Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
euthanasia - tirşik
euthanasia
(0) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Kurdî a wê çî ye nizanim. dibe ku bi kurdî tunebe. lê Bi tirkî jê re "ötenazi" dibêjin. daxwaza mirinê ye. mirineke rind. em dikarin jê re bêjin "mafê mirinê" jî. piranîya dewletan de euthanasia qedexe ye. ev metod, zêdetir ji alîyê kesên nexweş û kûd ve tê tercih kirin. ji bo kesên xewa mirinê de ne, dewsa wan malbata wan jî dikare vê biryarê bide.

dewletên ku euthanasiayê qedexe dikin, biryara xwe wiha diparêzin: "kesên ku aqilê wan bi cîh de ye, mirinê naxwazin. hemû kesên ku mirinê dixwazin, nexweşên derûnnasîyê ne".

daxwaza mirinê, maf e an ne maf e nizanim. ev mijar pirgirêkeke bê bersive, ne alîye wîcdanî bersiva wê heye, ne jî ji alîyê ramanî. lê euthanasia, dema ku pakbûn bêîmkan dibe, bona jêbirina êşa bê sînor rêyeke rinde.



01.01.2014 14:51 | nazim tolhildan

2. mijar a fîlma alejandro amenábar e û javier bardem tê de dilîze. navê fîlmê bi tirkî içimdeki deniz e. ji bo tenduristîya derûnnasî ya we tewsiye nakim.



01.01.2014 15:00 | nazim tolhildan

3. mirineke baş. belê ev e wateya resen ya vê gotina ku ji du beşan pêk dihê.

ew jî niha bêtir ji bo kesên ku dixwazin bimirin ji ber ku jiyana wan pir nexweş bûye û bi giştî ji ber nexweşiyan e. helbet ev mijar ji aliyên etîkî û hiqûqî û bişîjkî ve.

welasil em behsa wan meseleyên dirêj nekin

(bnr: cudahiya otenazî û xwekuştinê)

(bnr: you don't know jack)



01.01.2014 15:06 | dijber

4. mirinekê ne bi dilê min. ez hêj tênegihiştime ku mirinekê baş e an na? lewre yê ku mirinê bixwaze an ji ber Êş û kolincê dijwar dixwaze an jî ne li hemdê xwe ye. heke em êşên wan xilas bikin, hiş û hemdên wan bînin serê wan dibe ku ew ji mirinê alikarî nexwazin. bi ya min em ji wan re mirinê bixwazin em jî dibin kujerekê.



01.01.2014 16:03 | bilîs

5. terma ku bi kurdî weke otenazî dikare were gotin.



01.01.2014 16:14 | simurg56

6. peyveke grekî/yunanî ye.. di kurmancî de tê wateya mirina baş û sivik û hêsan.. bi îngîlîzî wek yusineja tê xwendin, tirkan ötenazî ji kû dera xwe derxistine nizanim û ya rastî mereq dikim.. li gorî google translateê bi farisî mergî esan e û bi erebî jî qetlî rehîm e.. yanî herdu zimanên cîran jî peyv rasterast wergerandine û daxilî zimanê xwe kirine.. li gorî min em jî ji bo kurdî Û kurmancî dikarin jê re bêjin mirina sivik an ya hêsan..



01.01.2014 17:33 | endazer

7. bi îngîlîzî weke "yutenezya" tê gotin. ji ber vê yekê weke otenazî guhertin û karanîna wê ne tişteke ku neyê fêhmkirin e.



01.01.2014 17:42 | simurg56

8. gotina ku cara yekem tirkan mîna ereb û farisan nekiriye û hewl nedane gotinekê ji xwe re xwerû tirkî çêkin.

Li gel ku faris bi xwe dibêjin " otanazî" jî lê li hin deran wekî " mergî xob" jî dihê gotin. encex hin gotin ene ku mirov ne wateya wê ya herfî lê wateya mefhûm û têgihê ya felsefî digire.

yanî kes ji me demokrasîyê wekî "hukimê gelî" nabêje ji ber " hukmê gelî" êdî wê wateyê nade li gel wateya wê ya resen wisa ye.

yanî odenazî jî ne gotineke ku tê wateya xwe bide kuştin lê têgieke bijîşkî û hiqûqî ye û wergera herfî qet nabe çare jê re. wek tê dîtin ingilîzan bi xwe ji yûnanî birine û serê xwe bi çêkirina peyveke nû re nêşînadin



01.01.2014 17:57 | dijber

9. Peyveke ku mane ya wê zêdetir, wergera wê bala tirşikvanan kişandîye ye.



01.01.2014 18:22 | nazim tolhildan

10. ez ê navê du fîlmên baş yên ku behsa vê mîratê dikin bidim, herdu fîlm jî li ser otenaziyê ne yek jê ji xwe di peyameka li jor de hatiye gotin, mar adentro yanî behra sayî ye, û ya din jî le scaphandre et le papillon e yanÎ noqav û perperok..

erê herdu fîlm jî behsa otenaziyê dikin, lê ji perspektîveke cihê û berevajiyê hev.. fîlma pêşîn dilê mirov diêşîne û ji dinyayê sar dike û ya didoyê jî dilê mirov li heyatê disincirîne..



01.01.2014 18:37 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» euthanasia

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî