Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 21 peyam
lotikxane - tirşik
lotikxane
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bar, dîsko, cih û mekanên ku xelk li gorî kêfa dilê xwe li ber mûzîkê direqisin û alkol û ereqê vedixwin, cihê ku xelk tê de lotik û zîtikan davêjin..



29.06.2013 03:21 | endazer

2. malpereka kurdî ya nûçeyan ya mîzahî.. malperek xwerû bi kurdî û kurmancî ye û bi zimaneke îronîk û mîzahî rûdan û bûyerên li kurdistan û li cîhanê diqewimin radigihînin..



29.06.2013 03:23 | endazer

3. http://www.lotikxane.com/



29.06.2013 11:51 | endazer

4. zaytunga kurdan e ku bi qasê tê bîra min berî zaytungê vebûbû.



29.06.2013 11:59 | simurg56

5. Wargeha lotikên kurdî û kurdewarî...

Bê lotik jîyan nabe!



09.08.2013 14:50 | devliken kelogiri

6. Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! taybetî beşa magazin û karikatur balé dikşîne.

http://www.lotikxane.com/kategori/karikatur/



09.08.2013 14:53 | gabarî

7. ew malpera ku kurdiya bav û kalê mê bikar tîne, lewra em Kurd bê sansur diaxifin, wek mînak: ker di q.... te n... =))

be lotikxane jiyan nabe!



12.08.2013 16:15 | mîrzal

8. Xwendina bi Kurdî, bi vê malperê li ber çavên min şîrîn bûn *



15.09.2013 12:02 | tolazek

9. her lotik li vir têne avêtin, ji siyasî bigrin heta bi pornografîk. ê min ez ji xwendina peyamên mêvanan hez dikim. bavo wey bavo! ê ku nizanîbin wê bêjin kurdd hemû tolazin.



15.09.2013 16:32 | hemdilaarda

10. bi taybetî nivîsên devliken kelogiri pêşniyaz dikim,hem şehwanî(bnr:pexemberê şehwetê) hem jî safîtî û paqijîya evînê dide ber çavan (bnr;hêza eşqê)



08.11.2013 23:17 | nunê

11. peyvên wek tira kerê dikin û nav lê kirine pêkenî û mizah.



02.01.2014 14:52 | biruya hayao miyazaki

13. malpera ku niha mirov nikare veke. hêvî dikim ku neyê girtin.



16.01.2014 20:52 | oxir

14. Bi ya min ên dixwazin kurdî hîn bin, bila kerem bikin pîçek li wê website'i binêrin. çimkî herî zêde gava meriv dikene tiştekî hîn dibe û dikeve hişê wî/ê. yanê wek dibêjin fun + learning process



26.02.2014 04:12 | wiha wilo wisa

15. gava ez li ser înternetê li peyvan digerriyam, google'ê berê min bi pirranî dida ser sê malperan; bîrnebûn, bloga zinarê xamo û lotikxane. ew jî ji ber ku ew kurdiyeka pirr hêsan, pirr şirîn bi kar tînin e. di van dawiyan de ez zêde ser lê naxim, lê heqqet jî kesî ku dixwaze bi xwendina kurdî bielime dikare ji wê malperê dest pê bike.



08.01.2015 22:47 | fethî ronî

16. malpera ku gelek ji dil in.û hema bêje çi bête aqlê wan bêşerm û bêfedî dinivîsin.ew bila her bijîn



09.01.2015 01:56 | vêca çiyeeee

17. dîzaynê xwe biguherîne ji niha baştir bike û li medyaya civakî de hinek jî zêdetir aktîf be, dikare populerîte xwe zêde bike.



bi kurdiyekî germik û nermik dinivîsin. zimanê rojname û kovaran gelekî peyvên çêkirî bikartînin giran Û cidî ne, lê belê zimanê lotikê dişibe ya xalê min ê evdobekir.



09.01.2015 18:45 | mîr

18. ji zû de ye ez neketibûmê, gava dî dema min navê wê di tirşikê de dît min go ka ez binêrim, min dît nivîseka mahabad felat arda ya di amidakurdê de derçûyî ku tu eleqeya nivîsê bi konsepta lotikxaneyê re nîne, danîne di malperê de.. tişta min fêhmkirî ji ber ku nivîs û nûçeyên nû bi dest wan neketine asta malperê anîne heta asta mahabad felat arda.. *




19. Malpereke ku hin birader bi bernav û sernavê ecêb li gora dilê xwe dinivîsin. Ne pir, piçekî dişibe tenbelheyven a tirkan.



10.01.2015 04:03 | seydayê_peyvan

20. Malpereke pêwîst ji bo kurdî ye ku kurdî bi temamî û berbilavtir li ser internetê bê kar anîn lê weke malperên din ên qerfî û kurdî ne serkeftî ne loma jî pêwîstî hê jî didome.



10.01.2015 15:19 | azadixwaz

21. (bnr: malpera erotîzma kurdî)



10.01.2015 15:44 | xendekî

22. Bêguman piştî Peyamê min xwendin lotikxane/55575 paşî biryarê xwe dan dîzayna malpera xwe biguherin spas bavê min :p Aniha ketim malpera wan, nivîsekî wusa derket ber min, kuro lawo heke hûn nûjen dikin Çima malpera xwe diwestînen, aliyekî bixebitin gava ku hûn amade bin yê kevn rakin ya Nû biweşînin, min meraq Kir gelo çi were hemberê me...



Lotikxane xwe Nûjen dike!



Nêzik... Em dê lotikên xweşik û nermik ....



We fêm kir looo! Email: lotiko@hotmail.de





20.04.2015 22:34 ~22:44 | mîr

23. lotikxaneya me jî pêşdikevê îcar kî kare me bigre,ger em lotikan biavêjin dive yên orjînal em bi avejin.



21.04.2015 00:22 | hûteheftserî

24. malparek bi min û anf û nasname û çênd hebê dinjî hebûn niha nayên hişê min ez lê borîna xwe dixwazim ji wan werhasil ev malpar bi mera di reqabetê daye û jime pir bihirye me di dumana xwede hiştiye piştî xwe nû kirîye.



21.04.2015 12:26 | shorbevan

25. malpera ku hemberê pkkê ye. ji bilî pkkê tu kesî rexne nake. piranî jî aligirê pdkê ye.



mirov dibêje xwezî ev malper bêalî bûya û hemû partî û serokên kurdan rexne kiriba. wê demê rexneyên wê dê wekî mîzah xuya bibûya. mixabin niha di manşeta wê de hemberê qadrî yildirim nivîsek heye ku derheqê wî rexneyên tuj û neheq dike. û wsa xuyaye ku naxwaze HDP hilbijartinan de kar bike.





21.04.2015 17:37 ~17:43 | mele ehmedê nalbendî

26. malpera herî mezin a karîkaturên kurdî ye * * lê dema meriv li google karîkatur û kurdî digere ev dernakeve pêşiya me. divê hinek tişt li malperê zêde bikin ku di google de derkeve pêş.



(bnr: seo)



08.07.2015 23:29 | berxweda

27. malpera ku ji bo kurdî arşîveka serkeftî ye.
magazîn, karîkatur.... her tiştên zemanên modern tê de hene.



07.01.2017 09:04 | cinorek

28. Lotikxane.com bi beşa xweyê magazînê da ez bawerim nava malperên cîhanê de yekemîn e.

Dema dikevî vî beşê da , hiş serê te diçe û dibêjî yabo ev çîye ez hatime ku.

Dibêjin gelek kes tenê bi sedema magazîna lotikxanê , wî dişopîne....



01.04.2019 12:47 | brzn

29. Weke berê êdî ne çalak e. Berê hema bêje li ser her bûyerekî şîroveyên bi tevlî henek dikirin. Naha min lê nêrî nivîsa herî dawî ji beriya naha 2 mehan nivîsandine. Xwezî wek berê çalak bûban.



30.11.2019 19:26 | nan û av

30. min niha çend nûçeyên wan xwend, bi telaq seatan wan xweş be,ji kena mirim. Êdî ji îro pê de ez wek kuçikan li ber derîyê wan bisekinim *



26.04.2020 15:15 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» lotikxane.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî