Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 64 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

209. Pirseke min ji we heye. Lezgîn e..

Heke ku endamê lijneya sindoqekê neyê li ser sindoqê, wê dengê xwe li ku derê bide. Li dibistana ku ewil hatiye diyarkirin an li dibistana ku lê bûye berpirsiyar?



31.10.2015 21:13 | mergehez

210. li dibistana ku ewil hatiye dîyarkirin. ji ber ku dema nehat jıxwe êdî wî mafê xwe wenda dike



31.10.2015 21:15 | simurg56

211. gelo niha encamên gundan û tiştên wisa yên ji me re tên em parve bikin dê zerar bigihê hdpê?



01.11.2015 18:11 | dijber

212. tu zirar tune ye



01.11.2015 18:16 | ferhenga şikestî

213. lê dîsa ji bo silametiya hilbijartinê û ya xwe, eşkere nekî baştir e karê vê dewletê çeqlomeqlo ye hay jê hebe birako*



01.11.2015 18:19 | ferhenga şikestî

214. silav tirşikvanên hêja eger em ji xwe re hinekî biaxivin?

Dixwazim bê henek û bê tirşiktî çend tiştan ji we re bibêjim û nîqaşê li ser bikim.

eger hûn bibêjin erê em biaxivin.

spas



04.11.2015 00:38 | dijber

215. (bnr: erê) *



04.11.2015 00:41 | brusk56

216. spas kek (bnr: brusk56) mirovek hebe jî bes e.

Kêşeyên me kurdan zêde ne û bawer dikim çi kesê di tirşikê de dinivîse, bi awayekî dixwaze (bi kêmasî dixwaze eger neke jî) ku çareyekê jê re peyda bike.

temenê min têra xwe mezin e lê hîn ez dizanim ku ez gelek gelek tiştan nizanim û ez ji we ciwanan hîn dibim û dixwazim hûn jî hîn bibin û xeletiyên min nekin û hewl bidin vê tirşikê ji xwe re bikin dibistanek.

asayî ye ku bandora dafierkeran, bandora çanda wan, fikirên wan, medya wan û hwd li me bûbe û em pê hatibin guhertin.

asayî ye ku em baş bi ziman nizanibin, herwiha asayî ye ku em baş dîroka xwe nizanibin asayî ye ku em baş çand û wêjeya xwe nizanibin û hwd lê tiştê ne asayî ku em nikaribin bifikirin:

mejiyê me hîn milk û malê me ye û em encex eger wî bixebitînin em bikarin rastiyê bibînin:

di şûna hûn hewl bidin ku kêmasiyên xwe biparêzin an jî kêmasiyên rexnegirî derxînin, hewl bidin ku hûn wê kêmasiya xwe serrast bikin û enerjiya xwe ji bo wê bimezêxin dê bi gelekî çêtir be.

balkêş e ku mirîdekî pkk yan pdkê ji yê dî re dibêje binere "pkk an pdkê wisa kir" yê dî hewl nade wê helwêstê rave bike lê vê dibêje "ma ne we jî wisa kir" hûn jî wisa nebin û nekin.

hûn hîn ciwan in û dikarin bibin rewşenbîrên vî miletî lê rewşenbîrin wisa bin ku bi zimanê miletê xwe, bi pirtûkên miletê xwe, bi dîrok û çanda wî mezin bûne.

yana ez ji we re behsa "ku" û "tewang" û "ihtimal" û" îxtimal"ê bikim çi ye û nekim çi ye!!

ez zanîna xwe didime we û dixwazim hûn jî ya xwe bidim min:

ez dixwazim em ji hev fêr bibin û ew rewşa kurdan ya birakuj û xwekuj li vir bikujin:

ji nivîsê netirsin lê xwe li pêş xin jî yana mirov nikare we bixwîne.

şaşiyan bikin û dubare û sêcare jî bikin lê sedcare nekin ji ber wê çaxê mirov dibêje ev kes naxwîne lê tenê dinivîse.

mesele ne ez we biçûk dikim ne jî mezin dikim lê ji vê bawer im ku her mirov eger bixwaze dikare tiştekî ji xwe û miletê xwe re bike.

(bnr: kurdistana xwe di mejiyê xwe de ava bike dê kurdistan azad bibe), (bnr: kurdistana xwe di dilê xwe de ava bile kurdistan dê rizgar bibe)

gele tişt hene ez bibêjim lê bi nivîsên we ez ê hewl bidim tiştin din jî bibêjim:



note: ez van ne ji brusk56î re dibêjim, ez li ser şexsan nasekinim û bawer im xortekî baş e jî lew bila kes nebêje qey min ji wî re gotiye lê wî bersiva min da lewra. spas jê re dîsa.





04.11.2015 00:56 ~00:57 | dijber

217. welhasil elkelam, tiştê ji destê min tê ev e, xwezî zêdetir jî bihata lê nayê.

ez xwe kêm dibînim û li ser kêmasiyên xwe difikirim û dixwazim hemû kurd serkeftî, jêhatî û zana bin lê mixabin em ne wisa ne û di dawiyê em giş kurd in, bindest û bêdewlet in.

ez vê jî ji we re bibêjim û bi taybetî simurg56 di vê tirşikê de ked û xebateke mezin da û tiştekî hêja kir lê mixabin û hezar mixabin bawer nakim tirşik saleke dî xwe li ser lingan bigire.

(bnr: xwedê emrê tirşikê dirêj bike)

(bnr: xeber xweş xeber e lê pîra perçiqî ne bawer e)



04.11.2015 01:07 | dijber

218. dê tirşik her li ser piyan bimîne, kes nemîne jî ez li vir im!



04.11.2015 01:10 | ferhenga şikestî

219. ez vê jî bibêjim berî ku di min de bişkê, eger ez bibînim carekê an du caran mirov berî ku bersiva nivîs an serrastkirinên min bide, çend çavkaniyan bixwîne û ji wir tiştekî bibêje, ez aciz nabim û belkî ez islûbê xwe jî biguherînim lê wek meseleya "ihtimal û ixtimal" gelo çend kesan hewl da li ser peyvê bixwîne û bizane bê çi çi ye?(nabêjim her kes naxwîne lê ez yên dixwînin nabînim), gelo çima min "îhtîmal" nenivîsî lê "ihtimal" nivîsî?

hûn bin mijarê ne bi xwendinên xwe lê bi fikirên bê zanîn û xwendin dadigirin lew ez qanî nabim.

wekî din dijber ne şexsek e, dijber wek hesab hesabekî rexnegir, dijber û berevajî tiştên heyî ye. dixwaze bifikirîne, ne şert e, dijber her rast be lê dixwaze em hînî fikirînê bibin.



04.11.2015 01:14 | dijber

220. (bnr: kes wek min naxwaze ku tirşik bimîne le)



04.11.2015 01:22 | dijber

221. ez çawa dikarim wêneya avatara xwe biguherim ? min nêrî lê nedît lo. ka ji kerema xwe re kesek ji min re bêje *



10.11.2015 23:08 | endazyar

222. bikeve panalê, 'avatar biguherîne' heye di hêla çepê de



10.11.2015 23:10 | ferhenga şikestî

223. gelo mirov dikare bizane bê çend kes di rêya lêgerîna googleê an lêgerîna di internetê de ketine tirşikê? herwiha dikare bizane bê mirov gava li çi digere beralî tirşikê dibe?

wekî din mirov dikare hîn bibe bê trenda lêgerînê di tirşikê de çawa ye? anku mirov gava dikevin tirşikê li çi digerin?

wekî din pirseke din hebû lê min ji bîr kir, hûn bersivan van herduyan bidin belkî ew jî were bîra min.

ha hat bîra min: gelo hûn çima wek wikipediyayê an wikiferhengê versyona otomatîk ya ku bi tîpên erebî derdikeve, li tirşikê zêde nakin, wê çaxê beşên din yên kurdistanê him di lêgerînê de û hin di nivîsên din de zêdetir werin.



15.11.2015 13:02 | dijber

224. 1- erê mirov dikare bizane ka çiqas kes bi riya googlê tên tirşikê û bi lêgerîna kîjan peyvan tên. ji bo vê yekê divê mirov xizmeta googleê ya analyticsê bi kar bîne. ji bo ku leza tirşikê nekeve, berî demek dirêj me vê xizmetê sekinandibû. loma aniha em wan îstatîstîkan nabînin.



2- em qeydên lêgerînên di tirşikê de, nagirin. em dikarin bigirin lê wê kêr çi were nizanim. weke mînak di beşa ferhengê ya tirşikê de qeydên çend lêgerînên dawîn tê girtin.



3- fikrek baş e. em ê li ser wê bixebitin.



15.11.2015 18:33 | simurg56

225. Bila vê carê bersiv hebe ji vê mijarê re mijarên ku dijberî sererast kirine/80111

kekê min, ez dibêjim ku hebe û tune be jî rast e lê eger tu "ku" binivîsî divê tu hevokê temam bikî, eger tu nenivîsî, wek sernivîs dikare wisa bimîne(ne ku hevokeke temam e, lê ji aliyê watesaziyê de dikare bimîne)

anku:

mijarên ku dijberî serrast kirine, ev in..

mijarên dijberî serrast kirine:



îca ez ji te re bibêjim bê ev hevok çawa tê fêmkirin.

mijarên: ji ber ku me "ên" anku veqetandek nivîsiye, naxwe ravek e û divê ravekera wê jî hebe, raveker çi ye? raveker ew tiştê ku raveberê rave dike: anku divê dewama wê wê rave bike, dijberî ew serrast kirine.

mijarên dijberî (ew êdî çû, ji ber li pêşî heye) serrast kirine.

"serrast kiriye, ji xwe nabe, ji ber li gorî rêbaza ergatîvê nabe.

lînk ji serdema neolîtîk de jî mabe, rast be rast e.

welhasil, kêşeyek heye, ku mirov ji ser ya xwe danekeve, ez dibêjim wek te eger tu wisa binivîsî "mijarên ku dijberî serrast kirine" binivîsî ne xelet e, lê wek sernivîs, "ku" tine be, xweştir e. lê tu dibêjî na tu xelet çêdikî gava tu dibêjî "serrast kiriye" îca eger tu ji min bawer nakî, ez nikarim zêdetir rave bikim.

li ser meseleya lêkernavê rengdêr: ew hevokên te:

goştê (ku)xera bûye biavêje

pisîka(ku) pirçî bû mir.

..

binere ez dîsa dibêjim gelek caran "ku" lazim e lê herdem ne şert e. bi pirranî heye lê ne şert e her car bê nivîsîn di hinek rewşan de ne şert e were nivîsîn.

ez bi xwe alîgirê nivîsîna "ku"yê me, lê dibe ku mirov ji bo xwebêjiyê nenivîse.

spas û eger kekê min qanî nebû bila ji hinek pisporan bipirse ji ber texmînen te ji pirtûka "bahoz baran"î xwendiye. dixwazî ji wî bipirse bê ew çi dibêje.







15.11.2015 23:20 | dijber

226. rûlihêf/80126 gelo zayenda vê peyvê çi ye? min mereq kir bê hûn çawa dibêjin, nizanim lew dipirsim.



16.11.2015 00:31 | dijber

227. gelo cudatîyên tîpên "u" "û" çîye ?

kîjan li kuderê tê bi karanîn ?



li min nekenin , ez nizanim.



18.11.2015 13:26 | mijdar

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nobedar
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî