Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

486. Min li vir bigota stranên Tirkî, min xwe şaş kir:
[carna stranên jî hin cîhan de fehm nakim, nizanim ev problema min e tenê :-)]



13.05.2017 23:40 | mîr

487. di androîdê de sepana gotinên stranan heye ku ji aliyê xendekî û mergehezo nançû ve hatiye amadekirin. heye ku di vê sepanê de gotinên hinek kilaman were peydakirin.
xendekî, ji kilaman hez dike. ez bawer im di destê wî de hinek hene.

Here lînkê



14.05.2017 12:12 | simurg56

488. bersiva pirsa endazer ya (tirşik forûm/99235);
tu caran tiştek mîna gotina te tune bû, ku mirov tiştek kopî bike û paşê pê li bnr bike û ew bibe bnr. lê tiştek hêsantir hebû û hê jî heye; em bêjin di nav nivîsa we de peyvek heye ku hûn dixwazxin bnr bidinê, li peyvê cot bitikînin û paşê pê li bnr bikin û temam e.
di vîdyoya jêr de, di deqeya 09:00 de tê dîtin.




14.05.2017 12:18 | simurg56

489. .
xûşka min:
-Serhad..... (deng nay min. Ji ber ku ez ditirşikînim)
Cîya min:
-hişê serhed tirşikê da ye. Ew li vir nîn e. *

tirsik.net hêdî dibe parçeyeke mala me *



23.05.2017 11:39 ~11:47 | bûtîmar

490. Gelo kurdîya "laf atmak" çi ye ?



27.05.2017 10:40 | mijdar

491. @mijdar ''avêtin, dev avêtin'' dibêjin. bi tirkî bêtir bi wateya ''sataşmak'' dide.biwêja ''laf atmak'' bêtir wate û întîbaya kirina gotinên nexweş ji bo jinan ji aliyê mêran ve dide. yanî tacîz anku destdirêjiya devkî an rasterast devdirêjî. lê ''dev avêjtin'' biçekÎ din masûmtir e li gorî ya tirkî.



27.05.2017 12:47 | endazer

492. gelo rastnivîsa kîsika ziravê çi ye.
di ferhenga me û wîkîferhengê de weke kîsikê zirav dinivîse: Here lînkê
lê heçko weke kîsikê ziravê be wê rasttir be. Ji aliyê din ve zirav an zerav rasttir e, wê jî nizanim. her wiha zeravdank/ziravdank jî heye.
li gorî fikrên we, em hemû mijaran beralî mijara rast bikin.



27.05.2017 13:42 | simurg56

493. $mijdar di ferhenga me de ev hene;
"1) bi hev re mijûl bûn, bi hev re mijûlahî kirin 2) gotin di ber de avêtin 3) gotin avêtin (yekê)"
Here lînkê



27.05.2017 13:44 | simurg56

494. Slav!
Gelo ji bo klavyeya kurdî hun kêjan sepanê pêşniyar dikin?



27.05.2017 23:50 | bûtîmar

495. tirşik forûm/99518

"gboard" sepanê Google ê ye, him ferhenga wê ya kurdî heye peyvên te jixweber rast dike tîne ba te, him jî klavyeya wê zehf xweş e.



27.05.2017 23:56 ~2017.05.28 00:03 | mîr

496. Ela helaa dibêje sepana gboardê barkirî ye lê ez têlwfonê da nabînim.
Kuro ez ça van telefonên kenehon biaqil fem nakim yaw



28.05.2017 00:26 | bûtîmar

497. Min çêkir! * ez kêfxaş im, spas dikim @mîr ê tirşikê*



28.05.2017 00:56 | bûtîmar

498. Fikrê we çi ye?

Gelo kurmancî û soranî nêzîkî hev in yan kurmancî û zazakî?

em bidin ber hev kîjanî pêş dikeve.

Bi ya min Soranî ji min re hêsantir tê û fehm dikim dibe ku seva xwendin û nivîsandin, sêrkirina televîzyonan be, êdî nizanim... Hûn çi difikirin ser vê meseleyê.



28.05.2017 14:35 | mîr

499. tirşik forûm/99535
bawer im ev dibe bersivek:
"Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn." (çavkanî: wiki)



28.05.2017 15:00 | mergehez

500. tirşik forûm/99537 Boyî cewabê te spas dikim, weke fermî û dîrokî wan tiştên hatiye nivîsandin rast e.
lêbelê ez tecrûbe, nêrînên we ya şexsî meraq dikim.

Soranî wekî kurmanciya jêrîn jî tê binavkirin, dibe ku eleqeya wê kurmanciya (jorîn) re ji zazakî zêdetir be...

Hûn gelo yekî soran yan jî Zaza xeber bide zehftir kîjanî fehm dikin?

-Ez bi xwe piştî dest bi xwendin û sêrkirina tv yan soranî fehm kirim, wek mînak dê û bavê min kurmancî ji min baştir dizanin lê peyveke ji soranî fehm nakin. Belkî di televîzyonan de zazakî û kurmancî bi hev re wekî soranî û kurmancî bername bihata pêşkêşkirin ewçax min Zazakî jî fehm bikira-

Min hinek agahî ji bo wê lê geriya lê tiştek neket destê min.

Fikrên we? Gelo we ev tiştê hanê çi tecrûbe kir?



28.05.2017 15:33 ~15:39 | mîr

501. Ez jî soranîyê zazakîyê zêdetir fem dikim.
hevalên min ên zaza, zazakî xever didin ez ku %10 fem bikim, di tv yê da soranîyê %30 filan fem dikim.
Wek gotina @mîr gotiye jî helbet bandora tv û xwandina soranî-kurmanciyê li ser heye lê ez dibêjim hindik e.
Soranî daha zehv nîzikê min tê..



29.05.2017 08:51 | bûtîmar

502. bala min kişand têkiliya ku di navbera peyvên ingilîzî yên history û storyê de heyî, gelo di navbera peyvên kurdî yên dîrok û çîrokê de jî heye yan tuneye? ji kerema xwe dîtin û zanyariyên xwe bi me re parve bikin.



31.05.2017 23:48 | tizbîkêş

503. @derqamij
ez soranî me û kurmancî baş nizanim
1-nêzîkî 100 milyon kes li anatolî û azerbaycan xwe tirk dihesibînin lê ne tirkin (tirkan çekîk gozlu ne) pes tiştekî normale ku çend hezar zaza xwe kurd bihesibînin (ku nahesibînin û bi xwe re kird kirmanc kirdas zaza dimilî dibêjin û çar pênc nav bi kêr tênin çunke ne kurdin û eger kurd bûn bi xwe kurd digotin ne kird û dimilî û falan wek hemû kurdên din ku tenê xwe kurd dinasin) elbete zazayên ku raya xwe didin chp bêguman xwe kurd nahesibînin
2-zimanê zazakî nêzîkî kurmanciye nêzîkî soranî jî heye nêzîkî farsî gîlekî û hemû zimanên îraniye çunke zimanekî îraniye lê ne kurdiye ne jî farsî û bi farsî herî nêzîktire ji kurdî zimanê lurî jî bi kurdî nêzîke (nêzîktir li zazakî) lê ne kurdiye eger zimanê zazakî kurdiye çima bi farsî nêzîktir ji kurdiye? lê welatê wan ji welatê farsan herî dûre? tenê yek sedem heye û ev hatina zazayan li cihê dine (bakûrê îran)
3-hemû kurdan û tirkan nêzîk zazayan sunnî ne zazayan çawa elewî bûne? bersiva wî tenê hatina zazayan li welatek elewî ye ku bêguman bakûrê îrane û navê yekemîn hikûmeta elewî di cîhanê de dêylemiyane (dimilîyan) ku li bakûrê îranê ava kirî)
4-niha kî biçûke? mêjiya te biçûke ku nikare tiştek sade fêm bike



01.06.2017 08:45 | mindal

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikçî kapîtalîst
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî