Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wey dil - tirşik
wey dil
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. klama şakiro Ê şahê DENGBÊja ye.hûN Jî evî kilamÊ gûHDARÎ bikin Û deng li dilÊ xwe bikin. klam wiha ye:

Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro

Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil

Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil,

Fenanî gakî bê werisî bê cil

Fenanî kirasî qolî bê mil,

Fena dara bê şalûl û bilbil,

Fenanî xasbexçekî rûtî bê gul

Bila dilê rezîl bi dil be,

Tûrê parsê li mil be,

Parsa meriv ne li vir be,

Nava dazdeh duvalê ecnebî,

Ûrisan li mala Emerîkanê gewir be

Parsa meriv birije,

Tûrê meriva ê qûl be,

Meriv li ber dîwarê evda be,

Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be

Ber seryê meriv kevir be,

Malxirabo ser rexa meriv gunî be,

Bin rexa meriv postê jûjî be,

Tek bila di dêrisê gundan de,

Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil



Tu nizanî min di got qey tu mêrî,

Tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e,

Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî

şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî

Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî,

Tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî

Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im

Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im

Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê

Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir

Ez ê vê sivengê dikim herim

Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê

Gelo vê sivengê , malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim

Ez ê vê sivengê , malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî,

Xîmê binê beriya tewr a jêr im

Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil



19.01.2014 02:21 | por gijik

2. kilamekî evdalê zeynê ye. li serhedê gelek bi nav û deng e.

tê gotin ku dema ku evdal dengbêjê surmelî memed paşa ye. wê biçin seferê dêrsim dikeve nav rêya wan. surmelî memed paşa dixwaze di dêrsimê re derbas bibe. lê belê osmaniyan xeber ji paşê re dişînin dibêjin 'dêrsimî pir hov û dinyanedîtî ne tu di dêrsimê re derbas nebe, wê tiştên xirab bên serê te'.

lê belê paşa û leşkerên wî dîsa diçin dêrsimê li wir dîhêwirin. dema ku tên dêrsimê gelê dêrsimê gelek qenc û baş wan pêşwazî dikin û dû re bi rê dikin. dema paşa û leşker wî û kesên pê re li wir in li hember vê pêşwaziya xweş evdal vê kilamê li ser dêrsimiyan çêdike û dibêje, pesna dêrsimiyan dide.

şakiro di kilamê de her çi qas behsa taşxana diyarbekirê bike jî gotina diyarbekir di kilamê de derbas nabe. bi rastî şakiro di gelek kilaman de hin tiştan derxistiye û lê zêdekiriye û gelek kilaman jî li derveyî meqamê kilaman gotiye.

siheta gişan xweş be, hezar rihmet li qurna wan bibare.



08.05.2020 01:35 ~01:39 | roberz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wey xwedê te xweyî neke
» dilşad seîd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî