Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
berfesor - tirşik
berfesor
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesta ku ji bo bîranîn Û yadkirina qurbaniyên komkujiya robozikê ye.. ji aliyê birrek şair û nivîskarên kurd yên wekê arjen arî, ayhan geverî, berken bereh, Çiya mazî, dilgeş dilsoz, ehmed huseynî, Îrfan amîda, jan dost, jana seyda, janez sar, lal laleş, marin rehmani, mihemed ronahî, rênas jiyan, xecê omerî, welat dilken ve hatiye nivîsandin e.. helbest cara ewil di kovara w yê de derketiye..



li vî welatî, li serê van çiya

doh şaqî bûm, îro eşqiya

li navekî geriyan bo qetla min

di ferhenga wan de ez: xayînê duhî

geh terorîst im, geh qaçaxçî!



destên xwe weke pireke dûmanê,

di navbera herdu çavên te de, dirêj dikim

weke baranê…

bi rehên xwe dor-enîka çiyayên te dirêsim

sînoran bi siya xwe û sirûda te ditewînim

û bi tiliyên xwe yên ji Qewanan

sorekî ji kenê dîroka te ya bê-reng re dikêşim

terorîst im ez…



ji xeyn ji vê û beriya zemên

û ji xeyn ji zemanên ji bîr bûyî

ji serxetê berê xwe didim binxetê

ji bo hebûna xwe li neqşekê digerim



lê min nedî li gor stuyê xwe xencerek

ji bo şehîdên riya bêsirûd

ji bo mişextan -qaçaxçiyan-

hûn bivin ez ê tixuban terk bikim

bivin destên xwe



ca şal û şapikan bînin

ji kerama xwe alê bînin

xwîna li nav berfê û serê çiyê

mehînên rewan

û ocaxa şehîdan li serê konê Yezdan raxînin

da êdin neqşên me nas bike

de ka dengê Evdêl Şakiro bînin

bila lawîjnan birêjînin

da êdin em ciyê birîna xwe baş nas bikin

yan jî dijminê xwe yê sereke



ey dil li te mizgînî be

û li te ey welat,

li we ey xwedayan

mizgînî be

dîsa derdekî din li me hat kutandin

sed sal û serdalek din hat

bi çepikên derewîntirîn

şabaş ey dil ji te re şabaş

derdek nû li me hat kutandin

sînorek din di navbera me de

hat çikandin



bazbendê zemên ber bi deruya paşmayî ve nabezin…





hatin!

bi pîrebokên xwe yên ji pola

bi henasa xwe ya sotîner.

di pozê me de şewta xîretê

di gewriya me de gepa hebûnê,

ku ne diçe xwar û ne jî dertê…

şabaş ji te re mirin şabaş!

va ye tu dîsa hat serdana qewmê xêr ji xwe nedî

va ye stara xwe diçirînin berbejn

li ser 35 dilên di sînorê Hebûn û Tunebûn’ê de

va ye bi zend û bend

bi lingên bê pêlav pêşwaziya te dikin!





ji şevan hez dikim

carinan reş û tarî, carinan bi hîvê belek belekî

şaş fêhm nekî, ne şevên şewlrengî

ne jî şevên bi bêhna bedeneke mê sermest

rast û eşkere, ji şevên çiyayî

ji şevên zivistanên, ku xwe ji çeka li pişta eşqiyayekî re dikin sî, hez dikim.

ji şevan hez dikim

ji bavê min re digotin; qaçaxçî

mehra dayîka min, tim bi hêviya vegera wî ve girêdayî bû.

bo xatirê yên venegerî, çi wext ku dibêjin; şev û iya! çîroka wan tê zimên:

qaçaxçî, rêwiyên xeyalên beravêtî

qaçaxçî, ew ên ku barên wan;

hinekî tirs

hinekî bêrîkirin

hinekî jî qedexe.

lê bizanibî, li sifreya wan, çi bêhna nan û hêviyên xweş dihat.

ji şevan hez dikim.

ma ne xeyal in, dê neyên bombekirin!?

li esmanê wan, bila hîv jî hilatibe, bila rêz rêz, stêrçira jî biçirûsin îşev.







her ku dilê wan bibije xwîn-şerabê

-çima em kurd tên bîra wan-

ji bo pîrozkirina sersalê

ha çend cixarên bi çermê min hatîn pêçan jî

di berre bikêşe cergê xwe yê genî

bi serê Kurdistana xwe ‘kim

wê di gewriya we de neçe xwar

ew xwîn-şeraba wan zarokên we desteser kirî

li Bêjû

li Robozkî

li Qilabanê

hûn bi dilpakiya xwe mirin ezîzên mino

axx! ez ê çawa bijîm li bin vî barê giran!





mirinek im li ser vê axê

sînor bi sînor qaçax

û çar werzan şilfîtazî

hoo qesasno

mirinek im bi qasî dîroka we kal

bi qasî zarokên xwe ciwan

qaçax

ji Kurdistanekê ber bi Kurdistanekê

eşkere li çûra we dixim

geh ji Dêrsim, Munzûr bi Mûnzûr diherikim Amûdê

dibim xwelî

geh bi ber bê dikevim ji wir

werbêj dibim li ser sênga Helepçeyê bi xerdelî

niha pûkên berfê me li Qilabanê heta dilê we bixwaze zarok

berî nîvê şevê bi qaçaxî li oxira we dixim bi lalîqêrîneke neftî

berbangekê dê bibarim Çarçirayê

û gelî bi gelî bihilim zuhaçemên Serhedê

mirineke qaçax im hooo qesasno

hê di çemê Mûnzûr de zipîzuha

ma li ser berfa vê axê dicemidim looo





niha sorgevez e aso,

sorexwîn e befira kurşe bi pirtikên bedena min a hicirandî:

erê ev e ez im daykokê,

ev e ez im yê sorgevez;

yê bi befirê gevizandî hemû xweziyên wî yên di sêzdehsaliyê de…



-yê bi pirtikên laşê xwe bûyî berfeşîra sorgevezî

li panavên dol û berdolên sînor li ser gîrkirî-



ev e ez im

ruhê min parçe parçe di bedena min de serî dihilîne

hişê min

li ber destarê jiyanê çeqçeqokek e

dihêre bi çepûrastkî ar(d)ê xwe,

hil dike (k)arê xwe



ev e ez im

li pesarên peyvê yê neyê çi bendan

ruh qedqed

hiş kerr kerr

li ser destexanê;

sîniyeke xwînî ya bi 36 gulgulî



bêhna sotinê tê ji min

bêhna xweliyê

ya mirinê

û niha berfeşîra sor dialîse firokeyên generalê welatê jorî

dialîse

dialîse xwîna ciwanên 12 salî



ev e ez im

li kendalên Bêcuhê

li pesarên Rêbiskî

yê laşê wî kirine berfexwîn

li ser sifreya çeqel û keftaran







tenê ez

û li jor li ser serê min

di lîtava ezmên de

sîh û şeş stêrkên teqiyayî

pekiyane her derên şevê, ew nêrînên wan î şilfîtazî

li yezdanê dojehîn digerin

li Yezdanê axa xwe

de veke ey Yezdan çavên xwe

sîh û şeş stêrk hatine birijên hundirên wan

bi roniya wan tu yê bibînî

bi tena serê xwe me û natirsim,

peyvên reş û qîr li ber guhên zaliman dixim

weke jahrê diherike dengê min

li ber sînorê mêrkujiyê bi çend dengan dilîrînim

û têm bi wî dengî

dipelçiqînim weke tiriyên reş

weke xwînê diherikin di nav destê min de ew dilên nijadperest

li serê keleya nîvkada wan hestên xwe cit dikim

û diherim…





ji roja dîrokê dara xwe çandiye û vir ve

her ku qir dibin kulîlkên Mezra Botan

dîsan wekî her car dîsan

perdeya bêdengiyê dikşîne ser serê xwe

rojhilat û rojava

dîsan wekî her car dîsan

dengên sorgevez,

çîrçîrî dikin ezmanê zilûmatê,

li ser dilê koyên zarşêrîn

ji gewriya çiyan dengên çardilîn,





û wê şevê min got

bila guliyek jî neheje ji darê

bila baran nebare îşev

û nelive ba

îşev wê derbas bin refên me

em bi xwe hatine mirinê

bila kes nebêje me azadî kuşt

me perçe perçe kir beden

wê milên me û piyên me jî bên

li dû me

wê tilîkên me tariyê biqelêşin îşev





xwîn e, xwîn

welatê me dide nasîn

gelî bi gelî,

jan bi jan

û birîn bi birîn

ma kê dinasî Qilaban!

de werin gerrokên vê cîhanê

werin morîkên xwînê berev bikin

werin van zinaran bi dev bikin



mirina bi şaşî

dibare ji ezman!

rêz dikin terman:

balafira bê pîlot û Xwedayê bê ziman.





-Mîsaq-i Mîllî-

di devê dayikekê de dibe zêmar dîsa,

straneke hezarsalî ye li ser vê xakê:

“meçe lawo rom xayîn e…”

erê birako, rom xayîn e

ji lew hê panzêrên Selçûqiyan kevir dikin

zarokên netebitî li sûkên Amedê

ji lew hê jî fêrî tu sînoran nekirine

dilên xwe yên çiyayî zarokên Qilabanî

Romîno

harino

di gel sonda xwe ya netewî

hûn mêvan in li ser vê xakê

em ê sibehekê

bi dengê dîkan re biavêjin ser we

û bişikînin sonda we

ji lew baş bixwin paşîva xwe



wek pêxemberekî ku pêxembertiya wî

ji destê wî hatiye standin im îro

wek pêxemberek rasteqîn

lê li kuçe û sikakan tê gerandin

wek pêxemberek derewîn...

di metn û novelayan de çîroka min nîne

qey ez bê îffet û ar im?

dizanim wek Meryemayê pak û paqij im...

lê gava li ber bedenên qatilên zarokên xwe

hêdî hêdî dimeşim û li ser milên min canên bêcan...

ku wek sêniya nanê germ in herdu milên min

hişk û qerimî.. lê bê helm û germayî...

Îsayê min ê ku li ser sêniya dilê minê qerimî

îro li Qilabanê bê nefes û bêcan e.

Îsayê Meryemê jî bêtin neşêt

ruha wî ji teyareyên reş bistînit..

dîsa jî tu dibêjî tu ne pak î ey qatilê canên bêcan...

îro Meryema zeman im

li ser milên min Îsayên cesedane.

hewariyên wî jî nayên hewara wî

bizane ku dê rojek bêt ku ew heqîqetên tu diveşêrî

dê li kuçe û caddeyan bête qêrkirin

wek selaya mirina te ey Firewnê zemanê min...



tengerêyên vê daristana bêbext

hînî pêjna sirûdên xwe yên serjêkirî dikim,

çavên xwe yên ji dûmanê vedikim

û di berfê de

çîrokên xwe yên sor ji spiyê kefenan re dibêjim..

bi keskesorê sond dixwim,

rondikên dayika xwe bi destmala bîranînan zuha dikim

û mija berbeyaniyê bi elfebeya xwîna xwe dixemilînim…

darbesta dapîrê xwe ji ser milên xwe diavêjim

û rexên mirina xwe şanî karwanên çiyê dikim…

li vir im,

navê min Qilaban e,

xewn im, berbangê dixapînim

ji êşê didexisim û di êşê de dijîm..



ey gulle!

kuro ev gel e!

li xwirînî xwîna xortan venexwe

ma tu nabînî bi salan e waweyl e?

hey kûçikê tûle!

a te ne bêvil e,

heger bêvil bûya ji barûda hundirê te wê bişewitiya pozê te

welle welle

heqê te, mirov te û xwediyê te bike yek gulle!…



ey teyare!

ji te re bombeya te, yar e

jehra te, jehra marê teyar e

ma qey yê Qilabanê ne ezman e? Neyar e?

ezmanan diherimîne firrîna te,

ji şerman serê ewran berra ber wan dide

tu bisekine togê, tu yê rojekê dakevî erdê!



ey çiya!

biperpite,

li xwe bixe,

bihedime

ciwan xwe li navê te digirin,

kewên xwe bi te difirrînin,

xwe dispêrin bejna te

lê tu wan li ser xwe dikî 34 gulle,

tu wan li ser xwe dikî berate

ma ev e mêraniya te?

êdî wext e, bila bi cizbê bikevin zinarên te,

bila kevirên te di destê zarokan de bibin cebilxane



ey sînor!

tu kor bibî, kor

îro zikê qantira min a çirriyayî ji min re bûye gorr

xwîna min gol

bi serê min î jêkirî tê lîstin fitbol!

gol, gol, gol!

mixabin xwîna min nake çend galan petrol



ey berf!

bi şeref!

ji çermê zikê min wan çêkiriye def

ji berfdimska xwîna min bi ser devê wan ketiye kef

dilê min hedef

ji hawaran, devê min berqef

li vê kafiristanê em mirin ref bi ref



ey netewe!

bila bi kuştina me yekîtiya te bikewe

ji bo Xwedê (me) ji bîr neke

her çi li ser kuştina me bêjin derew e

rastî ew e;

wê rojê, li ser wê berfê, çêbibû ji xwîna me şilope!



28.12.2013 01:00 | endazer

2. Helbesteke kollektife, an go helbestkarekî/e kurd destpêkiriye û yekî/a din berdewam kiriye. Amadekar: bawer ronahî ye. di Kovaroka Xwendekarên Zanîngehan a pêngavê de, di hejmara 7an de deerçûye... carekê bi munasebetekê bi helbestkarekî ku keda wî di vê helbestê de heye re em runiştibûn. Me li ser herlbest û helbestlariyê suhbet dikir. Şairê kurd got ku "meriv di helbestê de divê bibe dengekî serbixwe an go dengê xwe bibîne." beşek ji helbestê nîşan da û got: "Binêr ev deng, dengê ehmed huseynî ye, ev ê rênas jiyan e û ez ne şaş bim ev dengê arjen arî e u hwd." Kovarokeke zindî, Helbesteke dilşewêt, suhbete sûdewer...



28.12.2013 15:22 | seydayê_peyvan

3. Helbesta îro ji ser lêvên min kêm nebûye. Helbesta bûyî sembola bûyera li qelqelîya wanê helbesta ahmed arif - 33 gulle ye, ya (bnr: roboskî) jî ev helbest e.



28.12.2014 16:51 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfesor

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî