Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdiya akademîk - tirşik
kurdiya akademîk
(25) (2) (5)
di mijarê de bigere

2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan)



24.06.2013 12:16 | endazer

3. nîşaneya pêşdeçuna kurdiyê di mejiyê kurdan de ye ;)



24.06.2013 13:57 | azadixwaz

4. kurdiya akademîk ji zanîneke akademîk bêtir tiraliyeke akademîk e!



24.06.2013 23:34 | xewn

5. Heta ku em ava şêlo ya van kundirên akademîk zelal nekin, helbet wê sloganên beredayî yên wekî Her zimanek insanek e jî ji rihê civaka me re bibe nanekî germ



24.06.2013 23:35 | xewn

6. ji bo ku em du gotinên kurdî fêr nebin, em li rûyê hev dinêrin û bi derew û bahaneyên akademîk ve dibêjin ez kurdiya akademîk nizanim ev wek kunderek akademike



24.06.2013 23:38 | xewn

7. Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:



A: Navê te çiye ezbenî?

B: Ez kurdiya akademîk nizanim.



24.07.2013 19:45 | bazirgan

8. Ev têgeh mixabin bûye bela serê hema hema her kesî. Hinekên qaşo akademîk-kurdîziman tirane û tinazên xwe bi devokên milet dikin û wan ji zimanê wan sar dikin. ji ber ku milet êdî ditirse k' bêyî daçekan hevokekî çêbike, tîpan girover bike Hwd. evdilê koçer li ser vê mijarê gotarekî xweş nivîsibû, kerem bikin:



Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê xwe digire û belasebeb xwe rezîl nake. Heke jixwe şerm jî bike di nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi tirkî dike.



Almanekî ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje, “Ez almaniya akademîk nizanim!”. An yekser dibêje, “Ez nizanim!”, an jî qet tiştekî nabêje û xwe li dinyayê rezîl nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî bike, jixwe bi çi rengî be jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.



Kurdekî ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina kurdî nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser dibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”. Lê serê we xweş be, şerm û fedî jî nake û di deh salan de nikare du gotinên kurdî jî fêr bibe.





Helbet her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî jî bike, lê dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe, hem ji tiraliya xwe di bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê zimanê xwe sê metro dirêj bike û bêyî ku maneya wê bizanibe bi sed tiştên pûç ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!” divê em hingê tiştekî jê re bibêjin.



Ya rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî nizanim. Jixwe kurdiyeke wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min negirin lê li ser tirba Celadet Bedirxan jî peyda nabe.



Lê heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî hemû zimanan divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr bibe. Bi fêrbûna sê çar gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen û nivîskar jî.



Heke mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ şermkirin û fihêtkirina ji nezaniya xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv şev û rojan li xwe biherimîne û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.



Lêbelê ez dibêjim qey mesele tiştekî din e: çawa ku gelek kurd di bin navê “Her zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana zimanên din, her wiha di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!” de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa bipêçin û kurdî jî bixin şirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê nivîskarên ku kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.



Mesela li hemû dinyayê tişteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek nîvhevokekî jî ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te”, dibêje qey ew bi yara xwe re bûye ‘akademîsyen û zimanzanê kurdî!’, an jî ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe berdide û dixwaze ku di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca were û keziya xwe kur neke keçêêêêê!



Bi rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir ecêb in. Ev xwedîaqilên mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê jixwe tu mesele nemîne û wê ji nişka ve xweasîmilasyon jî ji ser erdê Bakur rabe.



Hingê dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin, jixwe wê ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm bikin û wê dû re pê bihesin ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!” bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma tirkan e ku ji binî ve mala zimanê kurdî xira dike.



Lê na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk” bipeyîvin. İleh bileh dixwazin ku şeveqekî ji xew rabin û ji hemû zimanzanan bêtir kurdî bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û gramereke kurdî û wê du gotinan fêr nebin! Tew mala minêêêê!



Dema ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey dixwazin rasterast wisa bibêjin, “Ê heval bi darê zorê ez piçekî fêrî tirkî bûm, niha ev kurdî jî ji ku derket yawwww. Bi vê tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez nikarim gotineke kurdî fêr bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piştî sê gotinên kurdî diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn e. Heke di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê çar gotinên kurdî bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake, ma ez biçim xwe di zinarekî re bavêjim heyran…. Yaw ma her tişt maye ser pişta min. Tişta herî baş ez bibêjim ‘Ez kurdiya akademîk nizanim!’ û hewww. Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm nakeeeee... Dev ji min berde hevalê hêja…!?”



evdilê koçer



24.07.2013 19:51 | bazirgan

9. kurdîyeke akademîk nîn e: kurdiyeke qels, kêm, şaş û eletewş heye; û kurdîyeke rast û dirûst heye.



24.07.2013 20:00 | seydayê_peyvan

10. kurdiya akademik biwêjekî şaş e, rastê wî;

(bnr: kurdiya wêjeyî)



24.07.2013 20:01 | keçkacindî

11. Hıymm herkes kurdî baş dizane tenê ez nizanim .



24.07.2013 20:15 | ehlibeyt seyit

12. kurdiya akademîk nîne herwiha kurdiya wêjeyî jî nîne.. netekîm kurdî bi xwe jî nîne.. em hemû ferxikên tirkan û zimanê wan in..*



24.07.2013 21:05 | endazer

13. peyvên ku ji bo kesên hema ne bi zimanê gundê xwe diaxivin, hinekî diguherînin, tê bilêvkirin e .

yaw temam belkî ne zimanê gundê te ye, 2-3 peyvên nû ketiye tê de lê çi zû bû akademîk yaw . heqqet akademîk çi ye yaw ?



24.07.2013 23:11 | brusk56

14. ziman ew e ku di jayana xwe de her tiştê pê bike .heke tu her tiştê pê bikî bawer bikî ji te akademik tu kes nîn e.jixwe wate ya vê mijarê bi ya min bikaranîna zimanê li gorî jiyîna hemdemî ye.heke tu zimanî xwe li gorî pêwistiyên demê pêşde nexî wê li paş mayîna te jênerevîn e.

tişteke ku wê bibe tu nikarî li ber wê bisekînî *



25.07.2013 01:06 | fizikzan

15. kesê ku wateya du peyva nizanibe nabêjin em başebaş kurdî nizanin dibêjin ma em kurdîya akademîk nizanin. başe ku navekî wusa lê kirine yan jî ji bo van hevala berpirsîyarek lazim dibu..



15.10.2013 22:19 | bawero

16. Di xeyalên hemû kurdan de Heye lê belê ji ber kes li ser serêxwe naêşîne hew di xeyalê wan de dimîne



16.10.2013 02:17 | mergehez

17. kurdiyeke ecêb e ku mala me hemû kurdan xira kiriye û ser de jî me lal û bêziman kiriye



16.10.2013 23:37 | elomelo

18. ecêbiyek e û sedema wê jî ew e ku, di tevgera li bakur de navên cihên ku perwerdiya ziman û siyasî tê dayîn akademî ne;

- Akademiya Zimanê Kurdî bi navê “Şehîd Ferzad

- Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî Ya Ehmedê Xanî

- Akademiya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî

- Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê

- Akademiya Şehîd Rustem Cûdî

- Akademiya Mafê Mirovan

- akademiya jinan

- Akademiya Ferhat Kûrtay

- Akademiya Siyaseta Jinan a Berîvanê

- Akademiya Siyasetê ya BDP'ê

- Akademiya Jinên Kerkukê

- Akademiya Cegerxwîn

- Kürdistan Kültür Sanat Akademisi

....

û hwd.



05.01.2014 12:14 | simurg56

19. ew kurdiya ku hin hevalên jÊ re dibÊjin "kurdiya stenbolÊ"



05.01.2014 14:07 | xewnname

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya girê xwar

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî