Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xewn - tirşik
xewn
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarek ji nivîskarên tirşikê ye.. xweyê pênûseke tûj û birra û ûslûbeke zêde agresîf e.. dikare bibe serê sebebê gelek polemîkan.. welê dixweye ku tirşik wê saya serî vî camêrî gelek nanê belaş bixwe.. ji xwe kurm û firşikê platformên wihareng bes polemîk in.. *



24.06.2013 12:39 | endazer

2. ji bo ew tişt û dîmenên ku mirov di xewa xwe de dibînin tê gotin.. eger ev xewn di xeweka rojinî de hatibe dîtin hingî jê re dibêjin xewnerojk.. wekê din gelek çeşn û cureyên xewnan hene.. wekê xewnên xweş û şirîn, kabûs, nerdizme.. heta vî çaxî jî zanistên modern nekariye sebebên eslî yên çêbûna xewnan rave bike.. hirde û vêde gelek ravekar û mûfesîrên xewnan hene ku li gorî xewnên tên dîtin şiroveyan dikin û şîret û tembiyan li xweyê xewnan dikin ji ber ku li gorî gelek dîn û baweriyan ev xewn ji bal xwudê ve peyamên hişyariyê ne.. wekê din di nêv xelkê de jî şiroveyên çend tiştên di xewnan de tên dîtin gelekî berbelav in.. wekê hesp bext e, mar bela ye û nizanim çi ye û nizanim çi ne çi ye..



24.06.2013 12:47 | endazer

3. Karê min mîstina pêlavan e. Ez ê bi pêlavên wan de bimîzim û deynim ber pozê wan, ka bê ew bêhn xîretê nayne bîra wan



24.06.2013 23:31 | xewn

4. lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e



25.06.2013 21:39 | xewn

5. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike



25.06.2013 21:40 | xewn

6. xewn dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe



25.06.2013 21:41 | xewn

7. Carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî û Baba Tahirê Uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê Celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman



25.06.2013 21:42 | xewn

8. carcaran Hestên wê pêl bi pêl li hev diqulipin û diherike mina Dijleyê. Ji bavê kê zêde ye xwe li ber pêlên wê bigre. Her diqulipe, her diherike



25.06.2013 21:43 | xewn

9. carina rastiyê nîşan dide carina jî xeyal e



25.06.2013 15:23 | simurg56

10. ez ê razêm, tu jî peyamekê bişîne ji Şeytên re, bila were em çend lotikan bavêjin, da ku nivîn germ bibin...*))



05.07.2013 01:46 | xewn

11. (bnr: bi tir û fisan hemam germ nabe)



05.07.2013 02:31 | azadixwaz

12. nivîskarê tirşikê yê ji zûde naxuyê. wexta li profîla wî dinêre, dibîne ku têketina dawî 1970 dixuye, vî camêrî çawa kariye 1970êde bikeve tirşikê willehî ez jî nizanim. va kerem ke:

https://www.tirsik.net/a/xewn



11.08.2013 18:21 | azadixwaz

13. ŞIKÛR JI XWEDÊ RE! PIRÎ cARAN XEWNÊN XWE EZ BI KURDÎ DIBÎNIM.



11.08.2013 20:52 | seydayê_peyvan

14. Xew li yekî biherime derî bi derî li çareseriyan digere êdî xewna jî nabîne.



06.09.2013 23:19 | xewn

15. "dide pey şopa bapîrên xwe, di dilê wê de hesret heye, bêrî heye, xewn heye, xeyal heye ji bo welatekî azad û serbixwe

lê ligel zimandirêjî, zimamançepelî û zimantûjîya xwe, xwîngerm, rûken û dilgerm e

carcaran digrî ji bo ziman, xwe davê bextê melayê cizîrî, feqeyê teyran, ehmedê xanî û baba tahirê uryan; kela wê narje û xwe dighîne ber destê celadetê nevîyê mîrê kurdan, gilî û gazinan dike ji bo rewşa îroyîn a ziman"

ev hevok bi min xerîb nayên...



http://www.lotikxane.com/2012/08/07/keje-bemal-rengeke-kurdistani-ye/



28.10.2013 21:07 | devliken kelogiri

16. beşeke xewê ye ku meraq dikim gelo zarokên biçûk jî dibînin an na... ji ber ku ya me di xew de dikene, digirî û tevgerên weke di şiyarbûnê de dike.



01.06.2014 18:45 | simurg56

17. cara yekem ez di xewna xwe da bi kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakÎ axivîm. serê sibehê bêyî ku ji nav nivîna xwe derkevim şiyar bÛm Û çendeke wer dimam. û dawÎ min ferq dikir ku îro ez di xewnê da bi zimanê xwe axivî lê ne pir zêde. dîsa jî baş e, ev jî pêşketinek e.



14.06.2014 14:08 | kurê xelkê

18. Bexçeyê ku di navbera wê û bîra binêheş de deriyekî ji hesin û asê he ye.Bi tenê dema ku heş ji xwe diçe derî vedibe tiştên ku rengên wan li gorî derd û kulên rojê ne ji mar û dûvpişkan heytanî zarokan ji bîra binê heş derdikevin û lê dileyizin li hember çavê me û em nikarin ji wan re bibêjin kişt jî...



14.06.2014 16:56 | cirano

19. difirim nav ewrada,

direvim nav baxçada,

ne diwestim ne xwê didim,

radizêm nava cÎya da.

( xewn )



01.10.2014 10:56 | xulam

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewnên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî