Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 64 peyam
jonjua romantica - tirşik
jonjua romantica
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jonjua romantica, yaoiya min naqlê ewil lê temaşe kir, temaşevanan ji xwe re hejmetkar dihêle. ji bo yaoiyên din ên xweş, mirovan dike vekolînerên yaoî. hek berdarazî ya we tunebe, jonjua romantica pir bandorker û hêjayî temaşekirinê ye.

Ev yaoî, li ser têkiliya sê cotên hezkirî, ji me re helwestên evîn ên cûda rê dide. Evîn, di vê anîme de sê beşa pêk tê: romantîk, xweperest û terorîst.

jonjua romantica
: Cotê me yê ewil Usamî(seme-28) û Misakî(uke-18) ye. Ev cot, lehengên herî girîng ên vê anîmeyê ye. Miyasakî xwendekarekî lîseyê ye û ji bo ketina zanîngehê dixebite. Rojekê piştî xwendegehê dihere malê û di malê de kekê xwe û hogira wî (Usamî) li ser hev du dibîne. Na, na, ne tiştê ku hûn ji hişê xwe derbas dikin. * Lê Misakî fêm dike ku Usami, evîndarê kekê wî ye. Lê haya kekê wî ji vê evîna platonîk tune ye. Ji ber ku wê Usamî alîkariya wî bike bo ketina zanîngehê, Misakî dest bi çûna mala Usamî dike ku bo Misakî ew rêşaş e. Li wir pirtûkên Usami dibînin ên ku wî nivîsandine û hemû qala evîna Usami û kekê wî dike… Berê dixeyde, ser wî diçe û hwd… Lê hêdî hêdî hestên wî dugehere…

Di roja jidayikbûna kekê wî de, Misakî û Usamî surprîzekê çêdikin. Di wê rojê de kekê wî hezkiriya xwe ya keçik tîne malê û bi wan dide naskirin. Ji ber vê naskirinê Usamî pir li ber xwe dikeve, lê ecêb e, xemgîniya Usamî ji hêla Misakî tê bilêvkirin. Usamî piştî dît ku Misakî wî difikre û girîngî dide hestên wî; hêdî hêdî hestên wî jî dugehire…

Jonjua Egoist: Lehengên vê beşê Novakî(seme) û Hirokî(uke) ne. Novakî, xortekî tim di karên part-time de dişoxle. Hewqas ku demên xwe yên vala de dikare tenê bêhna xwe fireh bike. Di vê mijûliyê de rojekî bi hevalên xwe yê yexçar dihere pîknîkê. Li wira zilamekî xemgîn û bi girî dibîne; bi zorê têdixe nav civata xwe. Ev şexs Hirokî ye, di zanîngehê de akademîsyen e. Novakî ji bo di azmûnên lîseyê de serkeftî be, ji Hirokî dersên taybet distîne. Di vê têkiliyê de nêzîkahî jî dest pê dike. Lê belê Hirokî evîndarê xwe yê zarokatî nikare ji bîr bike ku ew jî Usamî ye. Lê rojekî Usamî derdikeve û tê mala Hirokî û wan di wê nêzîkbûnê de dibîne…

Novakî her çiqas seme be jî psîkopatî û zorbaziya wî tune ye; heta semeyekî pir henûn e.

Jonjua Terorist: Cota dawî jî Takatsukî(uke-23) û Miyagî(seme-35) ye. Takatsukî jî akademîsyen e û hevalê Hirokî ye. Takatsukî, Miyagî-yî di pirtûkxaneyê de dibîne û heyranê wî dibe. Rojekî li kuçeyê dikeve bin destê zorbazên diza. Miyagî tesadufî wan dibîne û wî xelas dike. Wê êvarî Takatsukî hay dibe ku wê Miyagî bi xwişka wî re bizewce. Piştî vê agahiyê direve Awustralyayê. Piştî sê salan Miyagî xwişka wî berdide. (Lê haya Miyagî ji evîna Takatsukî tuneye, hîn! ) Piştî bihîstina vê nûçeyê Takatsukî tê welêt û dikeve ber Miyagî û hal mesele vedibêje û dixwaze ku bila Miyagî berpirsyariya vê evînê bigre. Hema em bibêjin Takatsukî pindoyiyekê bê edeb, bi pêsîra Miyagî digre û bernade. Mêrxaso dibêje “Ez ne gey im” jî nikare xwe ji destê vî kundurî xelas bike… Lê dem derbasdibe û fikr û hestên wî diguhere…



16.01.2014 18:57 ~2021.05.21 12:06 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» jonjua romantica

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî