Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
grîp - tirşik
grîp
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nexweşiya ku ji ber vîrûsekê çêdibe. her sal ev vîrûs genetîka xwe diguherîne, ya rasttir, suşa/nifşa vîrûsê ya ku wê salê serdest e, diguhere. loma ger sala borî hûn nexweş bûbin jî hûn ê dîsa jî vîrûsa vê salê nas nekin. ji ber yekê, an divê hûn her sal nexweş bibin an jî her sal derziya vîrûsa wê salê li xwe bidin.

li gorî lêkolînan, vîrûsa ku tê texmînkirin ku wê vê salê bibe serdest tê diyarkirin û ji bo vê nifşê derzîyek tê amadekirin, derzîya grîbê wisa tê amadekirin.

vê salê sedema piraniya grîban wê h3n2 be.



vîrûsa grîbê du heb proteînên taybet li ser kapsûla xwe dihewîne: hemaglutînîn û noramînîdaz. loma navên nifşên vîrûsan jî li gorî varyasyona van protînanan diguhere; h3n3, h4n4 fîlan..



05.01.2014 14:11 | simurg56

2. grîp-şewb:

şewb jî cureyên wê hene...

şewba berêz...

şewba berên...

şewba nêriyan...

şewba bizinan...

şewba keran...

şewba mirîşkan...

û şewba tirkî û tirkmancîtiyê...



05.01.2014 15:05 | devliken kelogiri

3. nexweşiya ku eslê xwe de tedawiya wê tune. heta tê gotin ku ger hûn derman bi kar bînin hûn ê heftiyekê de sax bibin, lê ger hûn derman bi kar neynin hûn ê 7 rojan de sax bibin.

lê ji bo ku nexweşiya we siviktir derbas bibe, û ji her derê we av û çilm neherike û her derê we neêşe hinek derman dikarin werin bikaranîn.

berî hemûya, yê herî hêsan û erzan: tylol hot



12.01.2014 11:31 | simurg56

4. (bnr: serma)



12.01.2014 17:10 | dastanekkevin

5. şewb



12.01.2014 20:09 | nanxwarê cilqetên

6. Nexweşiya ku ji beriya naha 2 hefteyan derbasî min bû paŞî ji min jî derbasî kurê min ê 7 heyvî bûyE YE. YA min xem ne dikir lê bi rastî zarok gellek pê êşiya.. Em jî bi êşa wî re diêşiyan



12.01.2014 23:16 | nan û av

7. (bnr: grİpİn)



13.01.2014 00:00 | brusk56

8. nexweşiya ku bi vîrûsên her sal xwe digûherîne çêdibe. vîrûsa înfluenza. her sal bi mutasyonan xwe digûherîne ji ber wê jî ne tedawiya wê heye ne jî taman yanê patrome yanê aşiya wê tune ye.

dîsa jî her sal mirov dikare tamana ku ji cûreyên herî zêde a sala par hatî dîtîn hatî amede kirin li xwe bide. lê bi vê tamanê mirov %100 nayê parastin, ji ber taybetiya guhertinê a vîrûsê .



13.01.2014 00:01 | brusk56

9. Ku tiştek tené teoriya werarê peyîtîné (ispat ke) ew jî vîrusa grîpé ye. Her sal û her sal bi mutasyoné té guherandin û suşé nu çédibin. Grîp nexweşînekî sivike lé belé her dem bela seré meye



03.04.2015 21:37 ~21:39 | tîrejên rojê

10. nexweşiya ku tam yê van wextan e. dema hewa digûhere, mirov haj xwe namîne dicemide. sedemek din jî ew e ku dema nexweşî li kesên derdora mirov zêde be, îhtîmala girtina nexweşiyê jî zêde dibe. bi taybetî li dibistanan, li ofîsan weke perokek belav dibe.

têra xwe avê bistînin, bêhna xwe vekin xwe newestînin, tiştên germ weke şorbê, ihlamur, an jî gargara dikare rewşa we baştir bike. derbasî be ..

alternatîfeke din (bnr: tylol hot) an jî (bnr: nurofen cold) gelek baş e.



05.11.2015 16:27 | brusk56

11. ev du roj e min bernade. do êvar hingî agirê min bilind bû min got qey mejiya min dikele û canê min li ser doşeka bizmaran e. tew qûxik jê pîstir e... neriyam bi peyva yadê û anne pest dibêjim û xew ji min gelek dûr e, min rêzefîlma game of thronesê vekir. piştî pestgotinên min li ser jon snow û khaleesi bûn. *



21.01.2016 20:29 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» grîp

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî