1. nezle. dema mirov bapêş dikeve, pir xweş û henûn dibe. lê firfira poz û pajişkirina lîçikan ne tevahiya vê bapêşî ye. |
|
28.12.2013 13:51 |
biruya hayao miyazaki
|
2. her payiz û zivistan ez bi vê quzzilqurtê dikevim. firşfirşa pozê min û ava pozê min, min mahf dike. mendîl jî carinan fêde nake, divê ez 5 xulekan carekê herim lavaboyê û pozê xwe paqij bikim. gelo tu riyên kin tune ye ku ez xwe zûbizû ji vê nexweşiyê xelas bikim?.. |
|
06.12.2014 12:25 |
mergehez
|
3. nexweşiya ku dibe sedema xîtikê ye. |
|
06.12.2014 13:29 |
nazim tolhildan
|
4. Nalet lê bê dîsa pê ketime û dîsa firşfirşa pozê min e. Zivistan ne bes havînî jî li min dibe xezeb!! |
|
14.08.2016 14:33 |
mergehez
|
5. hema çar sal berê di van deman de dîsa ez bi bapêşê ketime û dîsa min li tirşikê nivîsandiye. lê zêde dikim: tê bibêjî qey ez gunehên xwe paqij dikim, hewqas bêguneh xuya dikim dema vê malmîratê bi min dikeve. xwedayo! |
|
07.01.2018 18:38 ~18:39 |
biruya hayao miyazaki
|
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1] |
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |