Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

317. îhtîmalek mezin herdu peyvên keyf û hal jî erebî ne. loma bêguman têkilya wan heye.

em jî wisa bi kar tînin: "keyf û holê te çowo ne?" *



08.05.2016 15:07 | simurg56

318. dibe ji erebî bê ereb jî tiştekî wiha dibêjin şitlonek/?كيف حالك keyf halk



em farqînî wiha dibêjin kêf hal?

yanî eleqeyan wan bi hev heye jixwe kurd û ereb nedûrî hevin cîranê hevin



08.05.2016 15:55 | shorbevan

319. Alışkanlık, li gorî ferhenga zana,

alışkanlık:1. hînbûnî, xûy, kurm, tebîet 2. hevaltî, nêzbûnî 3. refleks fel/psî m ~ etmek ji xwe re kirin kurm, ji xwe re kirin xûy, ji xwe re kirin tebîet, ji xwe re kirin adet ~ kazanmak banekî bûn, hûreyî bûn



Lê mixabin, hînbûnî rasterast ne.alişkanlik e,xûy ji binî ne ew e. Kurm ji binî nizanim. Tebiet jî xûy e.

Gelo raterast wergera alışkanlık çîye? Hun çawa bikar tînin?



Edît : bona bersivên weyî delal spas dikim.



12.05.2016 00:49 ~2016.05.13 01:03 | gumgumok

320. ez fikra xwe bêjim. wek hûn jî dizanin ez ne kurmanc im, ji ber vê yekê tiştê ku ez dibêjim tenê li ser kaxêzê ye. nizanim di nav xelkê de ev gotin heye tune ye.



hînbûnî --> ji lêker bûye navdêr. (bi tirkî ogrenilmiş olan . . . hwd)



di kirmanckî de jî ( ez kirmanc im, loma berhev dikim, lê dibe ku ne rast be) lêkerek heye. û ev lêker di axaftinên gel de ji bo ''alişmak(bi tirkî)'' tê bikaranîn.



musayîş=ogrenmek, alişmak --- musayîş = hîn bûn

/musa-yîş(dimilkî ) = hîn bûn



musayîşî =hînbûnî =alişkanlik



ji min ev qas. *



12.05.2016 05:09 ~05:10 | endazyar

321. Li cem me ji bo vê peyvê em rasterast dibêjin 'elm'. E'ya vê peyvê weke ya 'ezîz' tê xwendin.



-tu çima vê jehra sîgarayê vedixwî??

+welleh tenê elm e.



îhtimalek mezin bi erebî ye.



12.05.2016 07:45 | simurg56

322. @gumgumok hevalo tu şaşî li ba me "kurm" tê bikaranîn. mesela em dibêjin "kurmê cixarê" (sigara alinşkanlığı). hetta gotineke pêşiyan jî heyr " kurmê şîrî heya pîrî". Lê ji bo lêkerê em him "ji xwe re kirin tebîet" û him jî "ji xwe re kirin kurm"ê bi kar tînin. mesela "êdî ji min re bûye kurm ez her sibe dikevim tirşikê" an jî "min ji xwe re her sibe ketina tirşikê kiriye kurm" ji bo yan din jî "her sibe ketina tirşikê ji xwe re kitiye tebîet" û gava em qala van tiştên yekê dikin em tenê "tebîet"ê bi kar tînin yanî em dibêjin "tebîetên filankes" "kuro êdî dev ji van tebîetên xwe berde" lê mixabin nizanim çima lê dibêjim qey ev "ji xwe re tebîet" û "tebîet" ji peyaseya kurdî rabûye. bi qasl dibînim li ba me "kurm" tê bikaranîn û ya din jî hêdî hêdî tê jibîrkirin.



12.05.2016 08:46 | ceso

323. @gumgumok û ev jî heye min ji bîr kir bêjim * lê em herî pir "hînbûnê" bi kar tînin" (ev çawa nehat hişê min nizanim lê "alişmak"a sereke li ba me ev e) -ez hînê cixarê bûm- ez hînê te bûm- ez hînê amedê bûm- ez hînê esrarê bûm- yanî a dawî "hînbûnî" peyva herî bi mantiq e ji ber ku di kurdî de ew tê bikaranîn. heval gumgumok mixabin tu di hersê nêrînên xwe de jî xelet derketî. *



keyskirin: ez jî weke "zana farqînî" farqînî me *



12.05.2016 08:53 | ceso

324. yekî jî farqîniya xeberda, ka law bi kuda çû? bira bi ber destê min nekebe..*



(bnr: hînbûn)

(bnr: kurm)

di peyva hînbûn û kurm de ti xeletî tune hînbûn dibe du heb wateyê wî hebin yek jê di tirkîde öğrenmeke a din jî dema meriv tiştekî hîn bike û ji du cara zêdetir bike meriv hîn dibe an ji xwere dike kurm ev jî dibe alışkanlık/alışmak. di van herdû peyvade xeletî ne bawerim hebe



12.05.2016 10:36 ~10:38 | shorbevan

325. dilop dilop av diniqute.

dilop dilop av dinuqite. kîjan raste ? herdû?hişê min yê timî aram niha gêj/tevlî hev bû*



13.05.2016 20:21 ~20:25 | shorbevan

326. gelo em tirşikvan dikarin dosyayên pdf li danegehê zêde bikin ? eger dibe çawa dibe ?



14.05.2016 02:20 ~04:54 | endazyar

327. Kurdiya kevn bi alfabeya erebî bû lewra tîpên dengdêr nebûn. Ew Peyva shorbevan wbi van tîpan dihate nivîsîn (ن ق ة ) . Ida tîpên dengdêr li gorî herêmê diguhere. Niqut, nuqit, nuqut. Her sê jî li gorî wikîferhengê rast e.

li gorî ferhenga zana jî ya rasttir ''niqut'' e.

Li gorî zimanê min niqut siviktir e.



14.05.2016 13:32 ~13:34 | gumgumok

328. di tirşikê de, ji bo ku mirov bikaribe peyamên rojeke derbasbûyî bibîne, fonksiyonek dikere were çêkirin yan na? wekî mînak mirov bibaribe tenê peyamên roja 12.05.2013 yan jî rojeke din bibîne yê pir xweş be.



18.05.2016 13:31 | nazim tolhildan

329. Weke di vê peyamê de jî hatî gotin (bnr :min rebenê) , gelo çima ji bedêla "ez" , "min" tê gotin?

li dora hezex-nisêbînê tê bikaranîn





Sîstema nû ya tirșikê pir baș çêbûye. Bișkoka " Rojek"ê ser xêrê be. Destxweș simurg56 .



20.05.2016 23:27 ~23:37 | gumgumok

330. ka li vir kes tuneye?vê sernivîsê rast bike.(bnr: mezada li beybûn cafeye ku lezgîn kitêpçiyan pirtûk difrotin) ne 'kitêpçiyan', 'kitêbçiyan' e. ji kerema xwe tirşikvana hêja gulêê jî xeletiyê xwe sererast bike.



11.06.2016 17:35 | bijîmillah

331. Pirtûkfiroş an jî pirtûkfiroşgeh e li gorî hema hemû ferhengên kurdî..

Çima nabêjin “pirtûkvan” “kitêbvan” nizanim lê qertafên –ci, -cî ne li gorî rêzimanê kurmancî ye..



11.06.2016 20:31 | havka

332. gelo kovara nûbihar hêjî tê weşan an na ?

çend heftî/meha carkê tê weşan ?

û ez çawa dikarim bibim abone ?



ez van rojan çûm pirtûkxana li sêrtê (celadet bedirxan) û ez raste vê kovarê hatim û min gelik eciband...

ji ber kû têde sîyaset nîne ,tenê tekoşîna kurd û kurdî heye.



26.06.2016 21:02 ~21:53 | mijdar

333. Kovara nûbiharê nêzikî 24 salan e weşana xwe bêyî rawest didomîne. Di sê mehan de carekê derdiçe û belê meriv dikare bibe abonman.

Ger hûn bi rêvebiriya kovarê re li ser tevn û tora civatiyê bikevin têkiliyê dê hûnê karibin bibin..



26.06.2016 21:29 ~21:30 | ferhenga şikestî

334. Spas ferhenga şikestî.



26.06.2016 21:51 | mijdar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika debirvanan
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî