Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
hevalno - tirşik
hevalno
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. straneke şivan perwer e ku gotin jî aîdê wî ne.

her wiha vê dawiyê ji aliyê koma ferec ve jî hate gotin û albûma wan de cî girt.



"kuştî bûn karwan

dû hev çûn esman

da rojê bibînin

stêrka bikin nîşan



hevalno ho



ew çavên digrîn

ew laşên tev bi xwîn

ji roja azadiyê ra

tev dikin mizgîn



berdan ji kerhûn

bo jînê tev çûn

azadiyê dê bibînin

mayîn û hebûn



hevalno ho"



22.12.2013 13:50 | simurg56

2. covera koma ferec li gorî min ji versiyona eslÎ ya stranê ya şivan perwer xweştir û serkeftîtir e..

li gorî gotegotan dibêjin koma ferecê ji bo ku di albûma xwe de jî cih biidn vê stranê ji şivan perwer destûr xwestine, lê şlivan destûr nedaye.. ji rastiya wê ne piştrast im lê tişteke wiha ji şivan ne dûr e..

li vir vîdeo-klîba vê stranê ku ji ber konsertekî hatiye girtin heye, lê pirsgirêka senkronîzasyonê di navbera stran û vîdoyê de heye, mirov dibêje qey stran paşê li vîdeoyê zêde kirine:



22.12.2013 14:04 | endazer

3. berhema ku min jî bihistîbû ku şivan nexwestiye ferec, têxe albûma xwe. lê albûma ferecê ya çapkirî ce min heye û tê de ev stran heye. loma heye ku mesele derew be jî.



22.12.2013 14:24 | simurg56

4. di albÛma orjÎnal de hevalno cih nagire.. berga albûma orjînal û stranên tê de ji lÎnka jêr dikare were dîtin: http://www.metal-archives.com/albums/Ferec/Helikopter/366715#

dîsa li gorî gotegotan piştî ku albÛm derdikeve şivan tê rehm û Însafê û destûrê dide..



22.12.2013 14:32 | endazer

5. strana ku dema min kontrol kir dît ku li ser berga paşîn ya albûmê de navê wê piştî ku albûm hatiye weşandin bi boyazeke reş hatiye jêbirin lê dîsa jî hinekî tê xwendin. di hundirê albûmê de jî nav û gotinên stranê heye û li binê stranê jî hatiye nivîsandin "gotin û mûzîk: şivan perwer" lê mixabin dema min cd'ya wê xist komputerê dît ku cd'yê de ev stran tune.

yanî wisa xuya ye ku;

- albûm bi vê stranê hatiye weşandin

- paşê şivan perwer nerazîbûn nîşan daye û qebûl nekiriye

- ji lîsteya stranan ya li ser berga paşîn ya albûmê, navê stranê piştî weşanê bi boyaxeke reş hatiye jêbirin

- di hundirê albûmê de gotinên stranê cî digire, lê ji ber ku dirêj e nekarîne bi boyaxê jêbibin û belkî ji ber mesrefê nekarîne ji nû ve bidin çapkirin jî.

- CD'ya ku bi albûmê tê, de ev stran tune.



mesele çi be û çawa qewimî be jî tişta şivan kiriye tiştekî eyb e. îhtîmala herî xerab ew e ku van xortên bêderfet strana wî bêdestûr xwendibin... lê ev îhtîmal jî kirina şivan paqij nake.

skandal e, wellehî.



22.12.2013 14:53 | simurg56

6. navÊ straneke bawer beyanî ye. stranek pir xweş e. hema mere dixwaze rabe û govendê bigre.*





https://soundcloud.com/ahmed-mohamad/bawer-beyan-hevalo-u-lexin



25.03.2014 18:45 | mergehez

7. Peyva ku li qadekê di çalakiyekê de piranî tê bihîstin e.



27.09.2017 15:55 | robar cilo

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevalno

Kategoriyên mijarê:: jiyan muzikstrn zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî