Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 81 peyam
seyidxanê mala usivê seydo - tirşik
seyidxanê mala usivê seydo
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji mezinê eşîrê seyîdîyane ku, tev lê serhildana agirîyê buye.



klamek şakiro li ser wî heye ku, bawerim, xweştirîn klamê şakiroye;

http://youtu.be/QEDVdCjrCTc



06.01.2014 23:15 | xurufi

2. Jê re dibêjin seyidxanê kerr(bi Tirkî sağır)



25.07.2020 03:21 ~03:21 | tûjo

3. Deka ez ê bi kurtasî ji we re qala çîroka mala ûsiv bikim. Mala ûsivê seydo ku li welatê jor li serhedê dijîn tevlî serhildanên agirî bûne. pişti serhildana agirî dibin fîrar û xwe ber bi binxetê ve berdidin.ref bi ref ji welatê jor bi dizî diçin binxetê. Hinek ji wan gava ku tên hêla eşîra xiya (eşîrek li derdora pasûr û sasonê ye) dibînên ku erdnîgariya herêmê pirr asê ye û ji bo veşartin û şer cihek baş e. Pişti ku bi serêkê eşîra xiya re dikevin têkiliyê li hev dikin û dibêjin em ê hinekî li vir bi cih bibin. Konê xwe vedigrin li taxê taloriya xiya, li xartikê, li dêra xerabe.
Werhasil derbas dibe hinek zeman dewlet pê dihise ku mala ûsivê seydo ku kozika box û beranên serhildana ne li taloriya xiya vedişirin. Fermanek dişîne ji mala emerê mihê re ku ev jî serekê eşira xiya ne, dibêje yan em ê bigrin ser we yan jî divê hûn mala ûsiv di nav xwe de venehewînin. Tê gotin ku mala Emer dibêjin em nikarin serî bi dewletê re bikişînin û ji mala ûsiv re dibêjin derên herin ji nav me. mala ûsiv jî dibêjin me serî li ber romiyan netewandiye îcar em ê ji gulê mala Emer yên zingarokî bitirsin. Werhasil şer derdikeve di nav herdu aliyan de û dîsa tê gotin ku eşira xiya bi bêbextî xweşmêrê mala ûsivê seydo yanê tewfîq( di kilaman de jê re dibêjin bavê salih) dikujin. Piştî vê kuştina bi bêbextî mala ûsiv ber bi binxetê ve direvin û dibêjin ku em kengê ji bin xetê dagerin em ê heyfa tewfîq hilînin. Mala ûsiv di dagerê de di deşta bismil de derbas dibin. Birçî dibin û diçin gundekî nan dixwazin lê mixabin keya wan îspiyon dike. Leşker digrin ser mala ûsiv di nav genimên zer yê deşta bismil de. Şer dikin lê ku mala ûsiv zorê didin leşkeran leşker agir berî dora wan didin û egîdên mala ûsiv dişewitînin. Ji ew ro vir de mala ûsivê seydo ku pêşengên serhildanan bûn di kilamên me de bi me re dijîn. Û nelazimên din jî man di bêbextiya xwe de...



25.07.2020 03:28 ~12:31 | tûjo

4. Kilama li ser şerê wî hatiye gotin bi devê karapetê xaço weha ye:






Ay de axao axao axao....
Ay mîrpenco yarim şamo
Cegerê nava te risas e
Gurçikê nava te polaooo
Tu firar û mehkûm û eşxasxalê serê çiyaooo
Îsal heft salê te qediyaooo
Nigê te li kêba qûna tê li kêl bû malnekaoo
Te bi xazî kemal paşa re bi meclîsa enqerayê pênç kutaooo
Wele şerê bêbavê serhedê
Qesasê serê tirkao hayêêêê Axaoo
Axaoo dibê seyidxanê lawê seydo ji malê siwar bû
Tewfîqê bira pêrekar bû
Li her çar malê mala seydo bimêvan bû
Dibê hecî musa begê xwêtêêê
E`lamekî daye mûşê û erdîşê dayra enqerê
Dibê çiqa firarê welatê serhedêêê
Îro xwe berdane cemalmêrdînêêê
Wê sibê berê xwe bidine xetê hayêêê
Dibê giraneee alaya orman begê nûrî begêê
Her çar alayê kemal paşa
Çiqa rê ji cemalmêrdîn û jê dertêêê
Herkê firqak eskerê romê kutaye berêêê
Seyidxanê lawê seydo bi sê denga dikir gazî li hecî mûsa begê xwêtêêê
Digo ez ketim bextê te ketim bextê xwedêyeee
Ji pêşiya qaçaxê me rabe bila qaçaxe me derbasbe binê xetêêê
Em Kurd in namûsê me ê hev in
Xelkê sibe xwe bavê ji me xeberdeee
Hecî mûsa beg digo:
Seyidxano nabe bi telaqê bêfito bême cabê ji pêşiya xaçaxe te ranabim
Qaçaxê te di ser min re derbasbeee
Ezê li enqerayê ceza bim
Gavê hecî mûsa begê xwêtê vê xeberê digotiye
Tewfîq li seyidxanê bira dikir gazîye
Digo: seyidxano nabe
Birao nabeee
Li welatê serhedê bi hîbek û dîleka
tiştek derbas nabe
Emê herin ser cara belîsê
Here ser pira siluxê
Qereqolekê li wê derê ye
Emê serê qereqolê bibirin
Bi devê modoliyê xwe bavên xeta firinsayê hayêêê
Axaoo şer e
Maqûlo şeree
Wele şerê sibê silhedîn e
Ay şerê êvarê hêja seyidxanê kerr e heylooo
Ji hev nagereee
De axao axao axao. ..
Şerekî çê bû li cemalmêrdînê bi du ciyaêêê
Li ezmana xwesê dengê girênê teyaraêêê
Li erdê dengê top û mêtrelozaêê
Agir li ser bavê silhedîn lawê seydo dirijiya
Hicûm dane cemalmêrdînêê
Wele begê patnosê cilê xanima li xwekir ji bajêr reviyayêêê
De axao şereêêê
Ay maqûlo şer e
Hey şerê sibê silhedîne
Şerê êvarî seyidxanê kerr e
Heylêêê ax ji hev nagere




**Cêmalmêrdîn: dengbêj gotiye cemalmêrdîn lê navê wê yê rast "cemalverdî" ye. Gundekî bi ser navçeya dutaxa Agirî ye. 28 km dûrî navçeya dutaxê ye. Navê ku dewletê lê kirye " bulutpinar" e.


**Modolî: çek, sîleh an tivingeke lûledirêj ya Rûsî ye.

** Risas: gule, kirşûn. (Sembol Pb)

**Pola: çelîk. Hesinê karbon tevlî bûye.

**Qesas: qatil, kujerê mêra.

**Rom: yan eskerê romê, ji tirka re rom dihat gotin.

**maqûl: beg, eşraf, kesê binirx



17.12.2021 17:45 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» seyidxanê mala usivê seydo
» mala mîr celadet bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî