Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

371. kuro "xêlê" çi ye?? *



06.09.2016 01:00 | bûtîmar

372. nikah e?



06.09.2016 01:02 | bûtîmar

373. xêl dawet e, ango civîn û şahiya ji ber zewacê tê lidar xistin.



06.09.2016 01:10 | azadixwaz

374. Min ev peyva heta niha qet nebihîstibû spas dikim *



06.09.2016 01:16 | bûtîmar

375. min ew ciwanik dît, meger wêne ji sehneya fîlmekÎ hatiye girtin, min digo qey ji jiyana rastî ya jineke koçer hatiye girtin. ez şaş mam jineke di nav kincên kurdÎ û koçeriyê de ev çend bedew û levhatÎ, di nav kincên normal de çawa ev qasî ji rêzê dixweye??

wêne ji fîlma mast hatiye girtin, navê ciwanikê fidan yeter e, Here lînkê Here lînkê

ev fîlma wê ya ewil e. me tu ji ciwanikê safî nekir lê dewla serê vê fîlmê, min mûzîsyeneke kurd nas kir, bi navê mehmûd berazî, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, her mûzÎkeka wî ji ya din xweştir e.



dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e;



mehmûd berazî- ji bo şengalê (dengbêj ezîzê simê)



orkestraya heskîfê- hele yeman ;



mehmûd berazî - çeleng ;



mehmûd berazî - êvarên havînê;



mehmûd berazî - ay lo dilo ;





07.09.2016 02:32 ~02:36 | endazer

376. Gava mirov xeletî pê li çeppik an jî reşşik bike mirov dikare paşvebikişe an ew dengdan her dimîne dimîne ?



19.09.2016 17:05 | bapîr

377. di rûpela panelê de li aliyê çepê rûpela çeppikên min dayî , reşşikên min dayî fîlan heye. mirov dikare ji vê rûpelê çeppik û reşşikan fîlan betal bike.



19.09.2016 17:14 | simurg56

378. Gelo li amedê li kîjan derê û kîjan kargehê ezê bikarim pirtûkê kurdî bikirim?



30.09.2016 00:49 | mijdar

379. mijdar (bnr: pirtûkfiroşên kurdî yên li amedê)



30.09.2016 16:18 | xendekî

380. Gelo li kîjan bajaran kurd tenê dijîn? Tișta ku ez dizanim șirnex û colemêrg tenê ne. An jî?



21.11.2016 00:42 | gumgumok

381. gelo tu rê heye meriv alîkariya ekonomiya başûr bike? bankayek wan heye ku meriv pereyan razîna wir da ku ew bikarîbin wî pereyî bi kar bînin? an jî tişteke wan heye meriv 'yatırım'a wan bike?



22.11.2016 19:56 | berxweda

382. ji bo peyama 411 (bnr:tirşik forûm/95591)

- bajareke wisa nîne, li colemêrgê 100 sal hema bêje biqasî kurdan, kildan û aşûrî hebûn. şirnex bi xwe ne bajarek e, ji loma ne ji hesabê ye, li cizîrê jî erê niha şêniyên niştecih safî kurd û kurmanc in, lê dîsa sed sal berê, nûfoseke berkeftî ya cihû û filehan li wir jî hebû. hê jî li îsraîlê cihûyên bi eslê xwe ji cizîrê botan hene.

û ji bo peyama 412 (bnr:tirşik forûm/95629)

pereyê xwe neyêxe xusar! gotineka pêşiyan heye dibêje; Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tune be zû xelas dibe. û dîsa dibêjin şeytan gotiye; ez bikutim wî de yê ku bi kêrî xwe neyê! ;)
xelkê başûr elimiye nanê belaş yê dewletê û bitrî û betaliyê, qenciya mezin ew e ku yek pehînekî li derê qûna wan xe û bi zorê wan bişixulîne. bi xêran û alîkariyan krîza li başûr derman nabe.



22.11.2016 20:29 ~20:29 | endazer

383. îşev 95 heb mêvanê tirşikê hene. Divê em şorbeya tirşikê zêde bikin lê şorbevanê me hatiye asteng kirin û hêdî hêdî ji tirşikê sar dibe..



22.11.2016 23:39 | bûtîmar

384. jiwan 95 heba 80 heb ezim hingî bi vpnyan têm mêvandariyê û diçim wiha xuya dike an xwedê çi ji kî stendiye werin tirşikê * shorbevan loqeka mezine ewê qirka yên wî astengkirine û yên bûne sedem wê biqelêşe qelaştiye jî lê ew kes nabînin an naxwazin bibînin, her wiha serketin a shorbevana ye



22.11.2016 23:51 | bernadim

385. we çiqwasî behsa zerdeçalê kir law * ka kesî zane bê çawa tê xwarin an dikeve kîjan şîvê û ew şîv çawa çê dibe heye?
min jî bi zerdeçalê bidin nasîn ha *



27.11.2016 11:03 | berxweda

386. Lînkên binnivîsên the sixth sense șikestî ne. Gelo çawa karim peyde bikim?

Edît, me dît: @simurg pirsgrêk hal kir. Zor spas kekê. Xwidê te ji serê me kêm neke.



03.12.2016 17:11 ~2016.12.05 12:35 | gumgumok

387. @gumgumok, binnivîsên fîlman ji nû ve hatin barkirin û problem nema.



04.12.2016 17:53 | simurg56

388. Ev binnivîsan çawa bêyî qalîta wê kêm bibe tevlî fîlmên hd dikin û li malperan bar dikin?



05.12.2016 14:55 | berxweda

389. @berxweda,
ji bo vê yekê 2 rê hene.
riya 1- di hinek malperan de lêdera vîdyoyan (player) rê dide ku mirov binnivîsan dûre li fîlmê zêde bike. mîna binnivîsên youtubeê. lê encax sîstemên pêşketî dikarin vê yekê bikin. %99ê malperan bi riya duyemîn dikin;
riya 2- ji vê re hardsub tê gotin. min berê bi bernameya avidemuxê (ku belaş e û bi çavkaniya azad e) vê yekê dikir. niha jî bi vê bernameyê mirov dikare çêbike. mirov fîlmê û binnivîsê hildibijêre û paşê mîhengên mîna reng, mezinahî û pozîsyona nivîsê fîlan eyar dike û dide kodkirin (rendering an jî encoding tê gotin).
di vê rêbazê de, dîmenên fîlmê ji nû ve tên afirandin û êdî binnivîs dibin parçeyek ji dîmenê, loma êdî ew binnivîs nikare jê were derxistin an jî guhertin. demek dirêj û komputerek baş dixwaze.



05.12.2016 18:21 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik vs ekşi
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî