Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin - tirşik
kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. çawa ku tu sedema vî ji wan re dibirsî bersiva wan amadeye ; ''ma qey em xirabîya wan dixwazin. em dibêjin bila ku çu dibistanê dijwarî nekişînê''



15.12.2013 13:11 | deqlok

2. kurdên ku kompleksa xwekêdîtine, serî heya binî ruh û giyan a wan gerîyaye.

bersiveke nû jî wiha ye; "em li malê ji zarokan re bi kurdî dipeyivin, lê li derve cem hevalan tirkî hîn dibe".



15.12.2013 14:02 | nazim tolhildan

3. gelekên wan bi hinceta ku, da ku zarokên wan siberojê li der û dorê fedî û zehmetiyê mekişînin vê dikin. nexwe baş e, gûyê we li serê zarokên we.



15.12.2013 17:33 | înano lo

4. (bnr: qaşokurd)



15.12.2013 17:38 | dijber

5. kurdê ku piştî zarokê wan mezin bû, nikarin hesaba vê yekê bidin e.

hevalekî min hebû, ji ber ku bavê wî, kurdî li wî nedaye hîn kirin, herdem jê re dijûn dikir. mafdar e jî. bav gotiye bila kurdî hîn nebe wê pêşerêjê de jê re bibe pirsgirêk, tam berevajî çêbûye niha ji ber ku kurdî nizane ev yek jê re bûye pirsgirêkek gelek mezin.



15.12.2013 17:42 | brusk56

6. dema min dest bi dibistana seretayî kir, min tirkî nedizanî. pistî mektebê hînî bûm û di azmûna oss'yê de, be$a sozelê de (zimanê tirkî, dersê sosyal fîlan) ji nav 1.7 milyon kesan de ketim nav 100 kesên herî bas.

ango kurdên vê mijarê li hêcetan digerin, derewîn in.



15.12.2013 17:46 | simurg56

7. ez wan kesan anlamÎş kir nabim. pÊşerojÊ de di zarokÊn wan kesan de hin nexweşÎ derdikevin. wek mÎnak;

(bnr: min bulaşiqÊn xwe yikamÎş kir),

(bnr: ez denÎzÊ de yÜzmÎş bÛm),

(bnr: min başÊ xwe yikamÎş kir),

(bnr: ez soğÛk havada dışarÎ çikmÎş nabim),

(bnr: min qÛna xwe yikamÎş kir),

(bnr: min maç oynamÎş kir),

(bnr: kolÊ min kirilmÎş bÛ),

(bnr: ayaqÊ min kirÎlmÎş bÛ),

.

.

.



16.12.2013 11:44 | xelîlêzer

8. Dibe sedem ku di rojên pêşde zariyên wan çêr û sixêf û dijûna li wan bikin.



16.12.2013 12:37 | ceso

9. kurdên ku/ge mizqalikek kefamin jiwaran nayê... kurdên ku rûnê şor û hongıv ser nane faşîstan û asîmîlasyonîsta didin...



20.12.2013 21:08 | gokerr

10. piranî,zarokên kurd yên ku hînî kurdî nabin an jî zimanê kurdî ya ku nayê hînbûn, tawanbar dikin.



29.12.2013 12:52 | simurg56


12. kurdên ku hez ji bindestiyê dikin in ... (bnr: stockholm sendromu)



30.03.2014 21:14 | sewdaxan

13. kesên ku li ber çavê min ji nijadperestên tirk û ji endamên daîşê hîn û zêde xerabtir in.. min bibexşînin lê ez vîya nebêjim bêhna minê fireh nabe; laneta hemû yêzdanên li ruye erdê li wan be..!!



25.01.2015 01:29 ~2016.04.19 10:18 | rûbar payîz

14. Kesên civakekî dikujin in. Heke ev civak vê tiştê bike wê bibe xwekujiya miletekî ji ber wê divê pêşî li vê bê girtin.



25.01.2015 09:25 | xendekî

15. Ne ezim. Ezê dijûnan li wan nekim lê ne ku ew heq nakin lê ji ber ku tirşik heq nake û heqê wan tune ye bi vê yekê tirşikê jî biherimînin weke ku zarokên xwe herimandîn.



25.01.2015 11:47 | azadixwaz

16. ne ku zarokên xwe hînî kurdî nakin, ya rastî zarokên xwe hînî tirkî dikin..

di navbera herdu rewşan de gelek ferq heye..

divê mariv lêkolîneke sosyo-psîkolojîk çêbike bo vê rewşê.

niha ne hewce ye mariv vê meseleyê dirêj di vir de kûrtir bike lê bes belam tiştê ku min ji dayikên kurdan fêm kir, ji ber terora vê dewletê bi birçîbûn û tunebûn û êş û azaran terbiye bûn, ji ber kurdbûnên xwe gelek zehmetiyên -bilêvkirina wê hesan lê jiyîna wê zehmet- kişandin. her zarok gula diya xwe ye, tu dayik naxwaze ku zaroyên wan neserkeftî û mexdur û stûxwar û birçî bin. lewma jî wek reflekseke xwezayî zaroyên xwe jî li gora şert û mercên vê dinyaya qehbik mezin kirin..

tabî tiştekî şaş e lê di vir de hêşmendiyeke qels rê li ber normalbûnê digire, hûn wan bi asoyên xwe yên fireh û netewî nedarizînin, bi asoya wan nêzî wan bibin. hemû reben û xizan in her tişt bo pêşeroja zaroyên xwe dikin (pêşerojeke ronî ne girêdayî hînnebûna kurdî ye, lê hal ev e ku ji wan re vê rastî û heqîqetê bidin pejirandin, gelek zehmet e)

hin kurdên xwelîser ku ji sedsalala bîst û yekemîn vir de bûn dewlemend, di kurdistanê de çîneke ecêb li me qewimandin, navê zaroyên wan bi kurdî bû û ew bixwe welatparêz bûn, ji ber politîkayên ne-real û şaş ên partiyê di warê kurdayetiyê de xemsariyeke xumarî di nava wan de peyda kir. divê mariv hîfza xwe ji wan sersaran bike.




17. Hin kurdên êdî sosyetîk in. Kurdên pereyê wan çêbûne telefona qûna wan de Bûye iphone 6. Ev kesên halê zengîn û nexwenda û nezan û ji hişmendiyê dûr jixwe hay ji tişteke weke zarokên min kurd in divê kurdî bizanin nîn e, a rast ew bixwe jî êdî kurdî naaxivin û heta ne mecbur bin hewce nabînin bi kurdî biaxivin vêca ma wê zarokên xwe bi kurdî mezin'kin tewww. Helbet sedema şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê gotiyî jî rast e. Lê ew ne jj bo niha ye, ew ji bo berî 10 salan bû lê îro ne ji ber wê ye.



26.01.2015 19:17 | xendekî

18. bi çend hawî ne.



1) yên kurdayetîya xwe nizanin: ji van re ziman, ji bo kû xwarina ketiye nav dirana derxe heye.



2) yên tirsonek: jiyan ji wan re xwarin, vexwarin û kutan e.



3) yên bi qompleksa sernewq (xwekêmdîtinî): vana tirkan ji xwe mestir û ji xwe bilindtir di bînin.



4) yên zewaca melez dikin: vana piçek î ne mesûlin.



5) yên welatparêz, lê li bajêr: ji ber kû li tirkîyê bi mecbûrî sîyasetê bi tirkî dikin, lazim e kû ji hin nirxan tawîz bidin.



...



02.03.2015 20:39 | parêzerê nîvçe

19. dijî sernivîsa, yên ku dixwazin zarokên xwe fêrî kurdî û kurdewarî bikin bila vê malperê vekin!



Here lînkê



19.03.2015 14:24 | remlavêj

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên li welatên biyanî dijîn
» zarokên şûbadapê
» xwendina rojname
» kurdîya çend peyvên olî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî