Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

576. Tirşik ev du sê roj e gellek xweş bûye. Mirov tê de nivîsên ku hêjayî xwendinê ne dibîne vêga.



17.02.2018 03:17 | bilbilê dilkul

577. (bnr: xezebê vekirina peyamên fîlman)
min piştî temaşekirina fîlma the book thief-ê xwest ku sernivîseke vekim. xweş e ku tirşik bi otomatîk hûrgiliyên fîlmê anî, ji min re ma danasîna wê. baş e, rabûm nivîsekî nîv-komposîzyon (!) nivîsî, çi bikim hinekî dirêj bû. her wiha min tikand. lê! lêzêdekirina youtube-ê jî ketiye para min û got, erê got ku sîstema tirşikê, ji min re got, vala nehêle! kuro te got vala nehêle, lê tu tişt di ekranê de nema. paş de vegeriyam, geroka pîroz got, niza'm forma te çawelêhato emirquto bû. û çû.
-
kêfa min xira kir. û ne cara yekê ye jî.
ji peymaên fîlman sar bûm bi şeref.
-
bi ya min-
-belê-
:
çima ev form dibe mecbûr? bira bibe vebijark! yên bixwazin dê binivîsînin, ên nexwezin jî dê ji xwe re peyama xwe binivîsîne.
!ha, bira carde form were li ber tirşikvan, lê
bira dawiyê nebêje cihên vala maye û yên ku te tije kir ne xema me ye, û, û.

--di guhên min de- abbas ahmed, şa'ir dibêje ku: çi jehr e... mesele ne ev aaaaaaaaa.

perde.



28.02.2018 22:02 ~22:19 | biruya hayao miyazaki

578. li gorî qeydan rekor 305 e: rekorên tirşikê/29172
(bnr: rekorên tirşikê)
(bnr: kampanyaya şikandina rekora peyaman a tirşikê)



02.03.2018 00:09 | simurg56

579. tirşik forûm/105527

dixwazim bêjin wê dimek zû de were çareserkirin lê mixabin wê hinekî dem bigire ji ber mijlahiyan.



02.03.2018 00:15 | simurg56

580. Merheba gelî tirşikvanan..
etîmolojî û dîroka peyva Hekarî, hekarya, Hakkarîyê hûn dizanin?
acîl lazim e..



13.03.2018 16:42 | bûtîmar

581. li vir dibêje Here lînkê bajarê hakkaran

li vir dibêje Here lînkê ji kurdî herkarî. ev mesela herkarî min çend carên din jî bihîstî, xelkê wir hinek jê hê jî dibêjin herkarî: her + karîn.

akadî hemma gihane hekarî, zêde li wir nemane; ez bawer nakim ewqa bandor lê kiribe.

helbet ev hemû îddîayên jiqûnê yên etîmolojîk in.



14.03.2018 00:38 ~00:42 | xendekî

582. spasdariyeke derengmayî;
ji bo bersivên @xendekî û @umed ez spas dikim..

tirşik forûm/105802
tirşik forûm/105807

û pirseke min ya din jî ji gelê tirşikîstanê ra heye.
Wê rojê, li cizîrê, heywaneke ecêb hatibû dîtin.
Navê wê bi tirkî "varana çolê" bû.
Gelo bi kurmancî, -li devera Cizîrê- jê ra çi navî lê dikin?
Here lînkê



03.04.2018 10:46 | bûtîmar

583. Ez dikim mijara "çîk" vekim lê navebê. Berî niha min ev mijar j'xwe re kiribû kul û derd. Niha ez dikim vekim, peyama xwe dinivîsim lê venabê. Halbûkî hişyarî jî tê peyamdanka min "kul û derd'"ê de hate dermankirin!

Gelo çima?

Edît : ok. Niha derket. Spas dikim



13.04.2018 14:54 ~2018.04.14 00:47 | gumgumok

584. mijara çîk vê gavê vedibe.
kesê ku xwestiye bibe derman, îhtîmalek mezin ji ber qutbûna înternetê an jî problemek teknîkî, çend caran li ser hev tikandinê kiriye û gelek mijarên çîk bi hev re hatine vekirin. loma jî tirşikê nedizanî kîjanê nîşan bide. min yên zêde û vala jê birin, niha çareserbû.



13.04.2018 23:10 | simurg56

585. Ez çima nikarim hindirê mijarên siyasî bibînim û lê binivisînim? * xwedê heqa bi heq bike..

Bixwedê dinya lihev dikebe bitirsin û netirsin piştî lihevketinê jî wê gelek xweş bibe.
çi dibe li dinyayê, li rojhillata navî ?
Amerîka, tirkiye, rusya, îran suriye, îsrail.. tev têk çûn wê bixwe bixwe bihevkebin, bihevnekebin jî wê wekî tirkiyê bibin çewa belkî bala we kişandibe va heftekî du hefteye li tirkiyê qeza li ser qezayê çêdibe xwedê li wan dixe, yên teva erebeyên wan dibin pert, yên agir dikebin malawan û nexweşxaneyên wan yên hev kêr dikin, yên bi top û guleyên (brusk) xwedê diçin.. di heftekîde çar heb helikopterên amerîkayê, çend hebên rusya , firansa cezayir, yunanîstanê.. ketin û wê bikebin jî edî xwedê darê xwe daye destê xwe haya we jê hebe bi quran dikuje * piştî lihevketina dinyayê hz.mehdî derê banga hîdayetê bike aramiyek mezin wê ava bike wê heqî û edalete min bibe hakim ez telebe û şûrê wî ezim.
Mehdiyet tê nerhetiya nekin daku hun jî şêrînlera bibînin/ gurê menco we nexwe..



14.04.2018 13:12 | telebê hz mêdî

586. nivîskarên ku ji 100 peyaman kêmtir nivîsandine, nikarin mijarên sîyasî bibînin.
dema hemara peyamên wan ji 100, bihurî, ev astengîya li ser wan jixweber radibe.



14.04.2018 20:51 | simurg56

587. Gelek caran tirşikê divekim, lê mixabin peyam zehf kêm in. Eynî peyamin.

Xwezî bi qasî ekşîyê dagirtî bane.



29.04.2018 23:57 | gumgumok

588. kuro barikem êdî tirşik hêdî hêdî ber bi têkçûyînê va diçe :(
her kesî ji xwe re blog mlog vekirine ûli wan deran da dinivîsînin her tiştî.
hema wan tiştan kopy-past bile bikin têra me ya roj bi rojê hebû ha.



30.04.2018 00:56 | bûtîmar

589. wê rojek bê, qedr û qîmeta tirşikê bê zanîn. vêga hejmara peyaman, nivîsan hindik in, lê belê namîne bo demekî dirêj, dê ronahî derkeve û çirûskek çavê me hemûyan kor bike.

li hêviyê bimînin. ji kêmê jî kêmtir ma.



30.04.2018 01:52 | wiha wilo wisa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika azad û bêsansûr
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî