Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji bo kurdên nû hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibin pêşniyarên nivîskarên tirşikê - tirşik
ji bo kurdên nû hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibin pêşniyarên nivîskarên tirşikê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo kurdên ku kêm zêde dikarin biaxivin an qenebe fêhm dikin lê nikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin ez ê binivîsim, hevalên din jî dikarin pêşniyarên xwe binivîsin..

pêşiyê ez behsa xwe bikim, bi tu awayî ez neçûme tu qurs û mekteban û min ji tu kesî ders nestandiye.. di malê de bi riya xwendina pirtûkan û bi wergerê ez elimîme xwendin û nivîsandinê, niha jî ji ber ku min tu pirtûkên rêzimanî nexwendine di warê formasyon û teorîyê de ez zêde qels û zeîf im yanî ez nikarim çimanî û çawaniya rist û rêzikeka rêzimanî ji bo yekî şerh û şirove bikim.. lê ne xem e wekê ku hûn jî dibînin bêyî qurs û bêyî mekteb û bêyî dersên taybet û bêyî kitêbên gramerê ez dikarim bi hêsanî bi zimanê xwe ya dilê xwe der bikim û tişta ne bi dilê min jî reş bikim..

dersa 1. rahêjîn pirtûkeka çîrokan (ji pirtûkeka çÎrokan qesta min pirtûkeka ku rûpelên wê hindik, ziamanê wê sivik û hêsan û mijara wê balkêş/rojane ye) û ferhengeka destan ya kurdî-tirkî (tirkî ji bo kurdên li tirkiyeyê dijîn, hûn serdest û serwextê kîjan zimanî bin bi ferhengeke bi wî zimanî bikar bînin).. di destpêkê de hûn ê gelekî zehmetiyê bikişînin, şeytanê tirk dê gelekî astengiyan derxÎne pêşiya hewe, wê pif bike bêvila we, we bipişkîne, wê hibra qelema we xilas bike, wê dilê we bibijîne çayekî an tişteke din, wê dilketî û dergistiyên we yên berê bîne bîra we, hetta belkî qurana ku li ser telkînên wî ev çend sal in hewe destê xwe lê nedayiye û devê xwe lê negerandiye, nimêjên salekî yên mayîn bi hêviya qezayê ve filan.. qet guhê xwe nedinê, ji rûpela ewil ya pirtûkê destpê bikin, her rûpeleka pirtûkê pêşiyê bi temamî bixwînin, cara ewil ne ji bo fêhmkirinê lê ji bo ku zimanê we lê bigere, û hûn pê de herin bixwînin, cara didoyê ji bo ku hûn fêhm bikin bi dîqet û baldarî bixwînin, peyvên ku hÛn wateya wan nizanin pêşiyê li gorî konteksa hevokê texmîn bikin, têderxin, yanî ez bêjim ku hevok behsa paleyiyê dike û tê de peyva dasikê derbas dibe.. hemû peyvên ku hûn wateya wan nizanin yên di rûpela ewil de di defterekî de qeyd bikin û wan peyvan li hevokên nimûneyî yên hêsan biceribînin.. wek min dara hinarê pê dasikê kezaxt.. bi vî awayî, bidîsîplÎn û bi sîstematîk temamê pirtûkê bixwînin.. hetta ji we tê peyvên ku hûn nû dibînin di nav axaftina xwe ya rojane de jî bikar bînin.. yanî di jiyana xwe ya rojane de jî divê hûn bi kurdî biaxivin.. li vir divê bêjim hûn çi qas bixwînin û binivîsin jî eger hûn di jiyana rojane de vî zimanî bikar neyînin hûn tu xêrê jê nabînin..

dersa 2. heta ji hewe tê wergerê bikin, bi taybetî jî ji zimanên din ji bo zimanê kurdî.. yanî ez bêjim bêtir meyl û eleqeya hewe li ser wêjeyê heye, herin helbesteka cemal süreyya wergerînin Kurdî, an çîrokeka murathan mungan wergerînin, an ez bêjim hûn endazyar in herin meqaleyekî li ser termodînamîkê wergerînin kurdî.. ez dikarim bêjîm ku ji sedan 70 min zimanê xwe bi wergerê xurt kiriye..

dersa 3 pirtûkeka gotinên pêşiyan û biwêjan ji xwe re bikirin û he roj dido-sêkan jê ji ber bikin û di nav axaftina xwe ya rojane de bikar bînin.. kêmasiya mezin ya me kurdîaxêvan bikarnanîna biwêj û qalib û mecazên kurdî û gotinên pêşiyan e.. yên ku em bikar tînin jî bi piranî gotinên ku ji zimanên din hatine wergerandin e.. em belesebeb nabêjin kurmanciya gewr û kurmanciya gewr..

dersa 4. di civat û şevbêrkên extiyaran de rûnin.. baş guhê xwe bidin axaftina wan.. peyvên ku nÛ bi ber guhê we dikevin û di ferhengan de peyda nabin li derekî binivîsin, yên ku hÛn wateya wan nizanin bipirsin..

dersa 5. piştî ku kêm zêde we ji xwe re bingehek danî, di ber xwe de be jî nebêjin, gelo çima ez jî pirtûkekî nanivîsim, ma çiya min ji kurdên xweyîkitêb kêm e?!.. xwudê dibêje bixwîne, nabêje binivîse..



26.12.2013 02:05 | endazer

2. pêşniyarên ku dê niha keseke ku heta 17 saliya xwe digo "qapiyi qapatmîş ke" hinek tiştan lê zêde bike.

heke ku ehmeqeke wek min ji wî astî gîhiştibe vî astî hûnê bibin profesor loo.



- rojnivîsk:

heke ku tu vêga van gotinan dixwînî jixwe kêm-zêde zimanê xwe dizanî. binivîse! binivîse! binivîse!

lê ne pirtûk! * defterekê ji xwe re bistîne û tê de behsa xwe bike behsa serpêhatiyên xwe bike filan bêvan yanê wek rojnivîskekê bikarbîne. peyvên ku tu kurdiya wan nizanî li ferhengê binêre.te divê helbestan jî binivîsê lê dexîlê te me li înternetê neweşîne. *



- li stranan guhdarî bike û jê fêm bike.

ma kî ji muzîkê hez nake?! peyvên ku te ji stranan bihîst û jê fêm nekir ji ferhengê bielime û hewl bide ku wan peyvan li nav nivîs û axaftinên xwe bikarbînî.



- (bnr: biaxive)

hevaleke min ê ji elmanyayê hebû kurdê sêwasê bû. li ser înternetê kurdiya xwe pêş ve bir gelekî xweşik dinivîsand lê wexta ku min dengê wî ji msn'ê bihîst min xwest xweliya çil gundan bi serê wî bikim. ji ber ku keseke kurdîzan li cem wî tinebû feqîro nikaribû bi kesî re biştexle nikaribû dengên wek q, x, xw derxe. wek wî nebin. û wek min antîsosyal jî nebin têkevin nav govend û civatan.



26.12.2013 03:36 | oxir

3. tiştên ku ez bibêjim va ye li jor hatiye nivîsîn lê çend tiştên din dikarim lê zêde bikim. ez bixwe zaza me û qirika min jî qirika zaza-tirkî bû ji vir çend sal berê min dest bi xwendina kurmaciyê kir lê rêziman qet nexebitîm gava mariv bi xwendin hîn dibe çend pirsgirêkên din çêdibe mesela tu car axaftina te nabe wek nivîsandina te mariv eyn dîn dibe ji ber wê yekê gava ku we dest bi xwendinê kir bi dengekî bilind bixwînin da ku qirika we vebe û bi hêsanî bikaribin peyvan bi lêv bikin. . ez neçûbûm qursê lê paşê pê hesiyam ku peyvên ku ez hîn dibim nikarim di axaftina xwe de bi kar bînim ji ber ku kesên ku derûdora min de bûn kurmanciya wan pirr xerab bû û ji min fêm nedikirin niha diçim qursê pirr jî baş bû ku herkes bu kurdî dipeyivê û ji te fêm dike bi vî awayî jî axaftina te pêşve diçe. ku derfeta we hebe teqez biçin qursê

her roj kêmtir deh rûpel bixwînin (di destpêka de) baş fêm bikin peyvên ku hûn nizanin li cihekî binivîsin û peyvên nû di nivîsên xwe de bi kar bînin her weha di axaftina xwe de jî



26.12.2013 13:25 | ferhenga şikestî

4. û ji bo ku qirika kesên ku nikaribin bi kurdî biaxivin vebe, guhdarîkirina muzîkê û jiberkirina stranan û paşê bi xwe re vegotina wan stranranên ku hatine jiberkirin çarereyeke têra xwe srekevtiye

komên muzîkê û muzîkjenên ku bo vê yekê dikarin bên guhdarîkirin

1. Ciwan haco (bnr: ciwan haco)

2. aram tîgran (bnr: aram tigran)

3. nizamettîn ariç (bnr: nizamettîn ariç)

4. mikail aslan

5. hîvron (bnr: hîvron)

6. çar newa

7. kilasîkên muzîka kurdî ( mehmet arif cizirî. tehsîn taha, mihemed şêxo, miradê kinê, îsa berwarî û hwd.)

8. hemû dengbêj (bnr: dengbêj)

...

û ev lîste dikarâ pirr bê dirêjkirin.



26.12.2013 15:32 | mîrêhekarya

5. ka we tishtek ji me re nehishtiye yabo? de bêjin îja emê çi bibêjin? tabî ev henek e. problema di vî warî de pirê ku dixwazin bixwînin dibêjin ku em bi gelek bêjeyan nizanin. dibe ku, hetta carinan dibe ku neyê fêhmkirin. hema tew nebû bielime xwendina wê bêjeyê. carekê du caran sê caran tê binere ku tu ji xweber ve elimiye wateya wê bêjeyê û di mejiyê te de digindire. helbet nivîsa wan bêjeyan û li wateya wan di ferhengeke serast de lê gerîn ya herî muhîm e.



26.12.2013 16:42 | hemdilaarda

6. divê ji dersên kurd1ê amade kiribûn temaşe bikin.







30.01.2015 23:27 | berxweda

7. Li mûzîkên bi binnivîs temaşe bikin, biçin herine şano û sînemeyên kurdî. hewl bidin Rojname û kovarên kurdi bixwînin. Tevlî hevdîtin û şevbuhêrkên kurdî bibin.



31.01.2015 02:12 | seydayê_peyvan

8. pêşiyarên balkêşin. hela ez ê van pêşniyaran biceribînim, hela ka dê encam çi bi.



10.07.2015 00:52 | hola êzîda

9. bila shorbevan bi şopînin û bê kurdî nemînin...(û kurdîya heye jî jibîrbikin).

bira di tirşikêda binivîsînin û bi xweynin ewê kurdîya wan gelekî pêş bikebe li entryê shorbevan yê ewil û yên dawî bira binêrin wekî çîya firq heye niha entryê min yên ji ber moderatora xelasbûne dibînim edît dikim. min hewqas digo xwedê neke ez wekî endazer binivîsînîm lê niha xwedê kir û ez wekî wî dinivîsînim.



10.07.2015 13:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku evîn û evîndariya xwe bi tirkî dijîn
» nûrcî
» xwendina dîkan
» nivîsandina xwerû bi kurdî
» kurdîkirina navê kesên navdar
» pêşniyarên fîlmên kevn ên ku zêde nehatine bihîstin
» nivîskarên bêavatar
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî