Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
stenbol - tirşik
stenbol
(13) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. bajarê herî mezin yê tirkiyeyê ku demeke dirêj lê jiyam.

berevajî her du metropolên din yên herî mezin yên tirkiyeyê [izmir, ankara] li stenbolê kurd li her aliyê jiyanê de bi hêsanî tên dîtin û bîhna kurdan li derê bajêr heye. jixwe tan jî, ji ber vê yekê tê gotin ku bajarê herî mezin yên kurdan stenbol e.



27.06.2013 23:52 | simurg56

2. bajarê ku xortê kurda li wir evîndarê keçkê kemalîst dibin



25.07.2013 16:18 | xewnname

3. bajare ku 16 sedsala bênavber paytextî kiriye. (b. z. 375 - p. z. 1923. Bajarê herî zêde ku kurd lê dijîn Stenbol E.



25.07.2013 16:27 | seydayê_peyvan

4. bajarê ku min navê xwe li ser bircên wê kolaye û ev tişt zêde ne "kolay" e



22.08.2013 22:26 | quto

5. bajarê ku ez ji gelek welatan jî bigerim dîsa bê wî nikarim bijîm e...

bajarê ku ji bo wî helbest, stran û çîrok hatine nivîsîn e....

bajarê ku....

bajarê ku.....

welhasil heta sibê mirov dikare ji bo wî binîvîse....



23.08.2013 17:24 | nuçevan

6. bajarê ku ez wiha bang lê dikim: "tu çiqas xweşik î gidî!.."

bajarê ku jana seyda wiha bang lê dike: "stenbol, tu bê derya yî..."



24.08.2013 23:28 | terkexem

7. çaxa ku ez çenek zarok bûm min berê xwe dabûyê, ez heyran û hijmekarê wê mabûm. min ji xwe re got: stenbolê, tu çendî mezin î.



25.08.2013 17:09 | înano lo

8. Bajarê ku meriv di zikê wesayîtê wê de li piya rêwîtiyê dike.



01.10.2013 16:26 | ceso

9. bajarekî ecêbe stenbol. gava ku mirov tê de dijî gelek caren ji ber xirecira wê ti tehmê jê nastîne,lê gava ku jê dur dikevî jî zehf bêrî dikî.stenbol bajarekî sosrete. Yên dewlemend û yên nêza dimirin bi hevdu re dijîn lê tişta min matmayî dike ev herdu kes jî jê hez dikin.



12.10.2013 11:34 | morîko

10. bajarê ku populasyona kurd herî zêde tê de dijîn...



12.10.2013 13:10 | mem alan

11. stenbol "îlk goz axrima min e qardasim", cara ewil ez li wir ketim paxila keceke tirk û cawa bêjim, sefetahimîzî yapmistix! Hey bajarê herî mezin ê kurdan ku li wir wek bûzê dihelin hey....



12.10.2013 14:13 | dîno

12. hemû mirovên cara pêşîn tên li vir wiha dibêjin "stenbol tu mezinî an ez?" lê belê demeke kurt dûv re li hemberî mezinahî ya stenbolê li ser qûna xwe dikevin.



04.12.2013 11:53 | nazim tolhildan

13. bajarê ku jê re dibêjin; faşîstanbul, kapîtalîstanbul, sosyalîstanbul...

bajarê ku gelek kurd jê re dibêjin 'kurdistanbul' vê dawiyê 'kurdistantînapol' jî tê gotin..

lê stenbol bajarek e û kurdistan jî welatek e ji ber ku navê welatekî birine di bajarekî de asê kirine ev navê 'kurdistanbul' nexweş e û ne baş e...



04.12.2013 14:58 | mîrêhekarya

15. hek li tirkiyê bajarekî hebe, ew stenbol e; yên din gişa gund, dibe ku bajarok in. lê wekî tevfik fikret gotiye, lê jineke biyê bakire ya ku ji çel mêr maye.



09.02.2014 21:52 | biruya hayao miyazaki

16. (bnr: stembol)



09.02.2014 23:44 | dastanekkevin

17. kî çi bêje, bila bêje bajareke xweş e lê nayê wê wateyê ku ji ber xweşiya vî bajarî divê kurd dev ji xewn û xeyalên bavûkalan yên bisalan berdin û xwe bispêrin argûmantên wek nizanim çend milyon kurd li vî bajarî dijîn êdî ne mimkun e ku kurd û tirk ji hev werin veqetandin filan..

neyse ji perspektîveke fransî çend dîmenên nostaljîk yên vî baajrî: http://goo.gl/idlWi4



21.02.2014 03:46 | endazer

18. bajarê mezintirîn û navdartirîn ê tirkiyeyê ye min tucar neçûye û nedîtiye ya rast min di xewna xwe de jî nedîtiye qet nizanim cihekî çawa ye lê ew ê bibe bajarê min ê nû ku dê kêmtir 5 sal têde bijîm. ji ber ku min kpss qezenç kir û ez ê li stenbolê li hêla anatolyayê di nexweşxaneyeke de dest bi teknîkeriyê tendurîstiyê bikim lê kîjan semt û tax e hê nediyar e jixwe pê nizanim kîjan baş kîjan xerab in bi tenê dizanim ku kadikoy heye bi nav û deng e di nav taxên girava anatolyayê de



16.03.2014 21:42 | ferhenga şikestî

19. bajarê ku min çar salên ciwaniya xwe ji bo xwendina lîseyê lê bihurandiye..

min hêj serê xwe ji tirkiye û ji bakur û başûrê kurdistanê dernexistiye ji ber hindê nikarim derheqê bajar û welatên din de tu hukmekî bidim û bêjim, lê bajareke bi rastÎ jî xweş e û te çi bivê tê de heye..

di emrê xwe yê kurt de bêriya du tiştan dikim

yek tava xwêjinkî û erdê rip û rût û rip û rast û xanîşokên mişt feqîrî ên cizîra zarokatiya min û çamlıca/kısıklı/altunizade/üsküdara stenbol ku lê ji şîrê zarokatiyê vebûme û bi piyên ciwanî û bîreweriyê ketime..



16.03.2014 22:43 | endazer

20. Bajarê ku hemû emrê min di tê de derbas bûye û mixabin welatê xwe zêdetir nasdikim e. Heval û hogir û malbat û evîn û nîvê jîyana min hê li wir maye.



16.03.2014 22:56 | nazim tolhildan

21. bê derya ye,he ?



16.03.2014 23:08 | gulgenim

22. cihnem e, bila dûrî me be, êdî jê aciz im hevalino!!!!



17.03.2014 20:25 | elomelo

23. Bajarê ki dikim nakim nikarim lê biqetim û sibê dîsa li wir bim. Lê ji bo tişteke Xêr.



18.04.2014 00:31 | nazim tolhildan

24. stenbol e heytehol e.



25.10.2014 23:42 | seydayê_peyvan

25. bajarê ku welatê min e. lê mîna tevfik fikret gotiye: qehbika xama, keçika ji 40 mêrî mayî.



27.12.2014 15:01 | biruya hayao miyazaki

27. Bajarê ku jê re dibên ji bo gerê xweşe lê ji bo jiyandinê nexweşe.

Ez jî dibêm ev bajarê xweş û delal di destê van Tirkoyan bû ye çala rexê

milyonan insan û ew kas avahî ne serî heye ne jî binî



28.12.2014 01:28 | gûndîyav

28. bajarê ku herkes dibêje qey bajarê wan e.

çepgir, oldar (him yên cemaata gulen him yên akpyî û him jî yên din), kurd, kemalîst, hunermend, dewlemend û hwd. li gorî hemûyan jî stenbol di eslê xwe de ya wan e, paytaxta wan e.



stenbol ya kê ye nizanim lê teqez dizanim ku stenbol ne ya kurdan e, ne bajarek ji bo kurdan e jî.



03.05.2015 20:54 | simurg56

30. Bajare Kure kereye



03.05.2015 21:53 | navtine

31. bajarê ku ji salekê bêtir e lê dijîm, gere meriv objektif be û heq bêje, bi rastî jî pirr xweş e, hama bêje ji bo jiyanê alternatifên herî zêde di vî bajarî de ye lê dikim nakim nikarim hej jê bikim, nakeve hêşê min gelek bêriya amedê dikim, mariv di barebara vî bajarî de ji însanan eciz dibe, êdî dema ku ji kar derdikevim têm malê telefona xwe digirim, ji ber ku kes bi min re nekeve têkiliyê, min hesabê xwe yê sosyal medyayê jî betal kiriye, naxwazim kes li min bigere hal û hewala min bipirse, kes silavê bide min, ewqas ku ji însanan eciz bûme, ez hevalê xwe yê herî nêz jî nagerim û pê re naştexilim dît ku êdî nagerim ew jî hêviyên xwe ji min qut kir û hewisî, bo rewşa min malbata min jî hîn serwext e, dengê xwe jî jibîr dikim ji ber neaxaftinê..

ev bajar mariva diwestîne, hucreyên mêriv ji jiyanê qut dike

li malê tenê dijîm, dema têm malê fêm dikim hê sax im, dijîm



07.07.2015 00:45 | ferhenga şikestî

33. bajarekî ger perê meriv hebe gelek xweşe ji bû kêfê. lê ji bû xebat û xebatkara îdareye nanozikone timî. xwendina lisê yê li vî bajarî xweşe an xweşbû. bajarê 7-8 sal ji emrê min jî xwarîye û xuyaye ewê hêjî bixwe.



07.07.2015 16:51 | shorbevan

34. Navenda tirkiyê. Bajarê tu carî ji bo min zêde nebuyî balkêş, lê xwedê heye xweş e. Li xweyê xwe pîroz be.



07.07.2015 23:35 | azadixwaz

35. bajarê ku qaşo pirr mezin e, niza çend km dirêj e û çendîn jî berfireh e û niza çend mîlyon insan têde dijîn û niza çend mîlyon jî turîst tên lêêê tevî hemî van teşqele-agahiyan çend roj berê di şeveke şafiî de rastî nivîskara heja û delal û xweşik ya tirşikê birêz elegezê hatim

ji xwe'r li benda lembeya kesk bû, mi go aha bi xwudê ji xeynî elegezê kes nikare ewqas porsor be*



06.08.2015 00:49 | ferhenga şikestî

36. bajarê bi nan û avê xwe ji minra hazire gazî min dike dibêje were du siba liwirim.



(bnr: kabûsê te hat)



06.08.2015 11:10 | shorbevan

37. 4milyon zêdetir kurd li vî bajarî dijîn. eger ev kurdên ku li stenbolê dijîn ku bi kurdi biaxivin li her derê, di salên nêzik de stenbol wê bibe bajareke kurdistanê. belê ji ber her tişt divê kurdistan bibe serbixwe. paşê emê wî bajarî ji bigrin!



29.11.2015 04:56 | brûsk

38. tu serê sibehê radibî, çavên te xumarî ne, şevek beriya rojê, tu nûçeyan dixwînî, aqil ber diavêje, derûniya te serobino dibe, naxwazi ji nava lihêfan rabî û herî kar lê mecbur î ji lew feqîr î, çarneçar piyên xwe ber bi lawaboyê ve dilivînî, qurtek avê di ser û çavên xwe de wer dikî, şil dikî, piştre bi derûniyeke têkçûyî ji malê derdikevî, di hişê te de welat heye, agirê ku pêl bi pêl belav dibe heye, mirin û kuştin heye lê ji dêst tiştek nayê, diçî rawestgeha dilên şikestî, însanên bêhnpêketî, herkes dipeyive, rûyê sar yê însanên vî bajarî her dikenin, di navbera xwe de behsa sevgilyên xwe dikin, serkeftina beşiktaşê pîroz dikin, şîna têkçûna galatasarayê digirin lê tu di ber re derbas dibî, siwar dibî û ber bi metroyê re diçî, xirecira însanan di laşê te de tesîra bombeya atomê çêdike lê di ber re derbas dibî, ji bo ku bikevin metroyê û qûna xwe ya nazik û nazenîn deynin li ser koltixekê zora hevdu dibin, di ser hev ve diajon piyên xwe, hevudu dipelixînin, tu matmayî piçeke ji wan dûr vê dîmenê temaşe dikî, ya rabbel alemîn! ev çawa jiyan bû te kir nesibî me û bi derdan kalîbreya êşkişandina me bilintir kir? dibêjî, xwe bi xwe, bi tenê, kes nabihîze, siwar dibî paşiya wan gişan, hemî kes boş û betal tên ji te re. rûyê te qet nakene, ji metroyê peya dibî û diçî kar, rojbaaaaaşşş! peyva ewilîn a ku ji hevkaran dibihîzî, ew dikenin lê tu nikarî, ji edeben bişirîneke sexte li ser lêv û dêmên xwe divenişînî, tam wê kêliyê dilê te ji te dixele, têk diçî, bo roja êvarê dia dikî 'beriya ku yekî bikujim min bigihîjîne malê ya rebbel alemîn!'...

ev bajarekî wilo ye ji bo kesinan kêf û şahî ye, bo kesinan angaryaya feqirî ye, bo kesinan êşkenceya jiyanê ye...



16.12.2015 22:39 | ferhenga şikestî

39. bajarek wisa xweşe ne xendek ne çal ne kort hene.. xirê kêfamine edî pkk û dewlet hev dixwin çewadikin bira bikin..



18.12.2015 01:23 | shorbevan

40. çend nêrîna min:



+ kes li çavÊ kesê nanêre

+ her kes Ecele dike ku zûtirîn bigihêje ciHê xwe

+ Kes siwarê bisiklêtê nabe ku Ji cihekî ve here cihekî din

+ ez şahid nebûm zarokekî piçûktirê ji 15 salî ku kurmancî, zazakî xeber bide

+ însan bi hev re sar in, ne xwîngerm in

+ Wekî febriqeyekî mezin e ku meriv tê de dixebite, xAniyê ku tê de rudinî wekî lojman e

+ Bajareke westiyayî ye ku qet ranaze

+ însan wextê siwarê otopêz ê dibin serê xwe didinê camê otopêzê bi devekî vekirî radizin, porên wan ê qirêj mora xwe lê dide camê

+ di rojan tatîlê de dixwazî herî cihekî ku bîhnA XWE bidî 2 saet trafîqê de diminî ji poza meriv tê, dibêjî nelet be, xwezî ez li malê xwe de runiştiyamA

+ wext zahf zû derbas dibe, meriv dibê qey hefteyekî li şûna rojekî ye

+ li guhê her kesî de berguhk hene

...



sal bi sal wan tiştana li ber çavên te êdî normal tê, tu jî kEriya stenboliyan dibî diçî gidî...



19.12.2015 00:04 ~01:47 | mîr

41. Cihe poşmanligê insane heye ruhe tune



19.12.2015 23:32 | qers

42. belkî di dinyayê de ew bajar be ku herî zêde kurd dihewîne. (nêzikî 2.5 milyon)



li gel vê yekê jî mixabin belkî navenda herî mezin ya bişavtina kurdan e. xwezî her kurdê ku derfeta wî heye ji wir vegeriya kurdistanê.



20.12.2015 13:55 | simurg56

43. bajarê nîv seet berê bîna gazê ji tarlabaşıya wê dihat li taksîmê polîs pirbûn, ok meydani jî tevlîhev bûye înş. ydg-h li vî bajarî çalakîya bidomîne ewê li taksîmê turîst nemînin.. bajarê ku bira kes nebêje dev jê berde destê min ji keçikên tirka nabe bira ydgh çalakîya bike ez jî bixwim hinek ji malê xwe hinek ji canê xwe..



20.12.2015 22:28 | shorbevan

44. bajarê kurdan yê herî mezin e. divê em tevlî kurdistanê bikin, girêdin. belê pêşî em kurdistanê serbixwe û mezin ava bikin.



02.01.2016 15:09 | brûsk

45. (bnr: yaw he he)



03.01.2016 03:45 | wiha wilo wisa

46. Bajarek ecêb e. Her wextî bêrî dikim. Lê naxwazim li wir bim. Hejê dikim, hej behr û bêhna kevza behra stenbolê dikim. Lê nikarim li wir bijîm. Ji min dûr e. Dilê wê min ranagire, min qebul nake.

(bnr: kevçî û stenbol)

(bnr: ferhenga şikestî û amed)

We fêhm kir. *



03.01.2016 06:41 | kevçiyê dil

47. bajere ki se kaxız e



03.01.2016 11:42 | qers

48. bajarekî gelek turîstîk e. mirov bêje ez ê baş lê bigerim dikare 10 rojên xwe li wir biborîne.

ji bo gerê, betlaneyê, keyfê xweş e lê ji bo jiyanê ne wisa ye. her der zêde qelebalix e mirov nikare ji cihê xwe bilepite.



05.02.2016 22:25 | brusk56

49. stenbol/82171 Piştî deh sal şûnde min pişta xwe jê re zivirî wê terikand.

Kesek nebû bibe xweyî te, ez jî!
Xatirê te...



29.08.2017 22:03 | mîr

50. hema hema nîvekî wê kurmanc, nîvekî din jî Ereb û Faris in..

(bnr: di îstîklalê de komên kurmancan ê muzîkê)



27.09.2017 01:42 | bûtîmar

51. (bnr: esenyurt)



08.12.2017 00:48 | bûtîmar

52. (bnr: moda)



14.12.2017 13:31 | çarçoveya bextewariyê

53. ji 20an zêdetir navên wê yên kevn hene. ji dersaadetê hetaaaa vizantion û konstantinopolis û payitaht-ı saltanat û bizantiumê.

nefreta hinekan ji vî bajarî diçe, hinek jî bo dimirin *



27.11.2019 17:51 ~17:52 | wiha wilo wisa

54. bajarê ku li ser welatê tirkîya ku sedsal ewil hatiye avakirin e.li gor hilbijartinên dawî 6 milyon kurd li vî bajarê dijî.Ku 100 150 sal ewil ev hejmar dîsa li vî bajarê hebûya wê demê wê navê wî bibûya bajarê kurd lê ji bo ku êdî sînor kifş bûne, ev nabe sedem.hejmara zêde êdî ne girîng e wek bajarên stenbolê bu kurdan nexwe dibe qeterek mezin bo bişaftina kurdan.

Kurd li bajarên wiha bê perwerde nikarin zarokên xwe û perwerdeya wan kontrol bikin ,ji bo perwerdeyê û ji bo ku ji zarokên xelkê paş nekevin bê kar nebînin dişînin dibîstanên wan.Ev jî dibe sedema bişaftina bav û dê'yan, te go çawa ? belê , zarok diçin dibistanê zimanê tirkî hîn dibin heta êvarê , piştre tên malê televîzyon temaşe dikin û piştre jî dê û bavê xwe re zimanê tûranî diaxivin.Zarok dê û bavê xwe dişaftînin zimanê tûranî...



22.02.2020 23:28 | brzn

55. bajarek gelekî xweş e.
ne di destê tirkan de bûya niha wê gelekî xweştir bûya.
heşinayê li bajêr nehiştine. bûye gora avahiyan.



23.02.2020 00:08 | brusk56

56. Li cîhanê bajarê herî zêde Kurd lê didijîn, lê Li gorî çavkaniyên ne diyar.

Bi qasî nas û masê xwe dikArim bêjim ev tişt pêkan e, nivîyê kurdên ku nas dikim, li stenbolê ne *
Heya niha nizanim çend caran çûme lê ne kêmî 7-8 cara ye. Her cara ku diçûm jî ji bo gerê teqez cihên nû min didîtin.



11.08.2021 19:10 | merwano

57. Navê wê yê rast Konstantinopolis e.

derew: fatih sultan mehmed stenbol feth kiriye.
rast: fatih sultan mehmet Konstantinopolis dagir kir. wî ferman da leşkerên xwe ku 2 hefte destavêtin û kuştina gelê Konstantinopolisê bikin.



06.03.2023 20:58 ~21:00 | horhorik

Hemûyan Bixwîne