Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
firinên mîkropêl - tirşik
firinên mîkropêl
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. firinên ku bi teknolojiya mîkropêlên ku cûreyekeradyasyona elektromanyetîk e, xwarinan di demeke gelekî kurt de germ dikin.

van makîneyan de ev pêlên elektromanyetîk tê şandin li ser xwarinê ku ev yek weke bombebaranekê dibe. pêlên ku digihin xwarinan wisa dikin ku molekûlên polarîzebûyî yên di nav xwarinê de tevgera zivirinadinê bikin û bi vî awayî enerjiya termal (enerjiya ku dibe sedema germbûnê) derdikeve holê.



van makîneyan de frekansa 2,45 GHz tê bikaranîn. ji ber ku ev yek nuqteya rezonansa molekulên avê ye. bi saya vê yekê, herî zêde av, ji van pêlan bandorê digire.



ji ber vê yekê ev makîne, xwarinan gelekî zû germ dikin û vê yekê bi awayeke bandorker dikin. ji ber ku hemû misqalên xwarinê, bi enerjiya di nav wê xwe de hatiye peydakirin, germ dibe. yanî hemû misqalên xwarinê germ dibe. ne tenê aliyê derve. li gorî vê mantiqê. xwarin çiqas moleklên avê bihewîne, encam ew qas baştir e.

li gorî vê mantiqê herî zêde av, paşê şekir û paşê ron germ dibe. piraniya alavên cam, plastîk û porselen germ nabin tê de.

ji ber ku alavên metal van pêlan diçirûsînin, di van firinan de nayên bikaranîn. dîsa ji ber heman sedemê, divê folyoya aliminyum jî neyê xistin tê de. (kaxiz, naylon jî nabe)



ji aliyê din ve lalîkên guncan yên ku bi wan xwarin tê xistin nav firinê, qet germ nabin; ji ber nava lalîkan de qet molekulên avê tune.



ev malîne ji aliyê percy spencer ve piştî şerê duyemîn yê cîhanê, li ser bingeha mekanîzmaya radaran, hatiye îcatkirin. (mêrik dema li ser makîneyeke radarê dixebite, ferq kiriye ku çîkoleteya li bêrika wî heliyaye)



ev pêlên mîkro, ne îyonîzeker in. ji ber vê yekê, tenê germahiyê dihêlin di nav xwarinê de. qet radyasyon namîne yanî.

herwiha ji ber ku tenê xwarina ku firinê de ye, germ dibe û qene hewaya tê û firin bixwe jî germ nabe, tu îsrafa enerjiyê nabe û loma teserûfa elektrîkê gelekî zêde ye.



04.01.2014 21:36 | simurg56

2. firinên ku kêr gelek tiştan tê.

--mesele mirov dikare nanê xwe yê mayî zêde biavêje qeşadankê û rojekî din bi mîkropelê germ bide û bixwe.

--an jî xwarinên ku mirov amade dike û bi mehan di qeşadankê de diparêze, bi moda helandina qeşayê di cî de bihelîne.

--mirov dikare çawa cemidî ê beriya 3-4 saetan hatî çêkirin, li qedeha xwe tijî bike û bike mîkropelê. wê di nav xulekekê de germ bibe û tama wê jî xera nabe. ji ber ku tu bi demê germ nakî.

-- mirov dikare dema sibehî şiyar bû, karolekî biavêje tê de û piştî 2 xulekan derxîne û bixwe. şûna di nav avê de nîv saet bikelînî, bi mîkropelê tu dikarî 2 xulekan de çêkî.



hê keşf û venasînên min didomin *





06.11.2015 22:48 ~22:49 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» firinên mîkropêl
» mîkropêl

Kategoriyên mijarê:: teknoloji zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî