Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hepatît b - tirşik
hepatît b
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê vîrûsekê ye. weke vîrûsên din yên hepatîtê [hepatît a, hepatît b, hepatît c, hepatît d, hepatît e] dikare bibe sedema sîrozê.

di nav wan de ya herî belave û popûler hepatît B ye û derziya li dijî hepatît B'yê erzan û belave ye û piraniya mirovan vê derziyê li xwe didin.



22.06.2013 12:10 | simurg56

2. nexweşiya ku dijî vê nexweşiyê her zarok, di zayinê de û meha 1' emîn û 6'emîn de mutirbe, derzî* li wan tê kirin.

piştî ku ev vîrûs ket laşê mirov, hezên parastîna bedena mirov*an dikare virûsê û wî ji laşê mirov paqij dike, an jî mirov dibe nexweşa kronÎk a hepatît b' yê .

tedawiya hepatîtê bi interferon, lamivudin tê kirin. dermanên cûdatir jî hene . û ger nexweş musaît be transplantasyon jî dikare bê kirin .

biryara tedawiyê bi biopsiyê tê dayîn. ger asta fibrozisê ji 6ê, 2 aN JÎ ZÊDETir derkeve tedawî hewce dibe .

ji bilî vê, bi alt/ast(enzimên kezeba reş) û hejmara replikasyona vîrusa hepatît b yê nexweşî tê şopandin .



19.10.2013 21:39 | brusk56

3. MIROVÊ KU VÊ VÎRÛSÊ girt, di beşa gastroentrolojîyê seyrê nexwşa xwe kane teqîp bike. ev vîrûsa piranî ji gayînî tê girtin.(ji zayîn, bikaranîna ji alavên taybetiyê kesa û hwd jî...) di ev ihtimalê de mirov ji bo xwe hemberî vÎRÛSÊ biPARÊZE divê gava seksê kondom bikarbîne.



(bnr: kondom jiyan diparêze)



19.10.2013 21:56 | biruya hayao miyazaki

4. min bihîstî bû ku, li gundê Kercosê xirbê ta sehîdek heye û binguhê nexweşê zerikî bi cîletê dibirê û qaşo nexweş sihhetê ji vê yekê distînin, zerik merik li wan namîne; eynî dibine weke pola! ji min bihîstin, ji we ceribandin.



20.10.2013 22:56 | seydayê_peyvan

5. eger min xelet fêhm nekiribe beriya çend rojekî di civateka digel çend bijîşkan re min bihîst ku yekî ji bo ku neçe eskeriyê ev vîrûs zerikandiye laşê xwe..



25.11.2013 04:34 | endazer

6. êşekî bêçarê ye



26.11.2013 22:18 | newenda

7. ne êşeke bêçare ye.

ku baş were şopandin gelek caran dikare were kontrolkirin û heta emreke dirêj nexweş nabin sîroz.

ku bibin sîroz jî bi neqla kezeba reş dîsa çare heye. ya girîng ew e ku nexweş xwe bêxwedî nehêle.

ji aliyê din ve, heye ku jiyana mirov gelekî zehmet bike tabî.



27.11.2013 11:45 | simurg56

8. Virusa ku ev ji deh sala zêdetir e li laşê min de digere. Lê hê jî sax im * Du sal berê bîyopsî çêkirin encamê patolojiyê baş derket. Ev du sal e ez nediçûm tixtor ( ji tirsa bîyopsiyê ) . Divê mirov 3 meha carekê di xwînê de tahlîla enzîmen SGOT û SGPT bide nerîn.Enzîmên kezebê ne. Wekî din jî 6 meha carekê divê Hbv -Dna bê şixulandin. Ji Hbv - Dna mirov aktîfbûna nexweşiyê dinere. Du roj berê çûm tixtor encam wê 10 roj şunde derkevin. Ditirsim naxwazim dîsa biyopsiyê bikin :/



13.08.2016 21:41 | biaqila malê

9. vîrusa dibe sedema nexweşiye kronîk hepatîtê. lê ku sgot(ast) û sgpt(alt) ne bilind bin bawer nakim ku careke din biyopsî bikin û ast/alt nava saetekêde derdikeve ne 10 rojande (ango dibe ku ne hewce be tu 10 rojan xwe bitirsînî)



13.08.2016 21:51 | azadixwaz

10. Ast alt baş in lê tixtorê heram min tirsand * ( biraqe bijîşkên tirşikê dilê xwe nehêlin ) Li benda Hbv - dna me.



13.08.2016 21:59 ~22:00 | biaqila malê

11. vîrûsa ku aktîfbûna wê herî baş bi pîvandina hbv dna'yê tê pîvan. bi saya vê tetkîkê replîkasyona vîrûsê(zêdebûna vîrûsê) tê tespîtkirin û li gorî vê yekê ger hewce be tedawî tê destpêkirin.

ji bo hepatît c'yê tedawiyên gelek serkeftî (nêzikî %100) derketin vê dawiyê lê mixabin ji bo hepatît b'yê hê tune.



13.08.2016 22:51 ~22:52 | simurg56

12. nexweşiya ku alt ast ji bo şopandinê wê ne nîşaneyek e. mamoste digot "heger şane nemîne ku tahde lê were dê çawa alt-ast bilind bide?".



bavê min jî pê ketibû. alt-ast gîhasştibûn 1500'an jî. em çûn gundekî amedê ba "şêxekî", şêxekî xwendîbû dibêm qey, li dîwarê wê tije sertifika felan hebû. ji bavê min re got an rahije qutiyek derman û li rewşa xwe biner wer an jî rahêj 2 kutiya û bes wer...



wê demê hîn min bijîşkî dixwend û ez ji vê jixwebawerbûna wî ecêbmayî mabûm. bi rastî jî pêşiyê alt-ast di 2-3 rojan de kêm bûn dûre bû normal. tew bavê min dûr re aşî bû, lê aşîya wî bi 5 heban girt.



bijîşk û van meselan bibêje. me bi kêfê xist wele :s



14.08.2016 00:07 | berxweda

13. vîrusa aktîvîteya wê herî baş bi hbv-dnayê aşkere dibe. helbet ast/alt weke dnayê rê nîşan nade lê ji bo keseke bêsemptom, ji kontrolan zêde dur nemayî ji bo aşkirina 20 rojan, ji bo optîmîstîk-bunê nîşaneyek e, ne ku dev ji encama hbv-dnayê berdanê.



14.08.2016 12:07 | azadixwaz

14. zerika reş jî jêre têdeye gotin, nexweşîna belav dibe yanî ji meriv digihîje hev, bi taybetî jî bi têkilîyên cinsî belavdibe, nexweşîna keçikek gundê me hemû xortên(û Çend heb sapixên mezin) gund pê xistibû hima kerek jî didît berî serxwe dida.. tabî min negot hewara xwedê..* jiber heq kirine meriv di gundê xwede, di bajarê xwede.. bênamûsiyan nake.. min zanibû bênamûsiyek wiha heye lê meriv newire bibêje dibêjin iftira bi merivve datînin..; ger hûn bibêjin tu çima bêdeng mayî?



nexweşîna hê jî negihiştiye min lê heye bigihîje min ez jî di cihê xwede nasim *





hişyarî: ev nivîs ji aliyê kesên biwanre heye şaş neyê fehmkirin jiber bitenê ne bi têkiliyên cînsî digihîje meriv....



14.08.2016 21:23 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hepatît

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî