Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

299. slav.. gelo ez çawa dikarim filma Apocalypto bi binnivîsa kurdî temaşe bikem?

hûn dikarin link parve bikin ?



24.04.2016 21:44 ~21:47 | bûtîmar

300. Nivîskarên tirşikê ku rewşeke pir awarte hebe dikare ji bo guhertina nav bi simurg56 re têkevin têkiliyê. Lê ev her nabe. Ez va ye salek e jê dixwazim lê kiriye 'eks û navê min naguherîne. Bila zêde hêviya we tune be canikno.



24.04.2016 22:40 | mergehez

301. 1- guhertina navan

heta ku ji me bê em naxwazin kes navê xwe biguherîne. ji ber ku dema nivîskarek navê xwe biguherîne, hemû bnr û vbnr'yên jê re betal dibin. têkliya peyaman ya bi hev re xera dibe.

herî dawîn me ya gulêê, guherî. ji ber ku ya wê tenê rastkirina tîpên kurdî bû him jî ji ber ku nivîskarek nû bû û zêde peyamên wê tune bû me karî bnr û vbnr'yan bi destê xwe rast bikin.



2- bi kurdî temaşekirina Apocalypto

here rûpela fîlmê: Here lînkê

li wir di beşa binnivîs de binnivîsa kurdî ya fîlmê heye. wê daxe, ji arşîvê derxe û bavêje ser fîlma xwe. wê binnivîs bibin kurdî.



24.04.2016 23:05 | simurg56

302. ez 11-12 salî bûm min pirtûka "cihana sophie yê" xwend...

min dawîya pirtûkê tam fêhm nekir bû.



li dawîya pirtûkêde sophie û alberto knox otomobîlekê siwar dibûn... û ji wê demê pêve tukesê ew ne didîtin...



gelo yê ev pirtûk xwendî dikarê dawîya wê ji minre bêjê ?



ma mirin ? dawîya wan bû çi ? kanî sophie ? kanî alberto ?



nekenin.





25.04.2016 22:14 | mijdar

303. Min ew pirtuka, 8 sal ewil heya rûpela 40emînê falan xandibu û ez zehv tirsîyabum (:

Paşê min tirsa nexwandibu.. Ew nameyên ku diketine qutîya posteyê zehv ecêp bun..

Mixabin dawîya wê ez jî nizanim çawa ye ..



25.04.2016 22:21 ~22:22 | bûtîmar

304. Hema hezke qet pirsyar neke dawîya zehf çivêl, tamsar û lewçe ye. Lė îllah ku tu meraq bikî ez hosa bêjim ji te ra sophie û mamosteyê wê ji bin bandora nivîskara romanê derdikevin û Azad dibin yêt mayî magazîn e.



25.04.2016 22:54 | azad30

305. Destxweş simurg56, serkeftineke mezin e. Pîroz be. Wikiferheng tevlî ferhenga tirşikê bú. beşa ferhengê ya tirşikê/88588

Gelo brêz simurg56 çawa wikiferheng tevlî ferhenga tirşikê kir. Ez ecêb mam.



26.04.2016 01:05 | gumgumok

306. hevalno gelo "spoiler" çi ye? anjî kêr çi tê?



27.04.2016 13:34 | azad30

307. Here lînkê





27.04.2016 13:48 | gumgumok

308.



(deqe 16:04)



27.04.2016 14:37 | simurg56

309. tirşikvan çima di mijarekî de di bin hev du peyam dinivîsînin? ez pir mereq dikim û ji kerema xwe jî rexneyên min wek dijûn fehm nekin! pêşî ji azad30 û paşê jî ji hozan serhadê dixwazim vê berfirehiyê.



28.04.2016 00:23 | bijîmillah

310. ez ji dixwazim li cem tirşikvanan navê vÎ zilamê hanê tevê jina kurd kilamê distre hîmbim û gelo ev mêrê dengxweş bi kÎjan zimanê diaxive . bi min wek farsî hat lê min go ez dÎsa jÎ li heval û hogiran bipirsim.







28.04.2016 00:29 | xeteraqirêj

311. gelo di formata tirşikÊ de mirov dikare di bin mijarekê pirseke bike? mesela ger ez di bin mijara têgehên avahîsazîyêde pirsek binîvîsim dê li dijî format Ê bît an ne?



28.04.2016 11:51 | azad30

312. piştî ku te di peyama xwe de "pênase"ya xwe kir, yanî te raveya mijarê kir. êdî tu dikarî bêyî ku rasterast navê nivîskarekî hildî, pirsan bikî.

wekemînak:



mijar bila gotinên fîlman yên nayên jibîrkirin be.



peyamek dikare wisa be: mijara ku tirşikvanên hezkiriyên fîlmên tirkî, derxistiye holê. ez vê fêhm nakim, gelo hûn şerm nakin?



28.04.2016 21:15 | simurg56

313. xêrnedîno kîbordeka baş tune? kîborda min qet nabe ez. nikar im. binivi simim : )



29.04.2016 13:46 | shorbevan

314. Nivîsên dîwêr têne guhartin gelo?



30.04.2016 01:00 | gumgumok

315. li hêla serhedê de pirseke wiha heye: keyf û hale te çane? ereb ji bo hinbûna rewşê yekî, vê pirsê dike: "keyfe hal?"' gelo tekîlîyeke di nav wan herûdû hevokan heye?



Not: sedema pirsê min ev e: dibe ku ew ji ber bikaranîneke çewt derkevîbe holê. Peyvê 'keyf' ya erebî tekabulê 'çawa' ya kurdî dike. Heke bi vê çarçovê yek lê binêre heye ku ferqekê hebe.



08.05.2016 14:19 ~18:11 | ervah.azad

316. Ez ne ji hêla serhedê me lê li hêla me jî (dêrik) tê bi kar anîn: kêf û halê te çawa ne? (Ya rastî li cem me dibêjin 'çawa yi')

Kêf kêf e. Hal hal e. Te çima tiştekî wiha meraq kir nizanim.



08.05.2016 14:41 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik û liberalism
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî