Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
whatsapp - tirşik
whatsapp
(12) (4) (9)
di mijarê de bigere

1. bernameyeke telefonên biaqil e ku mirov bi vê bernameyê dikare -bi riya înternetê- belaş peyam, vîdyo, wêne bişîne telefona hevalê xwe.

bername serkeftî ye lê piştî bikaranîna salekê êdî bi peretî ye.

piştî sala we ya belaş qediya mirov dikare derbasî viber bibe. ji ber ku heman tiştan viber jî dike û hertim belaş e. ji aliyê din ve bi viberê mirov dikare axaftina belaş jî bike.



22.06.2013 19:52 | simurg56

2. bernameyekî pir kêrhatî ye .

hema bêje di telefonên hemû kesên ku xwediyê telefonên biaqil in de heye.

erka xwe gelek baş tîne cih û ji ber vê jî bi milyonan kes bikartîne . min vê bernameyê demekê rakiribû, paşê beriya 2 rojan min dîsa li telefona xwe saz kir. ew peyamên ku dema bername di telefona min de tunebûn hatine şandîn jî derxist hemberê min. û di nav wan de wêne felan jî hebûn. min got welle helal be ji we re.



05.08.2013 00:54 | brusk56

3. bernameya buye belaya serê min e. ji ber vê bernameyê bi zorê tê xwestin ku telefonek li min bidine kirîn. wey xwedêyo min ji van kesan rizgar bike.



06.08.2013 02:04 | azadixwaz

4. bernameya ku ger tune be, êdî tu kes bi te re nabe hezkirî . pêşîn ev tê pirsîn. ew qas giring e *



06.08.2013 02:05 | brusk56

5. nexwe bernameya "wey li min, wey li min" e.



06.08.2013 02:09 | azadixwaz

6. mijara medyaya sosyal ya îro ye.

derbarê programê de peyameke xapîner li hawirdor digere û herkesî dixapîne. peyamê de tê gotin ku "whatsapp serasala xwe ya 10. pîroz dike. ger hûn vê peyamê ji 10 kesan re bişînin, wê whatsappa we bibe belaş. ger hûn bawer nekin, li malpera whatsappê / www.whatsapp.comê binêrin."



tu kes li malperê nanêre û cîda pê bawer dike û ji hev û din re dişîne. peyamek ji min re jî hat, lê ez navê camêrî nadim. nivîskareke tirşikê ye *

berî her tiştî, berî 10 salan ne whatsapp hebû ne jî telefonên biaqil.

ya duyemîn, malpera ku hatî dayîn de jî tu nûçeyek wisa tune.

ya sêyemîn jî, yaw jixwe whatsapp sala pêşîn belaş e, paşê jî salwexta wê 1 dolar e, ma dihêje??



11.09.2013 10:13 | simurg56

7. bÊHTIR DI NAV CIWANAN DE TÊ BIKARANÎN. TÊ GOTIN KU faCEBoOKÊ WahTASAPP BI 16 MILYON DOLARA KIRIYE.



20.02.2014 02:37 | seydayê_peyvan

8. bnr ; http://www.chip.com.tr/haber/gecenin-bombasi-whatsapp-artik-facebook-un_45521.html



20.02.2014 09:44 | hemokrates

9. bi reqemeka wusa hatiye firotin ku nivÎskarÊ mamoste hÊ şaş kiriye. tÊ gotin ku facebookÊ ew bi 16 bilyon (mÎlyar) dolara kiriye. ne 16 milyon. bila bi xÊr be.



20.02.2014 11:47 | cinorek

10. (bnr: kakaotalk)



20.02.2014 11:48 | cinorek

11. Facebookê bi 16 mîlyar dolaran wê kirîtiye. Bi rastî ji messengera Facebookê kêrhatîtir e û xweştir e. Lê belê, dîsa jî, meriv messengera Facebookê zaftir bi kar tîne.



20.02.2014 11:56 | tolazek

12. bernameya ku min gellek caran li telefona xwe bar kiriye û paşê ji ber ku jê aciz bûme min jê biriye.



20.02.2014 16:17 | oxir

13. bERNAMEYA KU BI TAYBETMENDIYA XWE YE ''DÎROKA HERÎ DAWÎ A HATÎ DÎTINÊ'' (SON GÖRÜLME) DIKARÊ SERÊ HINEKAN BI ÊŞÊNE. dEMA MIROV BI YEKÎ RE DERENGÊ ŞEVÊ BI RÊYA WHATSAPPÊ SOHBET BIKÊ EW DÎROK Û SEETA KU BI KESÊ KU AXAFTIN KIRÎ RE EŞKERE DIBÊ..kESÊ KU BIBÎNÊ MIROV BI HINEKAN RE SEET 3YÊ, 4Ê ŞEVÊ AXAFTIN KIRIYE BIVÊ NEVÊ MIROV GUMANA DIKÊ...



20.02.2014 19:38 | nan û av

14. bernameyek kêrhatî ye. ez bixwe taybetî ji bo şandin û standina wêneyan bi kar tînim. eslê xwe de gelek alternatîfên wê yên ji wê çêtir jî hene, lê ji ber ku ev ji hemûyan zêdetir populer bû, êdî herkes mecbûr dimîne ku wê bi kar bîne.

normalê de, divê piştî salekê mirov ji bo salekê 1 dolar pere bide lê heta niha ji min nexwestiye. (ev du sal in bi kar tînim)

vê navberê de, bi bûhayek gelekî baş hatiye firotin. tê de zêde reklam jî tune bû çawa hêjate evqas pereyan nizanim...



20.02.2014 22:02 | simurg56

15. bernameya ku vaye 3-4 saet e naşixule.

beriya 2-3 rojan facebookê kirî vî bernameyî înşallah tu têkiliya vê yekê bi vê rewşê re tune be.

di vê navberê de, dibêjin hackerên kurd hack kirine.



23.02.2014 00:02 | brusk56

16. ez hêvîdarim ku vê neşixuliya vê ziqqimê ne elameta tiştekî nuh û beredayî ye. NUHA DIVÊ EZ BI YEKê RE FLORT BIKIRAM. XWEDÊ zANE JI SERÊ wî ÇI TIŞTAN DERBAS DIBE nuha. ax marko ma gû hebû TU WHATSAPPÊ KIRÎ... ÇAVBIRÇIYA MIROVÊN MODERN XELAS NABE; NA YABO balo dest me nekin.



pênas: bernameya ku HETA çar-pênç seat berê gelek kêRhatî BÛ; LÊ NUHA MIN GELEK ACIZ DIKE.



23.02.2014 00:41 | biruya hayao miyazaki

17. bernameyeke ku em dikarin di kombersê xwe de jî têkevin. pir hêsan e. ji vê lînkê bernameya bluestacks daxin: http://www.bluestacks.com/bstk-download-success-2.htm

dûvre di bluestacksê de ji google playê whatsappê daxin û qediya. lê çend kêmasiyên wê heye.

1- hew tîpên îngîlîzî dikarin bê bikaranîn.

2- ketin û derketin pir dilebikînin.

3- peyamên ku hûn ji cÎhazekê dişînin Û distînin di cîhaza din de nayê dîtin.



01.03.2014 13:52 | mergehez

18. bernameya ku çima versiyona komputeran dernaxe, nizanim. belkî ji ber tunebûna nimroya telefonê ya komputeran be.. lê ez bawer in ev ne problemek mezin e.

ev program bi 19 milyar dolaran hat firotin. ger whatsapp ya erdogan bûya, belkî wê demê evqas pere nediziya û tirkiye neketa vî halî. carina bernameyek 4-5 mb dikare welatekê/hikumetekê rizxgar bike. tew...



01.03.2014 13:56 | simurg56

19. sepana ku taybetiya wê ya grup'ê gelek kêrhatî ye.

mirov weke mînak ji hevalên xwe yên kevin yên malê komek ava dike û dema peyamek bişîne vê komê, peyam diçe ji wan hemû hevalan re. bikaranîna wê hêsan e fonksiyonel e.



24.05.2014 10:51 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» whatsapp web

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî