Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xendekî - tirşik
xendekî
(19) (0) (8)
di mijarê de bigere

2. Nivîskarekî tirşikê ye. Îşev weke bayê brûskê daketiyê kolanên tirşikê. Bi xêr hatiye xweş hatiye. Bi hêviya berdewamiya wî...



30.12.2013 00:11 | ceso

3. (bnr: bayê birûskê)

(bnr: babilîsok)



30.12.2013 00:17 | dijber

4. BI QASÊ XWIYA DIKÊ EM GUNDIYÊN HEVDÛ NE..



30.12.2013 12:28 | nan û av

5. nivîskarê nû yê tirşikê ye..

bi hatina xwe re di tirşikê de lehî û tofana peyaman rakiriye..

derbarê xwe de tiştek nenivîsandye û profîla xwe rojane nekiriye, ji ber hindê em nikarin derheqa de tiştekî ekstrem bêjin, bi xêr hatiye, hêvî Û temeniya me jê di tirşikê de berdewam û temendirêj be..



30.12.2013 12:33 | endazer

6. /22621

nivîskarê ku bila bizanibe, her nivîskar ji nivîsên xwe berpirsyar e . yanê fikrên tu kesî ne a tirşikê ye .



03.01.2014 00:40 | brusk56

7. min hinekî profîla xwe nû kir.

ji hevalê brusk56 re jî spasî.!



03.01.2014 00:55 | xendekî

8. komîserê kckê yê tirşikê ye..

carina tê li gorÎ destûr û rêziknameya kckê ya kurdîtiyê hed û hiquqê nivîskarên tirşikê yên ji hedê xwe derketîn destnîşan dike û lê dide diçe.. biçekÎ dişibe ecewîtê wextekî ku dema merve kavakçi bi awayeke pêçayî derketibû ser kursiyê meclîsa tirk, lê ahtibû xezebê û ji parlementerên di meclîsê de re digot ka tu kes nîne hedê vê jinikê nîşa wê bike.. *



24.06.2014 16:26 | endazer

9. hêviya min e; bnr: tirşik forûm/44019



30.06.2014 21:50 | simurg56

10. nivîskar Û lêkolînerê gotara cihên dîrokî yên cizîra botan e.



21.07.2014 16:38 | brusk56

11. bloga wî; http://renasxendeki.wordpress.com/



24.09.2014 05:14 | endazer

12. ji xwe re avatarek gelek komîk bijartiye:

https://www.tirsik.net/niviskar.php?trskvn=802&m=kiye



kengê bibînim, dikenim.



15.12.2014 22:11 | simurg56

13. nivîskarê hêja yê tirşikê yê ku gelek kêfa min jê re tê

bi qasî ku dizanin di zanîngeha dîjleyê de beşa hiqûqê dixwîne û niha jî di derbarê hiqûqê de bi zimanekî fesih û resen maqalet û ceribandinan dinivîse, bila her domdar be..

not: kurdên me ecêb in, zilam dîrokzan e lê helbestok û çîrokên xwe bi kurdî, berhemên xwe yên dîrokî jî bi zimanê biyanî yê serdestên xwe dinivîse, lê baş e ku birêz xendekî li ser beşa xwe bi kurdî dinivîse lewma mi go gelek kêfa min jê re tê



09.01.2015 19:56 | ferhenga şikestî

14. niviskarê dema ez hin nivîsên wî dixwînim ez dibêm qeynûgîhaştî ye.



02.02.2015 22:49 | berxweda

15. nivîskarê ku yek ji hêrî jêhatî yê li vir e.



xwendavanê hûqûqî ye û derbarê hûqûqê de bi kurdî dinivîse. vî sedemê bes e ku wî çepikekê giran heq dike.



Û çend rojê berî, hejmara yekemeni ya kovara felsefevanê de nivîsê wî cîh girtiye.



19.02.2015 03:31 | endazyar

16. ji xwe re avatarek xweşik dîtiye; nietscheyê ku di serê wî de Übermensch heye.



23.02.2015 20:27 | simurg56

17. nivîskarê hêja û delal ê tirşikê ku dil dike bide pêşiya min, lê nizanê zaza serhişk in dê tola xwe hilînin*



26.02.2015 21:53 | ferhenga şikestî

18. şêwirmendê hiquqê a tirşikê ye * ==>> destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne/59811



27.02.2015 00:45 | brusk56

19. nivîskarê ku dengê wî jî xweş e lê divê menejerê xwe biguherîne, ji ber ku fona ku ji helbestê re bijartiye, ne xweşik e

( bnr: kul (bê)/60285 )



03.03.2015 21:19 | ferhenga şikestî

20. nivîskarê ku cardî dest bi nivîsandina helbestên hebestkarên kurdÎ kiriye

de biaJo kakagiyan, em ê bi saya serê wî bikaribin hemû helbestan li ser tevn û tor û bextê înternetê zeft bikin*



08.03.2015 22:27 ~22:41 | ferhenga şikestî

21. nivîskarê di nav cizîriyande populer e. min li enqereya tirkî cizîriyekî nas kir û wî got rênas xendekî ez piçekî şaş bûm min go belkî ji tirşikê be lê behsa kovara hawara botan kir û got li wir dinivîse.



15.03.2015 21:53 ~21:55 | berxweda

22. nivîskarê ku di civînê de jî online e yahû* ez dibêm qey eciz bûye û li ser tirşikê helbestan dixwîne *



22.03.2015 15:17 | ferhenga şikestî

23. nivîskarekî hiqûqnas e. dixwaze termînolojiya hiqûqê bi kurmancî dirist bike. kesekî zîrek xuya dike. bila bext û mirazê wî her akerde be.



26.03.2015 17:41 | serhednişîn

24. kedkarekî zimanê kurdî ye. xûya ye wextê xwe bi mijûlbûna zimanê xwe xerc dike û ya herî baş dike.



27.03.2015 01:08 | brusk56

25. nivîskarê ku ez nizanim çawa pesnê wî bidim. tirşikvanê ku xwe weqfê tirşikê kiriye, êdî hûn fehm bikin.



27.03.2015 17:39 | remlavêj

26. Nivîskarê ku min do şev di xewna xwe de dît. Wisa bû:

em dimeşiyan û min weke ku bi wî derxistibe jê re got xendekî haa. Wî jî ji min re got qey te berê fêhm nekiribû ku ez xendekî me.

Ji vêya meriv fêhm dike ku di xewnê de weke ku me berê herî kêm cereke din hevdu dîtibin û bi hev re peyivîbin, suhbet pêk hatiye.

(bnr: mirov bi rastî jî ecêbmayî dimîne)

(bnr: xêr e gelo?)



28.03.2015 20:57 ~20:59 | mergehez


28. Min wî camerî he nedîtîye û nasnekirîye le ez nave vî dibinîm an peyamên wî dixwînim pir kehfweş dibim. Çima ye nizanim lê belê xwîna min pir dikele jê ra



29.03.2015 00:35 | quşxaneli

29. xendekî...

xoşewîstê nivîskarên ciwan yên tirşik ê !!! *



29.03.2015 01:22 | vêca çiyeeee

30. Pistî ku navê yilmaz bibû 'cirkin kral' û kî dihat jê lêdan dixwar herkesî wî wek egîdekî didît (di vîzontele jî derbas dibû) yilmaz dît ku wer nabe û di fîlmekî de ji tirsa ji wan reviya û millet sekinand * xendekî divê tu jî tistna bikî an na peyam nasekinin *



29.03.2015 01:46 | diranfîq

31. nivîskarê ku ewqas ji pesndanê ditirse * ji bo gotinên we spas dikei diranfîq heta te xwe gihand min ez ê jî lê bidim û herim *



29.03.2015 11:07 | xendekî

32. nivîskarê ku ji bo xêra miriyên xwe bila avatara xwe rast bike, dema dibînim hûn çawane hewal*))) tê bîra min*



30.03.2015 01:54 | ferhenga şikestî

38. (bnr: xendekî vs berxweda)



04.04.2015 19:41 | vêca çiyeeee

41. ketiye meha ezmûnan û bi dehan pirtûkên sedan rûpel yên hiqûqê li benda xwendina wî ne. ji ber vê wê demekî (demeke kurt) nenivîse, ev ne xatirxwestinek e lê şevbaşek e.

niha hiqûqa cezayê, hiqûqa rêveberiyê, hiqûqa navnetewî, hiqûqa deynan, mafên mirovan, hiqûqa yekîtiya ewropa, sosyolojiya hiqûqê, dîroka hiqûqa tirkan, maliye, dersa bijarte hiqûqa zarokan û ya ji berê mayî hiqûqa şareyî (medenî) li benda xwendina min in... axir înşelah we fêm kiribe. de vê gavê çaw bella



https://youtu.be/6Czqr7C17gg



17.04.2015 10:21 ~10:23 | xendekî

43. nivîskarekî arame, sekan û gelkî rehete hetanî niha min ne dîtîye ji tûtika kesî ra gotiye kişt. nivîseka wî hebe di nivîsîne û derbas dibe ez wî pîroz dikim.



08.07.2015 21:21 | shorbevan

44. Nivîskarekî ku xemxwarê huzûra tirşikê ye. Bila xeman nexwe, dawiya dawî em hemû dostên hevin. kesek ji kesî ne çêtire, herkes lawê bav û diya xwe ye û neviyê/torinê kalik û pîrka xwe ye. (bnr: gender mainstreaming)



08.07.2015 22:20 | hola êzîda

45. Tirşikvanekî pir aram û sakîn e. wek mişka tê, şopên xwe dihêle û wek mişka diçe. Mal ne mîrato, hinekî bike teq û req, li teneka xe. Em ne zarê arîstokrata ne, em gedê gelê gundê bi gavan û şivana ne.



11.07.2015 16:14 | hola êzîda

46. tirşikvanê ku niha li antalya yewnanan e, hol hola wî ye, êşa ezmûnam ji pişta behrê derdixe, silava li hola êzîda dike.



12.07.2015 11:30 | xendekî

48. nivîskarekî hêja ye û tekane tirşikvan e ku ji bo sepanên min arîkariya min dike.. jixwe fedî bikin haa.

spas birako dîsa *



03.08.2015 21:17 | mergehez

49. nivîskarekî jixwe dixwest ji bo kurdan sepanan çêke, lê aqlê wî pê nediket, an jî xwe ber hînbûna wê re nedikir, lê piştî cengawerê mezin mergehezo hat, problem safî bû û got va jixwe camêr dizane, tenê alîkariya wî bike temam e. spasî bo xebata te ye bira.



03.08.2015 22:07 | xendekî

50. haho, êdî ew jî nivîskarê kodan e.

pê gelek kêfxweş bûm. xwezî bi hezaran ciwanên kurd bi tiştên wisa mijûl bibin da ku qet nebe li gerdûna dijîtal kurdistan azad be.



03.08.2015 22:24 | simurg56

51. Nivîskar kodan nanivîse, gotinên stranan, pirsan ji bo pêşbirka zanînê û ji bo sepaneke din a suprîz tiştina berhev dikin. Ev tiştana tirşikvanên din jî dikarin bikin lê belê...!



Heke ku bixwaze dest bi bernamenûsiyê bike ez dikarim alîkariya wî bi awayekî qerrase bikim *



03.08.2015 22:55 | mergehez

52. nivîskarê dilsafî ye. ez dereng pê hesiyam ku hatiye antalya. min xwe gîhand hevalan ku bibêjim em ba wî bikin ku were cem me. lê heval ji min re got ku divê vegere welat û wextê wî yê manê jî tune ye. qey wê hevdîtinek bibe nisîb *



04.08.2015 20:54 | berxweda

53. di nav dorpêça li ser cizîrê ye û agahiyên zindî jê radigîne. xwedê alîkariya wî bike ku tiştek neyê serî. neyê serê tu kesekî din yên kurdistanê.

rewşa wî ne baş e. ev 4 roj in li navçeyê qedexeya derketina kuçeyan heye û elektrîk, av û înternet tê û diçe.



07.09.2015 22:56 | simurg56

54. ê ku nizanim çima /74659 nivîsandiye û xwestiye çi bêje.



07.09.2015 23:03 | azadixwaz

55. kiriye ku navbeyna min û elegezê xira bike lê bila belesebeeb hewl nede, di navbera min û wê de hezkirineke xurt heye tu nikarî me ji hev bikî *



11.11.2015 12:08 | ferhenga şikestî

56. moderatorê nû yê trişikê ye, ger ji parvekirina helbestan keys bibîne, dê înşallah bo tirşikê jî çend tiştên bi xêr bike*



11.11.2015 19:11 | ferhenga şikestî

58. nivîsvanê ku ser xêrê dawiya dawîn ji xwe re avatarek xweşik dîtiye.

li aktîvîteyên wî binêrin, %95ê aktîvîteyên wî guhertina avataran e (4 rûpel); Here lînkê



heyran vêca bes biguhere, ev avatara te bi rastî jî baş e.



14.11.2015 23:24 ~23:25 | simurg56

59. (bnr: bila patron)

tirşikvanê soz dide patron wê heta demekî dirêj avatara xwe neguhere.



15.11.2015 01:13 | xendekî

60. Xendekî birayêk ezîz e. Û ew bû sedema ez tirşikê bibim endam. Xwedê ji vê birayê ezîz razî be.



15.11.2015 13:57 | behdînan

61. (bnr: dj xendekî) * ; radyoya tirşikê/81682



10.12.2015 12:26 | brusk56

63. hemşehrîyê minê ez dihesidimê.

yanî bi ya rastî ez dixwazim wek wîbim ji alîyê ziman û zanînê de.

ji xwe ne hewceye ez behsa sepana asoya helbesta kurdî bikim .



kurdîya min ne başe lê ez jî di nav tekoşîna hebûnêdeme

lê xem nakê ez hê biçûk û nezanim ,rêyek dirêj maye pêşîya min jî.



27.06.2016 00:40 | mijdar

64. nivîskarê ji simurg56 jî girantir û maqûltire hewqas min tiştên tewşik nivîsand rojek negot shorbo hiş, negot tu çi difiroşî, negot êdî bes.. bala min lêye ne jimin tenêre ji hemû kesîre wisaye nivîskarên wiha ji mere lazimin Xwedê wî ji serê me kêm neke..



27.06.2016 23:19 | shorbevan

65. xwediyê blogeka kurdî ye. renasxendeki.wordpress.com
(bnr: renasxendeki)



21.12.2016 14:11 ~14:13 | cinorek

66. mêrik bûye nivîskar di malperan de.

Here lînkê



15.08.2017 01:31 ~01:32 | mergehez

67. îşev bı xeberên xêrê va dilê min şa kiriye..*

(bnr: zanîngeha efrînê)
(bnr: zanîngeha rojava)
(bnr: zanîngeha kobanê)

Heta niha haja min pê tinebû ku ev zanîngeh li rojava vebûne.
ez zehv zehv dilxweş bûm yaw..



01.10.2017 23:12 | bûtîmar

68. tirşikvanê ku îro li amedê di saet 1ê de, roja wî ya îmzayê ye.
ez ê îşelleh li wir bim.
Here lînkê



30.09.2018 09:56 | simurg56

69. nivîskarekî qeşenq e..
Pirtûka wî a mamikên botanê eva çendek e Derketiye.. lê min hê nexwendiye.. hêvî dikim di Demeke nêzîk de bikirim û bixwînim.. her tim jê re serkeftinê dixwazim.
li Serhedê heta Botanê silavên germ dişînim *



07.10.2018 02:57 | bûtîmar

70. yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye.

pirî caran nexuya ye lê belê, bi ya min, çavê wî her tim li ser tirşikê ye. dema nûçeyeka girîng û nû derbarê ziman, wêje, çapemenî, paltform, hwd derket, tê bin mijarekî da dinivîse, xebera wî dide û diçe.

û herweha dema hewcedarîya agahîyekê di bin mijarekî da çêbibe, tê agahî dide, çewtîyan serast dike û diçe. ji dûr ve li tirşikê miqate dibe. wekî spider-man an jî batman, şal û şapik li xwe dike, xwe hol dike û ber bi kêmasîyan ve difire, "xendekîîî" min hinek pêkenok tevlî mijarê kir lê bi rastî jî wan tiştan tîne bîra min.

te dî ji ew kesan ra ku ji dûr ve li karekî miqate dibin, dibêjin supervisor. xendekîyî jî ez wek supervisora tirşikê dibînim. xwedê jê razî, û jiyana wî xweş û geş be!



04.12.2019 16:20 ~22:01 | mirovekirind

71. mirovekî dilnizim û heta tu dixwazî jêhatî ye. bi gelek karan ve mijûl e. nivîsandina pirtûkan, xebitîna di lijneyên zimên de, parêzerî, hesaba twîtterê ya tirşikê û hwd.

heçko ew her tim hebû û tirşik li ser wî ava bû. ewqas bingehîn e.



04.12.2019 22:15 | simurg56

72. (bnr: xwedê bihêle)



04.12.2019 22:26 | brusk56

73. Nivaskar û rêveberek tirşikê ye. Bawerim nivîskariyê ji derveyî trşikê jî dike. Gelemperî nivîsên wî li ser wêjeyê ne. Bi kêfxweşî peyamên wî dixwînim. Ji zûde ye deng jê nedihat lê van roja dîsa çalak bûye û dinivîse. Dîsa bi xêr hatiye.



24.10.2020 22:00 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xendekî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî