Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kesên ku li ferhengê dinêrin û dinivîsin - tirşik
kesên ku li ferhengê dinêrin û dinivîsin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek jÊ ezim ! pirÊ kelîmeya Êna no dibînim...ji vî asîmîlasyonê emên çawa xilas bibin...



20.12.2013 19:22 | gokerr

2. çêtir in ji kurdên ku bi tirkî dinivîsin. xwedê bike yê bi tirkî dinivîse dermanê ciwaniyê bide xwedê bike xweştirîn roman binivîse.



20.12.2013 20:06 | dijber

3. ew jî baş e, bere bi kurdî be bi siklî dinivîsin bere binivîsin. ez tê ma çavê wa!



06.03.2014 13:40 | mamostanısebin

4. ez jî yek ji wan im. welle carina hewce dike ji bo kontrolkirina peyvan..



06.03.2014 17:11 | mergehez

5. eferim ji wan re *



06.03.2014 22:20 | gelawej

6. ferhenga onlîne sax be *



06.03.2014 22:24 | berxweda

7. rewşeke gelek asayî ye lê beriya nivîsandinê xwendin tê û gava mariv nû dest bi xwendinê dike bêyî ferhengê nikare rûpelek jî bixwîne. min ji vir şeş-heft sal berê dest bi xwendina textên kurmancî kiribû min ji kovareke dest pê kir tê bîra min ku min rûpelek tenê di nava 25 deqe de bi zorê qedand.. bi demê re mariv hînî peyvên kurdî dibe lewma pêwîstiya ferhengê jî ji holê radibe. nivîsandin jî wisa ye di destpêkê de mariv bi kar tîne ji ber ku mêjiyê bîşaftî bi tirkî dagirtiye heta ku fikirîn bi kurdî be mêjiyê mariv beriya nivisandina bi kurdî, bi tirkî difikire ango nivîsên mariv ên yekem bi pirranî werger e bi demê re ew pirsgirêk jî diqede piştre êdî ji bo nîvîs jî ferheng hewce nake



07.03.2014 01:04 | ferhenga şikestî

8. bi ya min heMû nivîskar in.

bi ya min herkes car caran hewcedarê ferhengê dibe. carinan ji bo dîtina peyvek alternatîf carinan ji bo fêm kirina nivîsîna peyvekî û hwd



13.03.2014 10:21 | brusk56

9. ew mirov in ku hewl didin ku kurdiyek standartbûyî an jî em bêjin peyvên standartbûyî bi kar bîne. loma divê em jê re spasdar bin.

vî zemanî, yê ecêb ne ew e lê ew nivîskarê ku li ferhangê nanêre û dinivîse ye.



13.03.2014 11:55 | simurg56

10. ji wan peyvên ku tîpên bikumik dinav wan de hene re ferheng yek û yek e *

(bnr: gêjê)



13.03.2014 14:13 | gêjê

11. ez im, xwudê ji zana farqînî razî be, ne ji wîba ji xeynî çend cumleyan me yê nekaribya em zimanê xwe binivîsin, lê pêşiya zana farqînî gereke em spasiya rêberê gelê kurd bikin çimkî heke em îro bikaribin bi kurmncî binvîsîn ev saya serê rêberê gelê kurd e




12. Ji bo nivîsandineke rast mirov hewce dibe ku li ferhengan binêre. Her kes bi devoka xwe binivîse kes ji kesî fêm nake. Ji bo zimaneke standard pêwîste mirov heta ku bialime li ferhengan meyzêne.

Wexta ku ev mijar min dît hate bîra min ku dema ji aliyê derdorê roj tv yê ve dest pê standardîze kirina zimanê kurdî di serî de ji bo medyayê(rojname û wekî wana) hate kirin hîn aliyên siyasî û medyayê(îro rudaw, kurdistan24 û wekî wana) ve tiştik nehiştibûn ku ji wan re bigotin. Ezê bêjim rexne dikirin ew ne rexne bû. Weke dijminane nûçe derdixistin. Hema digotin zimanê kurdî qetil dikin. Devokên kurdî, zengîniya kurdî qetil dikin. Wek dijminê sereke ya zimanê kurdî nîşan dikirîbûn.

Lê aliyê derdorên roj tv yê guh neda wana. Digotin guh nedin wan. Paş mayîne. Nezan in. Rastiyên kurdistanê nabînin. Tev di xeyalan de dijîn. Stsndardek nivîsandina û xeberdana kurdî danîn miyanê. Pêşkêşkerên wana wilo nûçe bernameyên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin. Binnivîs û nivîsên xwe li gorî vê standardê eyar kirin. Peyvên kêm yên kurmancî ji zaravayên din dabîn kirin û zimanek standardîze wek serkeftî derkete holê. Ji xwedê hêwîdarim hê jî pêş bikeve zimanê me.

Ê herî ecêb ewe ku aliyên ku li hemberî standardîze kirina zimanê kurdî dijminane xebat dikirin aniha ji wan zêdetir kar pê bi zimanê standarîze re dikin. Ji wan bêhtir standardîze bûna kurdî diparêzin.



11.12.2017 02:17 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku ibanê wek ss dişînin
» ferhengên duzimanî têxistin tirşikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî