Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 45 peyam
yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê - tirşik
yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tirşik.net e. Bi ya min ev yek wê me bigêre rewşeke baştir û hêjatir. Ta niha ji hunemendan bigre heya nivîskar û siyasetmedaran hima bêje hemû beşên civakê para xwe ji van rexneyan girtine. Tişteke gellek baş e lew bi vê yekê hêvî heye ku hinek xwe keys bikin.



14.12.2013 12:30 | ceso

2. naVENDA KÛ KESÊ HETA NAHA XWE JI REXNEYAN BERÎ Û XALÎ DÎTIN E ACIZ DIKÊ YE.. lI GOR MIN EV DERFEKTEKE GELLEK MEZIN E JI BO XWE RASTKIRINA KESÊN ALIGIRÊN PARTÎ Û SAZIYA. dERA/CIHÊ KÛ REXNE LÊ NEBÊ PÊŞKETIN JÎ NÎNE. jI BER KÛ HEYA NAHA KÊM KESÎ REXNE LI SIYASETA KURDA DIKIR WAN JÎ HESAP DIKIRAN KÛ ÇI TIŞTA BIKIN RAST E. tIRŞIK BELKÎ GAVEK PIÇÛK BÊ LÊ EZ BAWERIM GER DI NAVA KURDAN DE BERBELAVTIR Û NAVDARTIR BÊ WÊ DEMÊ BÊHTIR BANDORA WÊ LI SER KESÊN KÛ DI QADÊN CÛR BI CÛR XIZMETÊ DIKIN DE BIBÊ.



14.12.2013 14:51 | nan û av

3. rexne:kes rexneyan lê tê kirin qebûl nake û ji rexnekirina hevalan re jêhatî ye.

ku rexne li hesavê wan jî ney bersiv jî ev e;ev reşkirin e ne rexne ye.



20.12.2013 14:46 | gulan

4. bûye sedem ku hinek nivîskarên navê wî nadim, li ser twitterê ji min re peyam bişîne û bixwaze şîroveyên derbarê wî de werin jêbirin. tabî me jê nebir. heçiyê vê yekê bixwaze, an bila bibe endamê tirşikê û bersiv jê re binivîse. an jî bila bibe endam û ji nivîskar bixwe bixwaze ku peyama xwe jê bibe.



24.02.2014 22:21 | simurg56

5. belkî jî kovara mîrkut be. wan jî berî 30 salan rexneyên henekî li hinek sazî û kesan kirine û rastî bertekan hatine. ji ber ku yekta geylanî di wergera xwe ya pirtûka thomas bois de, ji xeynî nivîskar bixwe, di berga pirtûkê de cî daye navê xwe û 3 kesên din, mîrkûtê henekê xwe pê kiriye. û gotiye;



"Li jor hun qapaxa kitêba THOMAS BOIS dibînin.

Ji derveyî navê nivîskar, navê çar kesên .din jî li ser

qapaxê heye.

De ka hun werin bibêjin xwendevanino ! Ma mirov wisa dike? Mirov gava ku kitabekê çap dike, qe nebe divê mirov navê 15-20 kesan li ser qapaxê binivîse; navê bavê xwe, kalikê xwe, heval û hogirê xwe! "



li ser vê yekê geylanî û serokatiya enstîtuya elmanyayê betek nîşanî kovarê kirine.



01.05.2014 13:25 | simurg56

6. (bnr: tirsik.net)

wê hê gelek rexneyan bike, xwerexneyan jî.



30.08.2014 23:41 | azadixwaz

8. du cureyên rexnegir hene:

1. bi dijûn û peyvên kirêt û uslûbên tometbarkirinê tê kirin. ji xwe bêhtir navê êrîşkirin û reşkirinê lê tê kirin. bi min ev kom %90 e ji tevahiya civakê.

2. bi şêweyek nedîrekt û mecaz, carine bi çîrok û sûretên ji dîrokê carine bi nimûneyên ji welatên din hewl didin bi hişê jêrîn û ezberên me re biaxivin, mixabin ev kom jî ne zêdetirî %10 e di nav civaka me kurdan de.



19.03.2015 15:30 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn wergêrê kurdî
» navenda çandê ya mîtanî
» rexneyên ji bo pêşveçûnê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî