Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
osîlasyon - tirşik
osîlasyon
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgeheke teknîk e.

li gorî nuqteyeke sabît, her kêm di navbera du rewş/nuqteyan de, hatin-çûna tiştekê ye. hejmara rewş û nuqteyên ku sîstem/tişt diçê/digihê, dikare gelek zêdetir be jî, lê herî kêm divê 2 heb hebe ku çûn û hatin yanî "jê çûn" û "lê vegerîn" bikare pêk were. ji aliyê din ve bi giştî, ev hatinçûn her carê de, di wextekî diyarkirî de pêk tê. (her deqeyekê carê, her sedsalekê carê fîlan.)

weke mînak herka elektrîkê ya ac wisa ye.

ev cûreya tevgerê ne tenê mekanîkê de, lê her wiha bîyolojiyê de, civakê de û mejiyê mirov bixwe de jî pêk tê.

ji bo vê mekanîzmayê mînaka herî hêsan dardarok (bi tirkî: sarkaç) e:

http://tr.wikipedia.org/wiki/Dosya:Oscillating_pendulum.gif

http://tr.wikipedia.org/wiki/Dosya:Simple_harmonic_oscillator.gif



05.01.2014 14:54 | simurg56

2. hej an vetewşîn. Çûnhatina ku xwe dubare dike an li gor pîvanê nêrîna tevgera cismekî ye. Wek li jor hatiye gotin termeke teknîkî ye. Di warê fîzîk û endezyariya cêyranê de gelek tê emilandin. Wek hatiye gotin tevgera dardarokê, pêlên elektromanyetîk, sînyala ac ji osîlasyonan an ji hejan pêk tê. Amura ku van sînyalan dipîve û nîşan dide jî osîloskop e. Piranî herka ac an voltaja ac li gor pîvana demê dipîve û dike grafîk.


(bnr: zehmetiya ravekirina termên fenî bi kurdî)



10.04.2022 17:56 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» osîlasyon

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî