Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dengbêj - tirşik
dengbêj
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. nobedarên zimên û çanda bi kurmancî.



10.07.2013 11:23 | sîsîfos

2. belavkar û berhevkarê zimanê kurdî, nobedar û xizmetkarê çanda kurdî.



10.07.2013 17:26 | azadixwaz

3. berevajiya texmîn û zanîna gelek kesan peyva deng ya di peyva dengbêjê de ne ew deng e ku ji devê me mirovan bi rêya têlên bêhnvedanê derdikeve .. dengê di peyva dengbêjê de tê wateya nûçe û mesele û hewal û hewadîsan.. piraniya pîr û kalan hê jî ji bo nûçeyan dibêjin deng û behs heta di zaraveyê soranî de jî ji bo nûçeyan dengûbas tê gotin.. ji xwe dema mirov bala xwe dide kilamên ku dengbêj distirên piraniya wan ji destanên ku behsa bûyer û rûdanên di çaxên xwe de qewimîn dikin..
yanî ew teza fantastîk ku dibêje dengbêj yê ku bi 'deng'ê xwe dibêje û distire -ez ne xelet bim Mehmet Uzun jî di pirtûka xwe ya bi navê dengbêjlerim de vê şaşiyê dike, Xwudê zane belkî çavî û kaniya vê tezê ew bi xwe be jî- xelet e. Dengbêj ew kes in ku dengûbehsan, nûçe û hewadîsên kevn bi miqam û qeyde dibêjin. Wek çîrokbêj.



10.07.2013 17:38 ~2017.05.06 23:51 | endazer

4. kesên ku ez dibêjim axxx xwezi min jî bikarîya wek wan bistira in.bi saxîya wan iro kurdî winda nebuye.hezar sipas ji wan re.ez gelek hez stranên dengbejan dikim ,xwedê emrek direj bide wan.



10.07.2013 09:46 | feqiyêteyran

5. kurdî xistini dawa xwe û nehiştini bi erdê heri



26.07.2013 03:57 | serhed7

6. dengbêjê min huseynê mûşî ye.



26.07.2013 15:34 | arami

7. şemdin bi salan bernameyên tv yê yê li ser dengbêjan çêdike..



26.07.2013 17:07 | arami

8. dengbêjê yekemîn ê em dizanin: (bnr: heredotos)ê yewnanî ye.



dengbêje yekemîn ê kurd: (bnr: evdalê zeynikê) ye.



dengbêjê ez ji wan hez dikim: (bnr: dengbêj reso) (bnr: şakiro) , (bnr: mihemed arifê cizîrî) , (bnr: salihê qûbînî)



26.07.2013 17:16 | seydayê_peyvan

9. bi giranî li gundan dema ku mirovên pîr û qal dicivîyan yek ji nav wan derdiket û destpê dikir: lê lê lê lê lê lê lê, ev lê lê niv saetê berdewam dike, peyre lo lo destpê dike. di navbera stranan jî dengbêj dibêje: ji kerema xwe re qedehek av bîn



06.08.2013 03:38 | firat

10. kê gotiye kengî gotiye nizanim lê..



''..taximê sing û berê te defter e/

w'ez ê mîna hafizqur'anekî, hafizqur'anê welîcamiya diyarbekrê

ji êvara 'eyda qurbanê, hetanî destê sibê dixwînim li ezber e

xwedêyo, rebiyo sibhan ji dana te re

çiqas xuyabû deqa navbêna cotê memikên vê karîxezalê, navê elah û ekber li ser e!..''



17.12.2013 04:41 | endazer

11. (bnr: zîryab)



17.12.2013 10:15 | nazim tolhildan

12. hinek ji wan bi simbélén xwe distirén ( bnr: hozan aydın)



18.12.2013 01:28 | doktorodi

13. Dengbêj ev e ; (bnr: evdalê zeynikê)



18.12.2013 01:34 | ceso

14. (bnr: medamed21)



02.03.2014 01:13 | bablisork

15. Bernameyeke trt kurdî ye. Ji bo min bernameyên hemû Trt Kurdî aliyekî ev aliyekî ve.
Bi amûrên mûzîkê re terzeke nû afirandin bi awayekî profesyonel bi Standarda cîhanê vê îşê dikin. Asta dengbêjiyê bilindkirin.

Pêşkêşvanî û dengbêjiyê Metin barlık gelek serkeftî ye, kilamên tê gotin li ser wan de disekine û derheqa hikayeta wan bi firehî agahî dide.

(bnr: metin barlık)
(bnr: mihemed agirî)



06.05.2017 22:19 ~22:24 | mîr

16. ez jî tevlî vê peyamê dibim: dengbêj/2448

li gor gelek kesan di peyva dengbêjê de deng sewt e ango bi tirkî "ses" e. em bala xwe bidin li ser peyva deng yê ku di nav xelkê de ji xeynî me'neya xwe ya ewilîn bi çi awayî tê emilandin. em gelek caran seh dikin ku dibêjin deng û behs; gelo çi têkiliya wan heye?

di zimanê kurdî de cotepeyv hin caran bi peyvek kurdî û erebî an jî bi zimanekî din ê biyanî tê çêkirin ku her du jî di heman wateyê de ne. wek; şert û merc, eşq û evîn hwd. di cotepeyva deng û behs de jî her du peyv heman tişt in. ango wateyeke din a deng jî behs e.

loma dengbêj ew kes e ku behsan dibêje ango behsbêj e. di soranî de jî “dengo” tê wateya “rîwayet”ê. mînakek jî ji romana heciyê cindî ya bi navê “hewarî”yê: “wan çaxan deng belav bû, got...” (çavkanî: mazlûm doxan, tirkîfîkasyona xwemalî)



24.03.2020 19:12 | tizbîkêş

17. Bi xwendina pdf'a hejmara taybet ji bo dengbêjan a kovara Esmer'ê ez hîn bûm ku piraniya wan di nava feqîrî, belengazî û bê xwedîtiyê de jiyane.



30.03.2020 18:32 | xabûrî

18. xemxurên gelê kurd in, van rojên dawî omer gunes û ibrahim sahin ji kilamên dengbêj şakiro û dengbêj reso du antolojiyên hêja amade kirin e. pêwîste her kurd peyda bike û li ser van antolojiyan hûr bibe.



31.03.2020 02:30 | mansûr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêj

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî