1. li gelek herêmên kurdistanê êdî ergatîvîtî winda bûye û hin kesên nezan dibêjin millet wisa dibêje naxwe rast e. |
|
14.12.2013 22:58 |
dijber
|
2. hevoka min çû anî. li amedÊ jî li DÊRikê jî pir tê bikar anîn. ez ji Botanê me pir li min sosret tÊ |
|
14.12.2013 23:10 |
bakur-başûr
|
3. hesen hesenî dît.ergatîve qediya. |
|
14.12.2013 23:11 |
tivirloismail
|
4. qirkirina kû bi pirranî ji aliyên kesên kû hindik kurdî dizanin an jî kesên kû nû hînî kurdî bûyîn vê tê kirin e.çend mînakên tewşo mewşo: |
|
14.12.2013 23:16 |
nan û av
|
5. ji ber ku ez ji tewang û ergativeyê baş femnakim. (li serhedê ergative hebû me xwar.) ,min jî wek henek di azmûna kurdî de tiştekî di rengê tiştanokan de nivîsîbû û bersivandibû. mixabin mamoste pauenekî gelek kêm dabû min, ez li ser boçika xwe ketibûm . |
|
14.12.2013 23:16 |
tivirloismail
|
6. yek ji kêşeyên sereke yên zimanî yên bakurê kurdistanê. niha her diçe ergatîvî têk diçe. du astên xerabûna ergatîvî hene û li deverên bakurî ji ergatîviya rast ber bi asta yekem ve û dûre jî ji wir ber bi asta duyem ve diçe. |
|
19.02.2021 17:37 |
keyomerd
|
7. Ergatîvîte yek ji taybetmendiyên zimanê kurdî ye. bi taybetî bo zaravayê kurmancî ew wisa ye. Herwiha dema hînbûna kurmancî, ew mijar ya herî zor e. Yek mînakek; |
|
04.02.2024 06:04 ~06:07 |
cinorek
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |