1. du wateyên vê biwêjê hene.. wateya wê ya rastî dema ku kesek bi dilînên rehm û dilovaniyê nêzî zarokekî dibe jê re tê gotin ku filankesî destê xwe bi serê bêvankesî ve anî.. wekê din carinan ji bo şibîn û lêçûnan jî tê bikar anîn nexasim ji bo zarokên nehs û netebitî tê bikar anîn.. ji bo nimûne dema zarokek şûmî û nehsiyan bike dê û bavê zarokê ji yên li dora xwe re dibêjin filankes tu mirovek qenc û salih î ka destê xwe bi serê vî zarokî ve bîne belkî biçekî li te were an li te bişike.. wateya mecazî ya vê biwêjê jî xapandin û şelandina kesekî ye.. dema ku kesek bi binbinkî dek û dolaban li dora kesekî bigerîne û ew kesê hîlexwarî paşê bi rewşa xwe bihese jê re tê gotin filankesî destê xwe bi serê bêvankesî de anî û çû.. |
|
19.06.2013 13:58 |
endazer
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |