Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ali gurdilî - tirşik
ali gurdilî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez bawer im xwedî û rêvebirê malpera felsefevan.orgê ye. nivîsên vê malperê de hema bêje hemû yên wî ne.



12.01.2014 10:59 | simurg56

2. Fesefevan e. li gor agahiyên nû malpera wî ber bi kovarake felsefî ve diçe. Di demeke nêz de em texmîn dikin wê kovara felsefevan wê li ber destê me be.



15.01.2014 19:09 | seydayê_peyvan

3. bi felsefeyê re mijûl e pirr jîr û jêhatî ye hem xebatên xwe yên rojaneyê didomîne hem bi malpera felsefevanê re mijûl e hem jî li feysbûkê pirr çalak e ez diheyirim çawa hemûyan bi hev re dikare bimeşîne û pirr jî diltenik e pirr kêfa min jê re tê



15.01.2014 21:18 | ferhenga şikestî

4. min bi xêra facebookê nas kir. şervanekî kurdiye. gelek bi keyf xweşî wî û felsefevanê di şopînim. gelek di wastê. keda wî pîroze.



12.06.2014 23:21 | ciwanpiroz

5. (bnr: malpera felsefevan)



03.07.2014 23:34 | xwelî li ser

6. camêrekê jêhatî ye. her wiha gelekî girêdayî yekîtiya kurdistanê ye. feysbûûkçiyekê jîr e! nivîsên wî yên di felsefevan.orgê de jî gelekî baş û serkeftî ne.



04.07.2014 02:08 | xendekî

7. civaknaseke kurd e û xebatên pir biqîmet dimeşîne. kurd hewce ne kesên wisa.



04.07.2014 15:08 | kurê xelkê

8. bi rastî ew kesekî gelek hêjaye.kurd û kurdistanî ye.xebatên wi gelek girîngin bo zimên.



01.09.2014 00:10 | dildar geverî

9. ji sistî û bêxîretî û bixwerenedîtinê heta niha min nivîseke tenê ya wî nexwendiye, ji xwe hej nivîsên teorÎk nakim, vêca bi ser de jî dema mij Û mijar dibe felsebe îcarÎ laşê min nakeviyê..

ev çi qas e m li ser facebookê heval in, insaneke camêr, nefsbiçûk, xweşxizmet dixweye..



01.09.2014 01:09 | endazer

10. Felsefevanekî kurd û ji ber karê ez dibêm qey gelekî bextewar e. ji ber ku nivîs û lêkolînên wî di gelekan de serfirazî û peşketinek heye. kesekî bixîret û bextewar e!



01.09.2014 02:33 | siyajîn

11. camêrekê ku ev qederike li nivîsên wî dişopînim û ji vê yekê jî gellekî kêfxweş dibim. zimanxweş û dilgerm e



01.09.2014 11:51 | renas

12. Nivîskarê ku di rûpela xwe yî facebook ê de gotiye ''Ji kerema xwe re ka binihêrin, camêran bo min çi gotine?'' ev girêdan parvekiriye.



02.09.2014 01:04 | seydayê_peyvan

13. Demekê di azadiya welat de nivîsên wî hebûn



12.12.2014 20:30 | cîncoqo

14. kesekî xwedan xîret e.



11.04.2015 02:12 | serhednişîn

15. rûspiyê kurdan e.



11.04.2015 12:28 | ferhenga şikestî

16. pirtûka wî ya bi navê "jiyan û felsefeya mensûrê hallac" ji weşanên evrenselê derketiye, ser xêrê.



15.04.2015 19:37 ~19:37 | xendekî

17. min her digo xwezî pirtûkeke camêr hebûya û me bixwenda..

axirî pirtûka xwe dayiye ber çapê û ez jê ewle me ku tûrikê wî bi qasî deh kitêban dagirtî ye..



15.04.2015 19:40 | ferhenga şikestî

18. felsefevanê ku pirtûkeke wî ya nû çap bûye:

(bnr: destpêka felsefeyê - alî gurdilî)



10.07.2015 13:59 | xendekî

19. Li nav malpera nivîskar.org de gotinek wî re rast hatim dixwazim li wir jî parve bikim.

"Birîna me ne di laş de ye, di ruhê me de ye û em, ji ruhê xwe birîndar in. Ta niha me birîna xwe temirandî ye û loma, birîn baş nabe. Dermanê birîna me ziman, çand û kesayeta me a rastîn e. Heke em li xwe venegerin, em ê her wisa birîndar bimînin.
"



23.05.2020 20:22 | lonw karda

20. ferhenga xwe ya nipînû ferhenga felsefeyê/Dictionary of Philosophy derxistiye. ji kovara felsefevanê ve min wî nas kir. min gelek nivîsên wî yên li wir xwendiye. bi hevoksaziya di nivîsên xwe yên felsefî de jêhatî ye. min ev ferhenga nû hê neditiye lê bawer im berhemeke/çavkaniyeke pir bikêr afirandiye.

ferheng bi 529 rûpel e. ji hezar zêdetir têgihên felsefeyê di nav de dihewîne. piştî îzahkirina/ravekirina her têgihê, îngilîzî, fransizî û tirkiya wan jî daniye.



11.12.2021 18:12 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ali kemal çınar
» gurdilî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî