Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pisîka ku radibeze jinikê - tirşik
pisîka ku radibeze jinikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bûyer li kû diqewime û şer ji ber çi derdikeve nizanim lê bûyerek têra xwe cihê ders û îbretê ye.. pisîk li ber hewşa xaniyekî ji xwe re dileyîze anku di tasikekî de şîrê xwe vedixwe.. jinikek ji malê derdikeve û bi piyê pisîkê dehf dide û dixwaze pisîkê ji wir dûr bixe lê piştî çend hemleyên jinikê pisîk bes xwe radigire û hildiperişke ser serûçavên jinikê.. ya ji hemûyan ecêbtir kûçikê malê li devê hewşê bêyî ku bi hawara xwediya xwe ve bibeze serê xwe dixe di nav teşkên xwe de û li bûyerê mêze dike..

kerem kin ji vir: http://www.liveleak.com/view?i=b7a_1387216510



17.12.2013 21:30 | endazer

2. Ew pisîk e ku êdî ji heywantiyê derketiye. Li hember zilm û zor û tehdeyê hew xwe ragirtiye û zagonên xwezayî bin pê kiriye. Anku bi gotineke din li hember însanî serî hildaye. Îhtîmaleke mezin lêzimê pisîka schrödinger e.



17.12.2013 21:46 | ceso

3. pisîka ku anîye bîra xwe ku ew pismamê şêr û pilingan e. bi jinikê nebû ku pihîneke xweşik li bin guhê pisîkê bixe.



17.12.2013 21:52 | oxir

4. Ker eşkere bibê kû ev pisîk nêr e çêdibê partiya me siba bi şîara 'jin jiyan azadî bimrê pisîka poz kurmî' seranserê kurdistanê xwepêşandanan lidar bixê..



17.12.2013 21:53 | nan û av

5. ez ditirsim ku siba metik û xaletên me yên femînîst ji bo piştgirîkirina vê jinika ku liqayî şîdeta pisîkê hatiye dakevin kolanan û li pisîkên reben werin xezebê..



17.12.2013 21:57 | endazer

6. (bnr: pisîka anarşist)



17.12.2013 22:10 | ceso

7. pisika ku bi piştî bûyerê nerevîna xwe, bêtir çepikan heq kiriye.

jinik diqîre û direve, seyê malê tê lê ew hê jî li cihê lê temaşe dike. dawiya vîdyoyê de xwe li kuçik jî dide ku êrîş lê bike, lê em dawiya wê nizanin...



18.12.2013 00:28 | simurg56

8. pisÎka ku derketiye holê ku wekê qewmê xwe nankor e..

li gorî zanyariyên bi destê ajansa nûçeyan a tirşikê ketine:



- navê kitikê buddy ye

- bÛyer li eyaleta michigan a amerîkayê diqewime

- kitikê berî du salan dîsa êrîşî du kesî kiriye, yanî ne wuqueta wê ya ewil e, ekîbên şaredariyê li ser vê yekê biryar standine ku kitikê bixeniqînin, lê ev jinika kitikhez çûye ji ekîbên şaredariyê rica kiriye û kirik li ser nufos û kûtûka xwe daye qeydkirin

- sibeha ku bûyer lê diqewime jî bi egera ku kitik bela xwe li kÛçikê malê dide, jinik bi piyê xwe hinekî berf davêje ser kitikê û vê yekê dixwaze kûçik ki xezeba kitikê xilas bike, lê kitika nankor û bênanûxwê diranên xwe li xwediya xwe jî disîqilîne û xwe davêje ser serûçavên jinikê..

- piştÎ bÛyerê ekîbên şaredariyê cardin hatine kitik girtine û vê carê fetisandine..



ji bo bêtir agahdarî û zanyarî heçiyê dixwaze dikare vê lînkê bitikîne: http://www.myfoxdetroit.com/story/24221193/viewer-video-horrible-cat-attack



19.12.2013 21:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pisîka wanê

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî