Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
eşkere - tirşik
eşkere
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gotina ku xwedî du wateyan e.



1) îtiraf.

mînak: wî perê min dizî lê belê eşkere nake.



2) zelalî.

mînak: kesê ku perê min dizî eşkere bû.



ji aliyê enstûtiya kurdÎ ve wek aşkera tê bikaranîn. çi bikim çi nekim kêfa min jê re nayê. ji ber ku dişibe aşîkarê û dişibe a ji kera



20.12.2013 01:16 | oxir

2. wekê din di kurdî û kurmancî de gelek peyvên hevwate an nêzikwate yên vê peyvê hene.. wek diyar, bel, bellî, kifş, berbiçav, eyan, wazih, xwuya, zelal, sayî û yên mayî..

li cem me bêtir di wateya derketina meydanê ya tiştekî veşartî de tê bikaranîn.. wek;

- dizê mala eliyê mala ûnis eşkere bû..

- yên ku ev operasyona li dijî hikûmeta akpê dane destpêkirin eşkere bûn..

- hêj bûka xwe eşkere nekirin, ji tu kesî re nabêjin..

- kujer û berpirsiyarên komkujiya roboskî digel ku du sal ser re bihurîne hê jî nehatiye eşkerekirin..



20.12.2013 01:24 | endazer

3. di beyteka melayê cizîrî de wiha derbas dibe ev peyv:



“Belko dîwar bi guh bin bi xwedê kî bi Xwedê

Bi tu rengî nekirî eşkere esrarî hudûs”



20.12.2013 06:51 | endazer

4. Li gor samî tan ev nav ji lêkera xwe ya resena a kurdî ji aşkartinê çêbûye. Têkiliya vê peyvê bi lêkera veşartinê re jî heye. Lew lêkera ve-şartinê pêşgira ve- girtiye ku ev pêşgir jî wateya dijberbûn û vecarbûn û tekrarê dide peyvê.



20.12.2013 07:12 | ceso

5. Derxıstına hole



27.01.2014 01:58 | dımlagi

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşkere

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî