Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şevbuhêrk - tirşik
şevbuhêrk
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. wek şevbêrk jî tê gotin.. di şevên dirêj yên zivistanên kurdistanê de carê, kiçik-mezin xort-navsale-extiyar pirraniya mêrên gund li malekî diciviyan û civat û dîwan digerandin, di nav civatê de yên dengbêj û stranbêj stran dihêran û kilam digotin, yên çîrokbêj jî tevna çîrokên xwe li guliyê şevê dihûnandin..



(bnr: kerelavêj)



02.01.2014 01:22 | endazer

2. şevbÊRK YÊN KU EZ (BI BÎST SALÎYA XWE) GIHÎŞTIM NE DENGBÊJÎ MABU NE JÎ ÇÎROKBÊJÎ.HEW MABU ÇAY,TELEVZON U NÎQAŞÊN DI DERHEQA KAR U BAR..



02.01.2014 21:12 | bawero

3. nimûneyeke xweş ya şevbêrkê:





05.03.2014 23:13 | endazer

4. Peyva “şevbuhêrk” peyveke hevedudanî ye, ev bêje jî ji “şev” “buhurandin”ê pêk tê. Yanê wateya bi “xweşî borandina şevê” dihewîne. Di vir de dengbêj dicivin û tavêjin ber hev. Berhevavêtina evdalê zeynikê û dengbêj Şêx silê di kelepora dengbêjiyê de navdar e.



16.09.2014 19:42 | xwelî li ser

5. Min ev peyv gelek cara bihÎstiye lÊ ji ber ku di bilÊkirinÊ de hin tÎpÊn wÊ di danÊ erDÊ * ez bi xweşik bÛna wÊ nedihesiyam.*



berÎ ya çÛyÎna mÊvandarÎye dihatÊ bi kar anÎn. wekÎ: Em Ê şevbuhÊrk a xwe bi bihurenin Û werin.



16.09.2014 20:44 | xwelî li ser

6. ez li hawara dÎcleyêda rastÊ vÎ peyvÎ hatim .dengbêj bilo digot ku suhpetin ji evarÊ destpedike heta nÎvÊ şevÊ rA dibÊjin şevbuhêrk



16.09.2014 22:48 | sarpimoleni

7. em jî mexdurên vê serdemê ne mezinoo, mexdurên sedsala bîst û yekemîn in, ji şevbûhêrkan bêpar mezin bûn, ji medrese û seyda û meleyan bêpar mezin bûn



tê bîra min... ( we rastî bivê nayê bîra min ji lew ji van şevan bêpar bûm, bi tenê kenên mezinên min ên ji wan şevan mane tên bîra min, hew)



17.09.2014 21:00 | ferhenga şikestî

8. Zaroktiya min de çîrokbêjî hebû, kal yan jî pîrekî, me zarokan dida dora xwe, êvarê yan jî derengê şevê.
Carna ji kena û carna jî ji tirsa mîza me bi me da diçû.
Heta niha, di jiyana xwe de min tu tiştek wek wan çîrokan xweş û bi kelecan nedîtiye.
Tev bi Kurdî, kurdîyek zelal û delal.
Nizanim kuda çûn çi hat serê wan kesan.
TV û înternetê mala çand û ziman xira kirine.
Hewceye wek mala dengbêjan, mala çîrokan jî hebe.



19.04.2020 00:40 | afa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şevbuhêrk

Kategoriyên mijarê:: jiyan muzik zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî