Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
özlem cizre nuh - tirşik
özlem cizre nuh
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîrmayek ya otobusê ya şirnex e.xwedê neke tu kes mecbur bîbe sîwar bîbe.gelek hêdî dîçe.rê ya dîlok-şirnex 9.30-10 seatan dom dîke .wek dolmişên nava bajêr e.



05.01.2014 21:06 | feqiyêteyran

2. firmeyeke ku di devê meriv de dirî, û di serde jî dibên xweşe we de neçû em dîsa birîn.



05.01.2014 23:06 | tivirloismail

3. fîrmaya kû ji mirov keysê digirê ye. ger ev fîrma herê hin bajarên kû firmayên dî naçin, ji mirov bêhtir pereyan distînin.



06.01.2014 21:05 | nan û av

4. fîrmaya ku divê mirov eger li xwe neheyîrî be lê siwar nebe.



06.01.2014 22:58 | giyanstêr

5. fîrmayeka ragihandin û birinûanîna rêwingan ya di navbera bajaran de ye.. gerçÎ êdî seferên wê yên berev zaxo, hewlêr û silêmaniyeyê jî hene, ji ber hindê carinan etîketa şîrketa ragihandinê ya navneteweyî an navdewletî jî li kêleka logoya xwe datînin.. berê ev şÎrket dema nû derketî, biçûk bû, li termînala cizîrê tenê ofîseka wê hebû û ez ne xelet rojê tenê seferek du sefer dikirin ew jî berev bajarên mezin yên wekê dîlok û stembolê, bajarên ku şêniyên cizîrî lê zêde bûn.. neyse paşê pê re pê re ev şîrket herku çû mezintir bû û herku mezintir bû fîrmayên din ku bi piranî fîrmayên mêrdînê bûn, an bi temamî derî û derebeyên xwe girtin û çûn an jî ofîsên xwe bçûktir kirin.. yanî vêga li termînala cizîrê ji 10-12 ofîsan 7-8 ofîs yên özlem cizre nuh turîzmê ne.. çawa çêbû? ji ber xwe de, li gorî mekanîzmaya Natural selectionê çêbû, an bi pest û pêkutiyan, bi mudaxaleyên ji derve çêbû nizanim û naxwazim gunehê tu kesî bixim di stûyê xwe de..

ez werim ser feraseta xizmetgûzariya vê fîrmayê:



- host û hostesên -di seferekî tenê de liqayî hostesê hatime- wan tu dibêjî qey di şikeftan de mezin bûne, ew qas xeşîm û ew qas serhişk, dema tu tiştekî ji wan dixwazî wekê ku te kutabe diya wan, lêvên xwe şirr dikin û mehdê xwe jî tirş û tehl dikin.. hostên wan dema jinekî bi serê xwe bibînin, wekê meymûnan te qeşmerî û şelafî namîne, ku nakin..

- di her seferekî de miheqqeq ema miheqqeq sê çar kursiyan difiroşin 9-10 rêwingan û di her seferê de jî li ser van kursiyan di navbera rêwiyan de şer û pevçûn çêdibe.. û host û hostesên fîrmayê wekê ku tişteke normal û asayî be, tên çareseriyên demdemkî yên wekê, bila yek ji we were ser kursiyê min rûne, an ji xwe çend seeteke din dê li filan bajarê çend rêwiyên me peya bibin, davêjin pêş.. ecêb e eger rêwîyên ku ev neheqî lê hatiye kirin kurd be, dengê xwe dernaxe, xwe li camêriyê datîne, lê na eger tirk be hema nabîne cam û pencereyên erebeyê nayîne xwar.. çend caran tê bîra min ji ber şerê kursiyekî banî polîsan kirine..

- di her erebeyekî de sê çar kursiyên wan xirabe ne, an di pozîsyona xewê de ne û rast nabin, an jî rip û rast in ji bo posîzyona xewê xwar nabin..

- û wek li jor jî hatiye gotin, dema li bajarekî tenê bin yanî reqîbê wan tunebe, wek seferên di navbera cizîr û amedê de, hema nabîne tiliyan navêjin rêwiyên xwe..



neyse ez dirêj nekim, eger rojekî saman û sermiyaneke baş bi dest min neket, karê min ê ewil dê kirrîna çend otobûsan be, û wan otobûsan jî ji bo sefer û çûnûhatina di navbera cizÎr û amedê de bişixulînim..



07.01.2014 05:17 | endazer

6. fîrmaya ku nizanim kengê û çima bû lê carekê lê siwar bûn û poşman bûm. xwedê bike balafir zêde bibin û ev karmedên rûreş û dinyanedîtî birçî bimînin.



07.01.2014 19:58 | simurg56

7. wexta min li meletî dixwend ji bo ku tenê ev fîrma di navbera meletî nisêbîne de kar dikir min çar sala qahr , kul û derdê ve fîrmayê kişand. Xwedeyooo ku tê bira min tevzînok tên laşê min.



07.01.2014 22:46 | diljan

8. fîrmaya ku ez naha pê rêwîtiyê dikim e. Naha li tenişta min şeş kes ser piya sekinîne. Ferqa wa û otobusên ku di nava bajêr de kar dikin nîne.



02.02.2014 16:51 | nan û av

9. li alavên xwe miqate bin, du sal berê pcya min hate dizîn û pereyên pÎrekekî jî hatine dizîn xwedê tu kesî mecbûrî vê fîrmayê neke û neke rêwiyê vê fîrmayê..



02.02.2014 16:55 | hogırekoseri

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» özlemin dili olsaydı
» cizre spor
» nuh nebî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî