Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

149. destbirako min nego bihêle ez herim Amedê ez ê ji te re her tiştî derxim.

Niha min navê stranê û navê stranbêj dît, ez ê gotinên stranê jî ji te re bişînim.



Stran strana Çiya medenî ye navê stranê jî rojava ye.



Çiya Medenî - Rojava



07.04.2015 22:14 | xendekî

150. naxêr remlavêj ne ew e..spas..

yahû xendekîmin navê camêr û stranê li ser googleyê da ber pirsan axirê tiştekî jê derneket:/



07.04.2015 22:22 | ferhenga şikestî

151. erê tune ye, di youtubeyê de jî nîn e. ka bise hinek din jî sebir bike ez ê ji te re gotinên wê jî peyda bikim *



07.04.2015 22:25 ~22:26 | xendekî

152.





Facebooka Chia Madani: Here lînkê



07.04.2015 22:27 ~22:45 | remlavêj

153. (bnr: xendekî) yahû tu camêr î, zilam î bi xwedê!!!

çepik çepik çepik!!*

dema werim amedê bi navê sir û seqemê ez ê cigera herî xweş ya amedê û qehweya herî xweş ya amedê bikim îkramî te bijî bijî*



07.04.2015 22:29 | ferhenga şikestî

154. @remlavêj te çeppikek kurdewarî ji min stand ;) û xendekî tu jî



07.04.2015 22:36 | ceso

155. ez jî weke tirşikvanekî ji bo ked û hewldana wî sipas dikim. ez jî hema hema qasê ferhenga şikestî kêfxweş bum. destê te sax be birako!



07.04.2015 22:38 ~22:41 | azadixwaz

156. piştî lêgerîna min a wê rojê, kurmekî tuj di hundurê min de digeriya. welle tu ji min jî tu çepikekî dilgerm histend. mala te ava *



07.04.2015 22:46 ~22:46 | biruya hayao miyazaki

157. ez saetekî ye li binê mijara nijadkujiya ermenan dinivîsîm û min ê tam nivîsê bi rê bikirana lê tirşik ez ji malparê avêtim û nivîsa min jê çû. niha dikim bigirîm. hewar e lawo... ez jî ketim ber bayê komkujiya tirşikê.



12.04.2015 21:55 | ceso

158. ji ceso re: ger nivîsandina ye zêde dem girtibe, carina tiştên wisa dibin. lê bêyî ku tu bikevî kelecanê, te tenê pêl bişkojka "back space"/vegere bikiriya ez dibêm wê nivîs dîsa derketa pêşberî te. helbet ev girêdayî geroka înternetê ye jî. lê di chrome browserê de wisa problem çênabe.



12.04.2015 22:17 | simurg56

159. haya min jê heye lê bextreşiya min ew e ku ez bi tabletê ketibûm tirşikê*



12.04.2015 22:26 | ceso

160. hevalno dostno ji min re alikariya hevalekî dimilkîzan lazim e. Dê nêzîkî 50 gotin û peyvan ji kurmancî wergerîne dimilkî. Di nav van gotinan de tenê yeka dirêj heye nêzîkî 50 kelîmeyan dihewîne. yên din kin in ya herî dirêj 18 kelîme ye û nêzîkî 15 heb jî tenê kelîmeyek e..

Alîkarî hevalno...



15.06.2015 00:49 | mergehez

161. soranî yan zazakî ji kurmancî re nêzîktir e, kîjan ji we re sivik tê bi rehetî fehm dikin?



21.06.2015 00:32 | mîr

162. Di facebooka kurmancî de. Ji bo "check-in" dinivîse ? Yanî wergerê "check in " çi ye ?



21.06.2015 20:23 | endazyar

163. ji bo check-inê em dikarin bibêjin "qeyda têketinê"



21.06.2015 21:03 | simurg56

164. roja we bi xêr tirşikvan'ino. hal? hewal? kêf? rewş?



07.07.2015 00:05 | hola êzîda

165. welleh mixabin van salan rewş û halê me girêdayî rewşa serê sûrî û iraqê ye.

carina em pir kêfxweş û serbilind in carina jî tama jiyanê namîne.



07.07.2015 00:08 | simurg56

166. erê bira, weleh tu rast dibêje. derd û kul bê dawî ne, bê derman e, toxtor hekîm bê çare ye, birîna me kûr e, derdê me pirrin, birrekvan dixwaze koka me bibirre, em bi kurmên darê ketin, em ber wan nagihêjin, îcar ka werre birrekên dijminan bişkenîne, welleh zor e, zehmet e



07.07.2015 00:18 ~00:20 | hola êzîda

167. (bnr: wey li min, wey li min)



07.07.2015 01:02 | azadixwaz

168.



Here lînkê



08.07.2015 00:16 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik company
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî