Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
tylol hot - tirşik
tylol hot
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tê de Parasetamol, Klorfenîramîn maleat, Psodoefedrîn hîdroklorur heye. ji bo kêmkirina şîkayetan, nexweşiya grîpê de gelekî kêrhatî ye.

parasetamol: êşbir û kujerê agir e.

klorfeniramin maleat: antîhîstamînîk e. çilmê, şilbûna poz û çavê mirov asteng dike. hinek jî bandora wê ya haşkirinê heyeç yanî mirov hinekî melûl dike.

psodoefedrîn hîdroklorur; dekonjestan e. herka avê ya ji pozê mirov, kêm dike.



12.01.2014 11:29 | simurg56

2. dermanek pîroz e. ger ku hûn zêde bigrin xewa mirov tîne. li her derê tê firotîn. hûn dizanin çima ez wer dibêjim? bersiva wî : binê mala min gaffur supermarket heye û wê derê tê firotin. berê avê germ bikin. dû re poşeta tylol hot vekin û berdin nav ava kelandî. dû re kefçî di navda çar penc cara bi gerîne û vexwin. poze weyê vebi û hûn ê hinek rehet bikin. ev derman semptomên nexweşiyê kêm dike, lê tedawi nake.



12.01.2014 14:55 | selpakfiroş

3. îlaca ku dema sermayê digirim an jî dema dibim grîp weke çayê vedixwim e. ji ber ku tê de antîhîstamînîk heye û xewa mirov tîne. lê dîsa jî rojên nexweşiyê de wek rizgarkerê mirov e.

haa di vê navberê de, dema hûn toza dermanê dirijînin nav avê de, hajê hebin, av kef dide wek ku mirov dem biavêje ava keliyayî. paşê bila nerije *



12.01.2014 17:38 | brusk56

4. rast e. dermana şewbê ye. an jî em bêjın ji bo sistkirina gazincên şewbê tê bikarabnîn û encamên wê dermanê baş e. lê divê merivekê biaqil ji gelê me re bêje ku tylol hot ne dermanê her nexweşiyê ye. wele weke şekir dixwin. min li welatên din tiştekê welê nedîtiye heyran.



12.01.2014 21:23 | bilîs

5. bi kêrî du qurûş û nîva nayê



06.12.2014 12:20 | diyako47

6. bi kêrî 5 quruşan tê* henek li aliyekî min yekemcar îsal dema ku ez bapêşê ketim, bi kar anî, kêrî mere tê. nexweşiyê siviktir dike. bijî tylol bijî hot*



06.12.2014 12:22 | mergehez

7. dermana ku li gor hîn îddiayan ji xwîna mirov re nebaş e.

qelîteya xwîna mirovî û rêjeya hesina li xwînê dadixe. Dibêjin li hin dewletan bikaranîn û firotina wê jî hatiye qedexekirin lê nizanim rast e an na.

Ez bixwe dema ku sermayê digirim, diçim ji xwe re çend kîlo mendalîn û pirteqalan dikirim, şifa û dermanê ji tiştên xwezayî distînim.



06.12.2014 23:17 | oxir

8. Dermanê serd û grîpî yo. Kamcî wext serd bigêra bide biresa nê dermanî gêna awa germ mîyan de helnena û wena. Ganê mi bide yeno. Zafî reyan mi nêweşî ra rew xelisneno.



18.10.2021 01:11 ~01:12 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tylol hot
» hotspot shield vpn

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî