Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

189. kek dijber tu bixwe di entryeke xwe de dikevî nakokiyê hem dibêjî bila kî çi dinivîse bila binivîse hem jî dibêjî bila prensîb hebe, jixwe ji ber ku prensîb hene peyamina tên jêbirin*

tirşik platformeke azad e heta cem xwudê bawerî pê azadbûna wê tînim lewma ye ku têde dinivîsim, lê di heman demê de formateke wê heye divê meriv baş têbigihîje ez bawer im cenabê te li ser formatê serwext nîn e. bi slogana 'kî çi dinivîse bila binivîse' nabe ger wisa bûya navê wê ferhenga înteraktîv nedibû, dibû tirşik forum. ha dibe ya ber dilê te forumek be lê li vir ne forum e heyra.

ez nikarim xwe di sosyal medyayê de rabigirim lewma êdî tu hesabê min ê sosyal medayê nîn e min teva betal kirin. ger behsa forumê bikî jixwe rewşa foruman ji faceyê jî xirabtir e. di foruman de surkulasyona zanînê nîn e xelk û elemê hew dijmînê dêya hevudu didin ew jî ne li gorî me ye ez bawer im. .

tişteke dî ku ez pê eciz dibim hama formata tirşikê û gotinên nivîskarên wê hesabê yekî/ê re nayê radibe gef li me dixwe, dibêje ez êdî nanivîsim. ma ev çi ye heyra? baş e nexwe ez jî bêjim serê pozkê we xwar e loma ez êdî nanivîsim! wilo nabe divê meriv tehemul li hevudu bike û di nava sînor û çarçoweya formatê de toleransê nîşanî hevudu bide.

tirsik ji bo mirovên me yên ku dil dikin emelên xwe bêyî minnet û teşqeleyê bi kurdî bikin, şansek e divê em vê yekê jî zanibin û hew



17.09.2015 00:19 ~00:21 | ferhenga şikestî

190. keko, eger bi formatê nizanibe çawa dibe nivîskar? mebesta min ji prensîp, rêbaz bûn? anku eger île li gorî formatê be, bila tenê entryên ne li gorî formatê jê herin ne yên "heqaret"an dihewînin.

hûn ê min bikin nivîskar lê ez ê li gorî kêfa we binivîsim, na bira! wisa be ez nanivîsim, ev ne tehdîd e, ev mercê min ê nivîsînê ye.

Kî çima peyaman jê dibe? eger sedem format be, bibêjin ta ku em fêm bikin ku format e, lê eger wisa be, çima ew kesê nizane bi formata tirşikê bûye nivîskar?



17.09.2015 00:30 | dijber

191. ji ber ku formata tirşikê tiştekî nû ye di nava kurdan de pirrî nivîskaran dema nû qeyda xwe çêdikin qet hay ji formatê nîn in, hêdî hêdî hînî formatê dibin.

heqeret bixwe jî derî formatê ye lewma tên jêbirin. ji du sal bêtir e di tirşikê de dinivîsim ji saleke zêtir e jî moderator im heya aniha min bi tenê çar-pênç peyam jê birin. tev jî heqeret bûn.

îroj min peyamek jê bir, nivîskarek ji bo hdp'yiyan û pkkyiyan gotibû pinc yanê bêjî. ma keko ev ne heqeret e? ne çêr e? wê piştre jî yek rabe jê re bêje bêjî tu yî û dûre heta dêya hevudu jî bêjin (ji vir sê meh berê tiştekî wilo qewimîbû lewma ne zehmet e meriv siberojê fêm bike)



17.09.2015 00:36 ~00:37 | ferhenga şikestî

192. Ez ê herim malê.

Ew ê herin mizgeftê.

Lê ez ê nerim.



Di gramerê de ji bo "ê" dibêjin çi?



20.09.2015 01:12 | mergehez

193. ji bo peyama 204; qertafa dema bê, bi tirkî -ecek, -acak, bi îngîlîzî; will/shall



20.09.2015 01:13 | endazer

194. (bnr: pirtika dema bê)

(bnr: pêşpirtika dema bê)

têbînî: amraza dema bê jî tê gotin ku pêşî nehat bîra min: pirtik husein muhamed bi kar haniye, amraza samî tan, niha nayê bîra min bê kesî din bi kar haniye yan na.



20.09.2015 01:15 ~01:29 | dijber

195. bila nivîskarên ne çomez bikarin nivîsên çomezan bibînin ta ku ew jî binirxînin.



22.09.2015 15:12 | dijber

196. gelo sînorek ji tirşikê re heye? yanî ez bibêjim 4984765839 (wek mînak) bên nivîsîn, dê tirşik nema vebe yan jî dê zêdetir pere ji tirşikê bên xwestin?



23.09.2015 21:18 | dijber

197. Ji ber ku danegeha tirşik microsoft sql server e her danegehek 10 gb dane digire. 10 gb zûbizû naqede. Biqede jî dê du heb danegeh bê bi kar anîn. Hejmar ne mesele ye yanî. Mesele qalîteya peyaman e!



Nîşe: min bi texmîn got sql. Belkî tişteke din be jî. Lê zêde ne mesele ye..



23.09.2015 21:24 ~21:25 | mergehez

198. sînorên tirşikê tune. lê sînorên pêşkêşkera (server) wê hene. aniha ji bo tirşikê xizmeta ku em dikirin, bes e û zêde ye jî. lê weke mînak ger her roj şûna 20-30 kesan 2-3 hezar kes têketinê bikin, an jî rojê 100-200 pirtûk ji danegeha wê were daxistin an jî her deqe 50 kes li radyoya tirşikê guhdar bike, îhtîmalek mezin wê tirşik bikeve tengasiyê û nekare vebe.



ger tiştek wisa çêbe, em ê wê demê pereyek zêdetir bikin û xizmetek çêtir bikirin. mesele ev e.



edît: erê danegeh sql e û aniha bi qasê 60 mb e.



23.09.2015 21:27 ~21:29 | simurg56

199. ê naxwe ji bo çi peyaman jê dibin? ez dixwazim vê bibêjim:

eger yek " dibjer" di şûna "dijber" de binivîse û nizanibe ku rastiya wê dijber e, ew tê wateyê ku hinek rastiya wê nizanin, bila ew nivîsa şaş bimîne û ji xwe tirşikvan li bin wê ya rast dinivîsin û beralî dikin.

herwiha ew serrastkirinên li jêrê fikireke baş didin xwendevanî.

lê hûn çêtir dizanin.



23.09.2015 21:36 | dijber

200. Hevalno ez dixwazim xwe bigihînim endezyarên kombersê yên welatperwer lê ez nizanim bê ez ê çawa xwe bigînim wan an jî bi tiştekî çawa wan bigihînim xwe. Gelo hûn dikarin riyekê li ber min bixin?

Dixwazim komekê çêkim û bi wan re projeyan li ser kurdî û kurdayetiyê çêkim. Gelo li gorî we ev pêkan e?



24.09.2015 03:51 | mergehez

201. projeyên çawa?



24.09.2015 03:52 | dijber

202. Weke mînak:

- ji bo hevoksaziya kurmancî

- sepanên li ser çand û zimanê kurdan

- ji bo hêsantirkirina jiyana kurdan li ser mijarên cuda sepan û bername filan..



Jixwe heke ku kom bê afirandin dê li ser projeyan bê axaftin. Helbet em ê dest bi projeyekê bikin..



24.09.2015 04:05 | mergehez

203. Di beşa filmande filma min lê zêde kirî, ne weke min lê zêde kirî lê weke ku yê lê zêde kirî nediyar dixuye. Nizam çi pirsgirêka pergalê bi min re heye le what if wisa dixuye.

Here lînkê



26.09.2015 11:24 | azadixwaz

204. Bila kesên ne tomarkirî jî kul û derdên xwe binivîsin ta ku em jê re bibin derman.

Bi min eger tiştekî wisa pêkan be dê baş be.

Herwisa gelo awayek hebe ku kirov bikare nivîsan di twitter û facebookê de bi awayekî otomatîk belav bike li gel beşekî ji peyamê ta ku zêdetir bigihê mirovan û meraqê bi xelkê re çêke ku bixwînin.

Gelo hûn tirşikê nafiroşin?



11.10.2015 17:02 | dijber

205. Gelo hûn tirşikê nafiroşin?



15.10.2015 20:49 | dijber

206. na em tirşikê nafroşin.

ji ber ku ne em xebata tirşikê ji bo pereyan dimeşînin ne jî em ji tirşikê kerixîne ku xwe jê xelas bikin.



lê ger hinek bixwazin ferhengek din ya kurdî vekin, dikarin vekin. û ez jî dikarim alîkarî bidim.



15.10.2015 21:07 | simurg56

207. ya rastî ez tiştekî nêzîkî tirşikê lê ne bi temamî wek wê di serê min de heye lê nizanim dê çiqas pere lê biçin *

spas hêvîdar im rojekê tirşik bi qasî googleê buha bibe



15.10.2015 21:35 | dijber

208. ger ji bo malperek weke tirşikê, di destê we de nivîsbariyek/programek hebe, mesrefa malperêya salwext bi qasê 500 tl (150 dolar) e.



lê ger nivîsbarî tune be ű hûn wê li gorî keyfa xwe bidin nivîsandin wê mesrefa ya dana nivisandinê li gorî kesan di navbera 1-3 hezar tl de biguhere.



15.10.2015 21:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku hej ji hev dikin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî