kurd kurd in, dînê wî çi be bila be.



23.04.2020 11:10 | hola êzîda

52. Şivan Perwer nirxek yê Kurda ye. Îro hinek kes bi gotinên beredayî û bi manipulasyinan êrîşî Şivan dikin. Hûn bi qurbana Şivan bibin! Sedeqeya welathezîya wî ji heft bavê we re bes e



23.04.2020 18:49 | lîfikê firaxê

53. hunermendê kurdan ku 56 komelên êzîdiyan li dij peyamek weşandin:

Êzdî di navbere xwefêmkirin û pêşdarizandinê de: Rêyên diyalogê
- Daxwiyaniya navnetewî ya mal, yekîtî û saziyên Êzdiyan-

Em, îmzevanên vê daxwiyaniyê, bi hemû hêza xwe gotinên hûnermendê Kurd Şivan Perwer (navê rast: İsmail Aygün) yên cerisandî û cûdaxwaz şermezar dikin. Wî di vîdeoyekî di 13yê Nîsana 2020an de hatiye çêkirin û qasî 33 kêliyan dirêj û di ser medya civakî de ji aliyê gelek kesan ve hatiye temaşekirin de, bi awayekî hedêxwederbaskirî, behsa ol û çanda Êzdiyan kiriye. Wî Êzdiyatî wek faşîst û paşverû binav kiriye, li himberî rûhaniyên wê bêhûrmetî kiriye û ev çanda kevnar ya mîrateya hezarsalan e, xistiye bin piyan. Peywên wî yên pîrolekirî, tijînefret û nijadperest, cewherê hizrên giyaneke bêxweşbîn, cehalet, çewt û dijminê mirovahiyê ye. Em ji ber van peywên wî yên bêpîvan û bêdezgîn, bi kûrahî dilşikandî ne. Kê li himberî tevahiya civakekê nefretê diçîne, ew bi zanebûn aşîtiya civakî dixe nav xeteriyê. Her kesekî xwediyê hizireke rêzdar e, divê bi tûndî li dijî vê yekê raweste.

Gotinên hûnermend Şivan Perwer ne yên cara ewil in û ne gotinên wî yên kesayî yên bêhizir in. Jê zêdetir, ew elameta ûlsereke ji demeke dirêj ve civaka misilman-kurd zeft kiriye û bernade ye, bi taybetî jî lisernesekinîna derbasbûna civaka Êzdî ye. Îro jî di navbera civaka kurd-misilman û civaka Êzdî de xendeqeke kurr ya bi pêşdarizandin û tewambariyên şaş dagirtî, heta asta nefreteke kor li himberî Êzdiyan berdewam dike. Îro jî, Êzdî ji aliyê gelek xwişk, bira û cînarên xwe yên Kurd ve wek kafir û bêxwedê têne îthamkirin. Me di paşerojê de ev yek nepejirandiye û di pêşerojê de jî emê bi hemû hêza xwe, ji bo parastina xwe têbikoşin. Baweriya bi ramanên di navbera Kurdên Misilman û Êzdiyan de xendeq nînin, şaşiyeke siyasî û civakî ye. Mirov wê nikaribe pêşî li parçebûnê bigire, eger mirov xwe nexe bin barê xweyî dîrokî û di bilindahiya biçavlêrihêntinê de, bi hev re nekeve nav danûsitandinê.

Ji aliyê dîrokî û sosyopolîtîkî ve, liserxebitîna vê ramanê, biaqilî ye: Pêşiyên beşên mezin yên civaka Kurd ku îro Îslamê wek ola xwe dipejirînin, Êzdî ne. Eger gelek Kurd vê yekê red bikin an jî li dij derkevin, an jî zanîneke wan ya dîrokî tinebe jî, koka wan Êzdî ye. Ev mîrate tê wateya berpirsiyariya gişcivakî ji bo civaka Kurdî. Divê mirov bi vê berpirsiyariya xweye dîrokî rabe, ne mîrateya dîrokî têxe bin piyan. Ev yek vêga jî, li pêş paşpîlanan derbas dibe, ku vegûhestina baweriya Êzdiyatiyê ber bi Îslamê ve, bi gelemperî ne bê xwîn pêk hatiye û tenê di dusedsalên dawî de, bi sedhezaran mirovên Êzdî bûne qurban. Ev jî bi heman awayî, wek heqîqeta dîrokî ku domdirêj nikari bû bêdeng bimîne, pesend kiriye, cihê xemgîniyê ye. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi nirxandinekê heye. Modelên dîrokî yên mîna Komîsyona Heqîqetê, ku li Afrîkaya Başûr piştî bidawîbûna rejima Apartheidê hat damezrandin, dikarin li vir wek mînakên erênî xizmet bikin. Divê ev wek projeyeke ji bo tevahiya civakê were fêmkirin û hemû komên din yên mîna Mesîhî, Elewî, Cihû, Asûrî, Kildanî, Aramî, Ermenî ûhwd. bigire nav xwe.

Tevî barê giran yê dîrokî, tevî gelek pevçûnan jî, Êzdiyan dev ji çanda Kûrdî bernedane. Tiştê îro jî piraniya Êzdiyan ji bo çand û dîroka Kurdî hest dikin, ne êş e, dilovanî ye. Eger parçeyên civaka Êzdî hest dikin, ku ew girêdayiyên çanda Kurdî ne, hingê ew piştrast in, ku ew beşekî civakeke mezin û kevneşopî ne, bêyî ku ew azadiya xwe radest bikin. Eger beşên din yên Êzdiyan xwe ne girêdayiyên çanda Kurdî hest dikin, hingê na, ne ji ber ku ew vê çandê pîçûk dibînin an jî red dikin, dervayî wê ji ber ku pêwendiyeke wane cûda ya sade bi pirsên qewmî û netewî re heye. Hestiyariya neteweya Kurd ya zêde dibe jî divê bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne: Êzdî xizmên kevneşop û dîrokeke serbixe ya bi hişmendiya xwe, hişmendiya Êzdîtiya azad in. Em Êzdî, bi bûna xwe ya beşekî tevahiyeke mezin kêfxweş in, lêbelê em naxwazin ku em ji bo armancên siyasî bêne mezaxtin; em Êzdî di wateya hişmendiya têgihiştina navnetewî de, di her astê de dixwazin cih bigirin, lêbelê rolekî ku ji derva ve ji me re were dayin, naleyîzin; em Êzdî bi kêfxweşî amade ne ku nêzî kesên din bibin, lê ne ji bo ku em nasnameya xwe radest bikin.

Ol û çanda Êzdiyatiyê bi hindikayî 4000 sal kevin e! Tevî gelek qirkirinan ew heta roja îro li ser piyan maye. Ev, tenê, bi baweriyeke zexim ya ilmê ola Êzdiyatiyê ya ti caran dijminatiya cîhana dervayî nake, bi taybetî hevkar û xweşbîn e û xwediyê rastrêya nirxên însanî ye, gengaz bûye.

Papa Franziskus di axaftina xwe ya hevdîtina heyeteke Êzdiyan ya di 24 Çile 2018an de pêk hat de, bi kelecan qedere Êzdiyan ya dîrokî anî ziman. Wî got: "Mixabin, dîroka weye bi maneviyat û çandê dewlemend, bi çewisandinên bi mafên bingehîn yên navnetewî yên mirovan nikarin werine îzahkirin, hatiye nîşankirin: Revandin, koletî, êşkence, olvegûheztinên bi zorê, kuştinayî. Perestgehên we û deverên we yên pîroz hatine hilweşandin. ... Dîsa ez dengê xwe ji bo mafên Êzdiyan bilind dikim, bi taybetî jî, ji bo hebûna mafê wan wek civakeke olî: Ti kes nikare hêzê bikar bîne, ku komeke olî ji holê rake, ji ber ku ew ne tabihê komên bi vî rengî "xwedîtolerans" tên hesibandin e. Van gotinên hişyarî û tevgerînê, ji rastdariya xwe tişt winda nekirine. Ew diyar dikin, ka çawa dikare diyaloga di navbera baweriyan de bê meşandin.

Herkesê dikare bi heman nirxên xweşbîniyê û fêmdariya navnetewî bê naskirin, divê di bilindahiya biçavlêrihêntinê de bibe alîgirê diyalogê. Di dema derbasbûyî de jî gelek mînakên erênî yên hevdûfêmkirinên tijîbawerî çêbûne. Ji ber vê yekê divê em hemî, bi awayê çalak piştgiriya aşîtiya bihevrejiyana Êzîdiyan û Kurdên Misilman yên Îraq, Tirkiye, Sûriye û li her deverên din, bikin, ne pêşdarizandinên dij-êzdî û dij-kurd teşvîq bikin.

Îmzevan (21.04.2020)
1. Akademiya Êzdiyatiyê li Bayernê k.n.
2. Civaka Akademîkarên Êzdiyan k.n. (GEA)
3. Civaka Êzdiyan li Bochum k.n.
4. Civaka Êzdiyan li Göttingenê k.n.
5. Civaka Êzdiyan Osterholz-Scharmbeck k.n.
6. Civaka Êzdiyan ya Bielefeldê (OWL)
7. Civaka Êzdiyan ya Çandê li Pfalzê k.n.
8. Civaka Êzdiyan ya Emmerichê k.n.
9. Civaka Êzdiyan ya Güterslohê k.n.
10. Civaka Êzdiyan ya Münsterê k.n.
11. Civaka Êzdiyan ya Rheinland-Pfalzê k.n.
12. Civaka Êzdiyan ya Sulingenê k.n.
13. Civaka Êzdiyan ya Verdenê k.n.
14. Civaka Êzdiyan ya Wilhelmshavenê
15. Dengê Azad (DRA)
16. Dostaniya Alman û Êzdiyan k.n.
17. Foruma Êzdiyan Oldenburg k.n.
18. Hevgirtina Êzdiyan ya Nienburgê k.n.
19. Hêvî-Komela Malbatên Kurd li Lippeyê k.n.
20. Hevkariya Ciwanên Êzdî (HCÊ)
21. Komela Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê k.n.
22. Komela Çandê ya Êzdiyan li Heidekreisê k.n.
23. Komela Çandî û Civakî- Kaniya Spî li Bielefeldê k.n.
24. Komela Derdorê Hevaltiya Alman û Kurdan li Sendenê k.n. (DKFK)
25. Komela Êzdiyan ya Çandê li Danîmarkayê
26. Komela Êzdiyan ya Çandê li Frislanda Rojhilat (Ostfriesland) k.n.
27. Komela Êzdiyan ya Cilûbergên Kevneşopî k.n.
28. Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzdiyan yên li Tirkiyeyê (KMGE)
29. Lalish TV li Almanya
30. Mala Êzdiyan ya Amûdê (Sûrî)
31. Mala Êzdiyan ya Efrînê (Sûrî)
32. Mala Êzdiyan ya Helebê (Sûrî)
33. Mala Êzdiyan ya Hesekê (Sûrî)
34. Mala Êzdiyan ya Serê Kaniyê (Sûrî)
35. Mala Êzdiyan ya Tîrbe Sipiyê (Sûrî)
36. Mala Ezidiyan ya Berlinê k.n.
37. Meclîsa Bilind ya Êzdiyên Sûriyê
38. Meclisa Gundê Bacinê (Tirkiye)
39. Meclîsa Jinên Êzdî li Berlînê k.n.
40. Meclîsa Şengalê li Dervayî Welat (MŞD)
41. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Celleyê k.n.
42. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Hammelnê k.n.
43. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Liege (Belçîka)
44. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Weselê k.n.
45. Navenda Çandê ya Êzdiyên Bremenê û Derdorê Wê k.n.
46. Navenda Êzdiyan Baden-Württemberg k.n.
47. Navenda Êzdiyan ji bo Hûner û Çandê (NCÊ)
48. Navenda Êzdiyan li Freiburgê k.n.
49. Navenda Êzdiyan ya Çandê li Hollandayê
50. Navenda Hunermendên Êzîdxanê (NHÊ)
51. Ronahî Komela Diepholz-Êzdiyan ya Çand û Civakê k.n.
52. Sîwana Meclîsa Jinên Êzdî k.n.(SMJÊ)
53. Yekîtiya Ciwanên Êzdiyên Suriyê
54. Yekîtiya Êzdiyan li Siegenê k.n.
55. Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê (YÊS)
56. Yekîtiya Hiqûqnasên Êzdiyan k.n.
57. Yekîtiya Navendî ya Komelên Êzdiyan k.n. (NAV-YÊK)

Îmzevanên daxwiyaniya (21.04.2020): Êzdî di navbere xwefêmkirin û pêşdarizandinê de: Rêyên diyalogê
- Daxwiyaniya navnetewî ya mal, yekîtî û saziyên Êzdiyan

Em wusa duxazin!

Gesellschaft Ezidischer AkademikerInnen (GEA)
gea-ev.net
info@gea-ev.net



23.04.2020 22:47 | hola êzîda

54. Hozan û stranbêjekî hêja ye bê şik.
Ev sî çil salî zêde ye ku kar û xebatên wî yên bêhempa henin ji bo çand û zimanê kurdî.
Lê qasî ku ez dibînim, çi fikr û ramanên wî hebin bi rêya stranan bîne ziman wê çêtir be.
Gava bi xeberdanên xwe dikeve nav siyasetê hinek dilewitîne.
Bila stranan bêje bese û ji serê me zêde ye, ka ew nîba kê dikaribû vê stranê bigota:




24.04.2020 00:30 ~00:31 | afa

55. Qasî ku em dizanin şivan perwer li ser êzdiyan gelek stran distriye û her wiha ez bi dil bawer im rêza wî ji her ol û bi taybetî ji ola êzdiyan heye. Ez di vê mijarê de dixwazim nirxekî wisa bikim. Pêşî ez hinek behsa ola xwe bikim. Ez di nav malbatakî mislimanê sunnî de mezin bûm. Bi xwendin û naskirina fikrên olên din fikrên însanên din îro ez xwe wek mislimanekî sunnî nîşan nadim. Û distûra min jî ew e ku mirov lazim e li hemberê her fikrê rêza wî hebe. Bi ya min bi vî awayî em dikarin bi hev re jiyanek ava bikin.

Îro birayên me yên êzîdî li hember ola xwe dikarin rexnekî bikin. Dikarin Ji hev cûda bifikirin yan em bêjin mirovek êzidî di ola xwe de bi fikrê xwe tiştek çewtî dît dikare bîne ziman, dikare rexnekî ser vê tiştî bîne?

li hember Gotinên şivan perwer bi dijûn û bi nefret ji teref êzîdiyan ew qas rexne ger hatiba mixabin em nikarin bêjin êzîdî li ser xwe û dîna guftugoyek dikin. Ji bav û bapîrên xwe çi dîtine heman tişt bawer dikin wek berê dewam dikin. Ê çi ferqê we ji daişê ma? Belkî hêz û quweta we hebe hûn misilman û fileyan bikujin jî. Bila mabesta min baş bê fêmkirin. Dîn wexta ku nebê niqaşê endamê vî olê dikarin ji bo dînê xwe rast-xelet her tişt bikin.

Gotinên şivan perwer di cî de ne. Rast gotiye ne zêde kêm gotiye.



24.04.2020 00:34 | kajav

56. Stranbêjekî navdar û gellekî jêhatî yê mûzîka kurdî ye. Bi mûzîka xwe ve bandoreke mezin li ser nifşên Kurdan çêkiriye. Dema derdikeve li ser dikê bi şal û şapikê xwe yê kurdewar, bi tembûra xwe û bi coşa xwe hesteke netewî dike dilê xemxurên kurdî û Kurdistanê. kengî li rastê Qeydên konsertên wî yên kevn bêm, ji dengê wî û ji dilsoziya wî re dibim hijmetkar û kêfxweş dibim ku me stranbêjekî wiha heye.

Lê ji bilî van pesn û wesfên wî xwediyê kesayeteke pirr ecêb e. Ji berê de ye xwe kiriye aqilmendê kurdan. ji loma navê xwe jî kiriye "şivan". şivanê neteweke nezan û bindest. Bi wê mebestê di Gellek Stranên xwe de yan di daxûyaniyên xwe de carinan rexneyên xweş li civata xwe û li siyasetmedarên Kurdan dike. Pê re xwediyê qisûrekê ye ku bi salan e nayê dermankirin. nikare bi serê xwe azad û bê minet bijî. Hertim pişta xwe dide rêxistin an partiyeke Kurdan ên bi heft avan ji hev dûr. Pêdiviya wî tim bi heyraniyê heye, Ya rast pêdiviya hemû hunermendan bi vê mîratê heye lê ev li cem şivan perwer bûye wekî nexweşiyekê. Dibe ku naxwaze piştî evqas ked û tahbê bêyî jibîrkirin an qedrê wî neyê zanîn. Lê heta niha min guhê xwe dabe kîjan hevpeyvînên wî hema bêje di hemûyan de singê xwe fireh dike, pesnê zanîna xwe, hunera xwe û ya şexsê xwe dide. Û Ji bo bê hebandin, hejêkirin her gavê xwe dispêrîne aliyekî û aliyekî din ji xwe re dike dijmin an bi gotinên xwe yên ecêb dikeve nav rojeva Kurdan.

Heta vê hingê ew û alîgirên PKKê xwîniyê hev bûn, ava wan di cokî de nediçû lê bi demê re çi guherî nizanim Şivan Perwer Vê taliyê pesnê Öcalan dide, bi awayekî dilovanî qala wî dike. Medyaya PKKê jî wekî ku şivan xelat bikin Ev çendek e Wî derdixin li ser ekranên xwe. Kurdên alîgirên wan ên ku demekî gellekî heqaret li şivan perwer kiribûn, gef jê xwaribûn niha lê xwedî derdikevin, pesnê wî didin. lê ya ecêb vê carê jî aliyên din ji şivan re bûne dijmin. bi min halekî sosret e ev. Siyaseta Kurdan a bêhnpêketî û parçe parçe zextekê li ser hunera kurdî çêdike û hunermendan dike pêkenî. Heyf!



24.04.2020 03:26 ~03:27 | xeyda

59. Li ser bextê vê peyamê şivan perwer/124144 kerê tara cardin zewiciye, kalê xerifî, ez çi vira bikim di vî emrê wîde min zewacê pênexist. Qey navê meriv dengê meriv, û du banot perê meriv hebe gere meriv dixwene? Ne tuyê salkî du salê din bi cihimî herî, çend sal berê derfet hebûn tu di ciwaniya xwede bizewiciyay, an kî gavû te, te dev ji Gulîstan a pelçiqokî berda? tu rabe rûnê dia bike tu şivan perwerî.. herwiha te jî gotiye "mirov pîr dibe kîr pîrnabe" îca çi jiminreye ez we ji dil û can pîrozdikim, aqûbet li serê hemû kal û pîrên bê diran be jî *



25.05.2020 21:40 | shorbevan

60. Zewaca wî lê pîroz be. Wek tê gotin tu di kîja emrî de bibî jî tenêtî xezebeke zor î zexîm î giran e û bi tenê tenêbûn li xwudê tê ji xeynî wî tu evdekî xwudê bi tenêtiyê nikare stara xwe bike.
Ji kerema xwe re fikr û zikrên xwe yên reş û efinkî û feodal berdin. Her kî karibe zewacê di ser milê xwe re bibe dikare bizewice. Ji bo ku dilê we xweş bike divê bikeve silûka tenêtiyê?
Ez nexwazim devê xwe xira bikim û gotinên seksîst bi kar bînin lê nikarim xwe ji ber însanên efinkî ragirim ger hûn xema kîrê wî dixwin rabin têxin qûna xwe. Hûn çi devdirêjiya jiyana taybet a xelkê dikin? Tu hej jê dikî tu zanî hej jê nakî tu zanî; şivan Perwer jî ciwan Haco jî qîmet û nirxên vî gelî ne. Her yek ji wan bo muzîka kurdî bi kulliyateke qerrase şop û rêçeke qewî anîne meydanê, mohra wan a payebilind dê her hebe. Ew êdî mirovên ji rêzê nîn in, lê tevî vê yekê jî jiyaneke wan a taybet heye, çi etîk çi ji ne etîk ( etîk bixwe peyveke şelo ye) her çi bikin ew problema wan e. Em bi tenê dikarin hunera wan binirxînin û krîtîka gotin û peyvên wan polîtîk bikin çi ku tevî hunermendîya xwe giraniyeke wan a siyasî heye. Bi kurtasî ji xeynî jiyana wan a taybet em karin rexne li wan bînin.



25.05.2020 22:30 ~22:38 | ferhenga şikestî

61. gelo şaşîyek tuneye? xeber raste? li ser internetê tu tişt tuneye



25.05.2020 22:36 ~22:37 | lonw karda

62. Kesên ku naxwazin di vê extiyariya wîde bi tenê bimîne dikebin etra kîrê wî bila here wî berî serxwe bide, min bi mîzahî fikra xwe got û ez qala şivan perwer dikim ne kesek ji rêzêye û mafê kesî tune ji xeynî muhatabên nivîsên min mudaheleyî nivîsên min bike, bavêje ber nivîsên min. mafê fehmkora qet tune jixwe



25.05.2020 23:38 | shorbevan

63. hunermendê piştî vê peyama min şivan perwer/124154 a di derheqê wîde li hemberî min lînç û ricm hat lidarxistin û didome Daku ne dome min ev daxuyanî hewce dît ez li pişta peyama xweme, di peyamêde min tenê emrê wî rexnekiriye, û di dawiyêde xwe jî rexne kiriye min gotiye çi jiminreye ne hewcehî kesîye ku min bi şêweyek giran rexne bike, kerê tara biwêjeke di wateya extiyariyêde, kî di te niya? biwêjeke di wateya te çima wisakir ez qebûlim min bi zimanek sexîst(li hesabê kî tê bikartîne) nivîsandiye ez lêborîn ji şivan perwer dixwazim û min camêran lihev pîroz jî kiriye.. ji kerema xwere ferhenga şikestî dev ji vê despotiya xwe û ji shorbevan berde êdî astengiya wî du sala jî pirahî ew bû sebeb. Di arşiva tirşikêde dibin mijara şivan perwerde kî çi gotiye, kî ji dil jê hezdike, kî tenê qedr nade hunera wî dide jiyana wî a taybet jî li holêye ez dixwazim serbilin be em pê serbilindbin nekebe ser devê magazînkara ew şivan perwere



26.05.2020 01:29 | shorbevan

64. hevpeyvînek wî li programa gulistan perwer heye li rudawê. hevpeyvînek xweş e.





23.06.2020 11:56 | xwelî li ser

65. Van rojana li youtubeê pêrgî stranê wî yê bi tirkî yê amatorî gotiye hatim. Di stranê de xwiya ye hîn fikr û ramanê kurdeyatiyê sor nebûne. Navê wî aşık çoban e, ew bi devê xwe dibêje ji xwe:





Ya tirka ji me dizî bû jî xweş digot. Nizanim hûnê çawa lê binihêrin lê kêfa min bi vê strîna wî hat:





03.07.2020 00:03 | rizgarm

66. nina simone û şivanik. ♥ Here lînkê



25.05.2021 19:05 | ezcan

67. bavê stranên zimanê kurdîye, tenôr û hunermendekî jêhatîye, tu her hebî



02.08.2021 22:43 | doesntmatter

68. Ronahiya Rihayê ye .



03.08.2021 07:51 ~2022.05.22 20:08 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivanê ku bi bilûrê pezê xwe li xwe kom dike
» perwerdeya kodkirinê lê bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî